Hunergeha Welat klîpeke nû belav kir: Em Herin Gund

 Hunergeha Welat strana xwe ya nû ya bi navê “Em Herin Gund” bi klîpekê nû belav kir.

Hunergeha Welat ya Rojavayê Kurdistanê ku gelek xebatên çand û muzîkê li dar dixe, klîpeke nû weşand. 

Gotinên stranê yên hunermend Bawer Can Arî ne û Rona Egîd stranê dibêje.

Roder Dimilî jî derhêneriya klîpê kiriye.

Hunergeha Welat ji aliyê hunermendên Rojavayê Kurdistanê ve sala 2014an li Qamişloyê hatiye damezirandin.

Hunergeha Welat, stranên şoreşgerî, folklorî û neteweyî û çêdike û klîpan diweşîne.

Hunergeha Welat heta niha 275 stran tomar kirine û 49 klîp çêkirine.

Beşa zarokan a Hunergeh Welat jî heye û bi taybetî ji bo zarokan jî stranan amade dike û perwerdeya muzîkê dide zarokan.

Klîpên wekî, Serêkaniyê û Avaşîn, Xurfanî, Şervano, Nazê Nêrgiza Hewşê, Keziyên Tolê, Êmo, Edlayê, Jin Jiyan Azadî yên Hunergeha Welat gelekî naskirî ne.

Li hêla din, gotinên strana “Em Herin Gund” bi vî awayî ne:

Ez çûm gund mala kalo

Mam û metik û xalo

Ez çûm gund mala kalo

Mam û metik û xalo

Buhar bû gul û giya

Çûme nav berix û miya

Buhar bû gul û giya

Çûme nav berix û miya

 

Gel metê çûm bêriyê

Min jê re girt serê miyê

Gel metê çûm bêriyê

Min jê re girt serê miyê

Min vexwarî şîr û mast

Binê beroşê alast

Min vexwarî şîr û mast

 Binê beroşê alast

 

Piştî kar, berx û pez  

Me berî daye nav rez

Piştî kar, berx û pez

Me berî daye nav rez

Barê kerê min î reş 

Alîk tirî yek zebeş

Barê kerê min î reş 

Alîk tirî yek zebeş

 

Êvarî em hatin mala

Me da metik û xala

Êvarî em hatin mala

Me da metik û xala

Jiyana gunda xweş e

Mirov li wir rûgeş e

Jiyana gunda xweş e

Mirov li wir rûgeş e

 

Xweziya mala me li gund  ba

Li cihekî bilind ba

Xweziya mala me li gund  ba

Li cihekî bilind ba

Li wir bijiyama azad

Gelekî kêfxweş û dilşad

Li wir bijiyama azad

Gelekî kêfxweş û dilşad

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *