Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Monday, July 16, 2018

KONGREYA NETEWÎ (2) 

Armanc, parastina mafê dewletbûnê û serxwebûna Kurdistanê be, hewldan û gengeşîyên li ser kongera netewî bên meşandin, karê rêzgirtinê ye. Lê belê armanc ne dewletbûn be û ferzkirina sîyaseta rêxistinî be ku heta niha hewldanên hatine kirin di vê rêgehê de bûye. Ji bilî pûçkirin û bêhêvîtîyê nagihîje tu encamekî. Ji ber vê yekê ez li dijî hewldanên li gor berjewendîyên rêxistinî tên meşandin dibêjim: Naxêr! Parastina projeyên li dijî vîna gelê Kurd hatine amadekirin û li dijî berjewendîyên netewî tên meşandin ne karê welatparêzan e! Projeyên xwedî armancek veşartî, ne li gor berjewendîyên gelê Kurd e! Divê hemû niştîmanperwer û kesên xwedî hişmendîyên netewî, li dijî projeyên pûçkirinê/bişavtinê derkevin û rê nedin labîrentên xapînok!

Ez carek din dubare dikim û dibêjim: Alîgir û bangewazên kongra netewî, berîya her tiştî, pêşnîyar û ramanên xwe bi der û dorên din re par bikin, divê bi nivîskî nexşerêya stratejîya xwe ji raya giştî re eşkera bikin. Zimanê medyaya xwe, divê serast bikin û ew Beko Ewanên birînan dixurînin, propagandayên reş organîze dikin, dest ji karê xwe berdin. Li ser van xalên esasî, divê tu gengeşî, şert û qeyd tunebe. Berjewendîyên netewî, divê her dem di ser berjewendîyên rêxistînî re bê parastin û rêz girtina berjewendîyên netewî divê her tim li pêş be!..

Em baş dizanin ku problema gelê Kurdistanê, ne naskirina desthilatdarîya rêxistin û şirîkatîya Kemalîst û Baasî’yan e! Problem û pirsgirêkên me, di hemû deman de û demên dahatû de jî pirsgirêka Kurd û Kurdistanê ye! Ji ber vê yêkê, bi kêmasî divê em li ser van xalan, bêşert û merc li hev bikin. Bi kurtayî:

1-Mafê desthilatdarîya gelê Kurdistanê û dewletbûn, weke mafekî sirûştî û bi erdnegarîyê/ bi axê ve bê parastin.
2-Rêzgirtina Ala Kurdistanê û sembolên netewî bi hişmendîyek netewî bê parastin.
3-Rêz girtina sirûda netewi û xwedîtîya têkoşîn û şehîdên Kurdîstanê, di hemû deman de weke erkek netewî bê zanîn û bê parastin.
4-Avakirina dewleta Kurdistanê ya serbixwo bi beşderbûna hemû pêkhatîyan ve, di bin sîwanek demokratîk de, parastina jiyanek hevpar wek armancek serekî bê pesandin..
5-Ji bo hemû beşên Kurdistanê statuyek sîyasî li ser axê, bi erdnegarîya kurdistanê ve bê parastin.
6-Bê şert û merc destkeftîyên îro li başûrê Kurdistanê bi dest ketine divê bê parastin û di pratîkê de, bi kiryar û çalakîyên kurdewarî lê xwedîtî bê kirin.

Dubarekirinê de zirarek tuneye: divê Kongra netewî, ne li ser hesabên desthilatdarî û ferzkirina rêxistinan bê ava kirin. Bingeha kongra netewî divê li gor rastîya civatê, li gor berjewendîyên netewî û ji bo armancên sereke yên netewî bê avakirin. Armanc, rê û daxwaz divê zelal bin û di bin bandora tu partîyekî de nebe. Lê em dibînin hemû hewldan û tevger li gor berjewendîyên rêxistinî dimeşin. Mînakên herî balkêş jî helwestên li dijî îxaneta 16 cotmehê hatine nîşandan; rastîya welatê me radixe ber çavan! Goran, Komela îslamî, PKK û rêxistinên girêdayî wê, bi daxuyanî û helwestên pratîkî nîşan dan ku tu armancek wan ya dewletbûna Kurdistanê tune ye û li dijin. Ji bo wan, sînorên dagîrkeran tayin kirine, rewa ye û armanca wan di bin desthilatdarîya dagirkerên ku Kurdistan dabeşkirine, têkoşîna demokrasîyê bidin. Ji bo armancek ewha tu pêwîstîyek bi kongera netewî tuneye!

Berîya her tiştî hemû alîyên sîyasî, divê bername û nexşerêya xwe ya di derheqê kongera netewî de zelal bikin û bi raya giştî re parve bikin. Armancên nêzîk û yên dûr, divê bi zimanekî vekirî, bi asoyek zelal û vînek xurt, bi gel re bê par kirin. Pêwîstîya kongera netewî divê li gor daxwaz û pêwîstîyên netewî yên serekê bên tespît kirin. Kongra netewî, weke ji navê xwe tê fam kirin temsîlîyeta hemû beşên civatê dike. Ji ber vê yekê, ji bo hewldanek ewha divê gavên yekemîn di nav alîyên li dijî hev tevdigerin bên avêtin û hevdîtin pêk bên.

Berîya her tiştî, bangewaz û alîgirên “Kongra netewî” divê li gor parastin û rêzgirtina azadîya rêxistinbûna hemû alîyên sîyasî, olî û civakî tevbigerin. Rast e, pêvajo û şertên rojevê pêwîstîya yekrêzî û hevkarîyek Kurd radixe ber çavan. Xebat û têkoşîna li dijî dagîrkeren bi xwe re, qonaxên cûda tîne. Li gor şertên demê pêwîstîya rojevê bi piştgirî, hevkarî, yekîtîya hêz û tevgerên pratîkî, an jî bi Enîyek sîyasî û bi kongera netewî heye. Ji bo xebatên hevbeş an hewldanên berbiçav bigihîje armanca xwe, pêwîstîya me bi mafê azadîya raman û rêxistbûnê heye û divê her dem ev maf bê parastin û rê li ber wan bê vekirin.

Li Başûr, cûdabûn û problemên sîyasî, civakî û heremî gelek zêdetir in. Nakokîyên rêxistinî û desthilatdarî, di nav rêxistin û partîyên Başûr de didomin. Di îxaneta 16 cotmehê de, me carek din dît ku destê dijmîn çiqas bi hêz e. Profîla xayinan û têkilîyên wan, piştgir û hevkarên wan di pêvajoya referandûmê de, bi sekin û helwestên xirabkir xwe nîşan dan, niha jî hêvîyên xwe bi çîrokên tolhildanê girêdane.

Li başûrê rojevayê Kurdistanê problemên sîyasî û rêxistinî têra xwe hene, yekdengî û yekrengîya desthilatdarîyek îdeolojîk, bandorek giran li ser civatê çêkirîye û bayê çavsorîyê rê li ber çareserî û aştîyek navxwo girtîye. Ev biraderên daxwaza kongra netewî dikin, divê berîya her tiştî li heremên desthilatdar in, nimûneyên hevkarî û bi hevre karkirinê nîşan bidin. Heta îro me mînakek erênî nedîtîye û ne bihîstîye!

Li Bakûr, yekrengîya desthilatdarîya sîyasî, hegemonya îdeolojîya Kemalist û “tahdekarîya taxê” rê li ber pêşketina civatê xitimandîye. Civat di bin zordarîya du şivanan de weke derûnîya kerîyê pez, nikare pêş keve û helwestek netewî nîşan bide. Her tim civat, di girêneka mijarên vala de bêhêvî dikin û rê li ber xeta netewî asê dikin.

Rewşa rojhelatê Kurdistanê li ber çavan e. Bandora dewleta îranê, li hemû beşên Kurdistanê xurtir e û desthilatdar e. Partîyên rojhelatê Kurdistanê, tevayî tengasî û bê îmkanîyê, di bin zulmek mezin de li ber xwe didin. Rewşa sîyasî li her çar bêşên Kurdistanê di astek xirab de ye. Pêvajo ber bi ku ve diherike ne dîyar e, alozî û nakokîyên sîyasî her diçe kûr û zêde dibin. Rojev li gor daxwaz û berjewendîyên rêxistînî tê tayin kirin. Ev nexweşîyên hanê rê li ber enî û piştgirîyên netewî digire.

Bi ya min helwesta kongra netewî, di 25 Îlon de, bi beşdarbûna pilêya %73 û bi pilêya %93 dengê BELÊ diyar bûye. Bangewaz û alîgerên Kongera netewî, divê li gor vê encamê tevbigerin û wê proseyê li hemû beşên Kurdistanê ferz bikin. Dijmînê dagirker û hov, çawa li dijî serkeftîn û desthilatdarîya gelê Kurd tevdigerin, dibin xwedî yek helwest, divê hemû beşên civata Kurd, partî, rêxistin û sazîyên netewî bi hevre tevbigerin û helwestên netewî nîşan bidin.

Kurdistan mala me ye û em hemû weke endamên malbatê mecbûrin li hev xwedî derkevin. Rê û rêbazên serkeftinên hemû partî û rêxistinan girêdayî xurtkirin û pêşketina vîna netewî ye! Berjewendîyên me hemûyan di nav xezîna berjewendîyên netewî de veşartî ye.

Eger ji dil û can hûn dixwazin kongra netewî bê damezrandin, divê êdî ev çîrokên “biratîya” bindestan û ya serdestan, daxwaza jîyanek bi dagîrkeran re, xwenên “welatekî hevbeş”, “netewa demokratîk”, “komara demokratîk” bidin alîyekî û li ser erdnîgarîya Kurdistanê daxwazên hevpar û niştimanî, weke stratejîyek netewî bixin rojevê. Ji bilî vê tu rê û rêbazêk nû tuneye!

Cano Amedî- 17:12:2017 AMED

Hinek nivîsên din:

Nerîna te