XEWNÊN DEREWÎN Û SÎYASETA PÎNEKİRÎ

Dîtin û raman, gotin û hêvî gava bi hêz û rêxistin be, xwedî wateyeke. Lê gava  raman û hêvîyên me di jiyanê de, belangaz û bêçare bin, di derheqê jiyana civakî de em nikarin bibin xwedî helwestek  bingehîn an jî xwedî çareserîyek civakî.

Em baş dizanin ku rêber û serokên serkeftî an jî berdevk û berpirsîyarên bijarte yên civatê, serfirazîya xwe ji zanabûn û zîrektîya şêwirmend û aqilmendên dora xwe digirin. Gava şêwirmend û aqilmend, xwedî asoyek kûr û  xwedî ezmûnek firehbin wê gavê ew kesên navdar, dikarin bibin xwedî hêzek serfiraz û pêşketî! Lê gava derûdora rêber û serokan ji alîyê şelaf û gevendeyan ve,  bê dorpeç kirin, zehmetî û tengasîyên civakî, rêxistinî her diçe dijwar dibe.

Rêber û serokatî, ne bi wehîyan ne jî, di quncikên tarî de, bi pazarîya berjewendîyên şexsî bi dest dikeve! Serokatî di hemû deman de bi ked û bi xebatên  berdewamî derdikeve holê. Ger serokek bi ked û xebatên xwe di nav germahîya sîyasetê de cîh bigire dikare bi tecrube û zanyarîya xwe asoyek zelal pêşkeşî civatê bike. Lê gava weke lîstîkvanên gogê bê transfer kirin, an ji hevalên dora wî bêjin filan kes min anî kir serok tu tiştekî ji wê bingehê dernakeve. Ji xencî sîyaseta derewîn û bê ûsûl!!!

Bi pînekirinê hûn nikarin hêzekî li hevkirî ava bikin. Lewra ev pîneyên hûn ji derva tînin li wî kirasî nayê. Ev kêsên bi salan kiblê û pîrozgehên wan  Moskov, Pekîn û Tîran bû, doh çewa dijmînatîya xeta netewî dikirin îro jî li ser dijmînatî û înkarina keda hêzên neteweperver û Kurdîstanî dixwazin kirasê serokatî an rêberîya xeta netewî li xwe bikin. Lê hûn xwe dixapînin, ne ew derfet û taqata we heye, ne jî xwedî asoyek bingehînin! Em baş dizanin ku rastîyên jiyanê weke kelemên tûj her roj nîyet û zîrektîya serok û rêberên xwedî du nasname, xwedî du pasaportan radixe ber çawan. Gelek mirovên kurdperwer û welatparêz bi niyet û hîsên neteweper hêvî dikir ku tiştekî ava bibe. Lê aktorên xirabkirinê ji salên 1990 an vir de  ji bo xeta netewî nebe hêz kar dikin û dem dem ji bo berjewendî û têkilîyên xwe yên tîcarî  benîştê yekîtîyê dicûn. Hinek kesên ku kirasê Beko Êwan li xwe kirine bi fesadî û durûtî dixwazin bendavan li hemberê rastîyan avabikin!

Di sîyaset û bazirganî yê de gelek pîvan û metod di şibin hev û xwedi ezmûnekî hevparin.  Gava mirov di mijarekî de, di demekî de paşve bimîne an jî xwe neguherîne ji kesayetîya xwe û ji rewşa civakî gellek tiştên giranbûha hunda dike. Bêrîya her tiştî di derheqê mirov de, bîrûbawerîyên heskirîyan dişike û kîymeta nav civatê dikeve astê jêrîn. Ji ber wê yekê divê mirov baş bizanibe da li ku? Çawa? ji bo çi? Hunda kirîye? Ew kesayetên doza rizgarîya netewekî dikin divê  bi zimanekî zelal û vekirî bersîva wan her sê pirsan bidin!

Sîyasetmedar û tacirên îflas dikin carek din ji bo hewldanek nû an ji bo karekî din tevbigerin divê muxasebekî baş bikin. Sedemên îflaskirinê an jî têkçûnê çibûn? Şaşî û xeletî di kîjan merhelê de û çawa dest pê kir. Gava bi zanatî û li gor prensîbên hûqûqa mirovahî ya giştî bersîv bên  dayin ez  bawerin wê xebatên serfirazî derkevin holê. Lê gava bi mêjî û asoyên doyin dîsa di tarîtîya kozika xwe de bi sîya xwe “rehevaltî” bikin û ji rastîyan dûr bikevin tu tiştekî bi dest nakeve û pêşketin çenabe! Ji ber wê yekê, hûn hûnbin, tu carî li ser warekî din, li ser ked û pirêza hinekî din post û kirasên derewîn li xwe nekin, xwe nehetikînin!!! Şerme, eybe û fedîye..!!! Cîhê xwe zanibin, hurmetê li keda yên dervayî xwe bigirin, dakû hun jî hurmet bibînin!!!

Ji bo maf û berjewendîyên gelê Kurd yên bingehîn divê mirov li pey berjewendîyên rojane û şexsî nemeşe. Di van rojên mij û dûman de pêwîstîya gelê Kurd bi helwestên netewî heye. Lê belê hêjayî û sîyasetmedarên me yên li ezmanan li ser ewrên sipî rûdinin hê jî di xewdene, divê êdî şîyar bibin û li ser tecrube û enerjîya nexşerêya “do-îro-sibê” bifikirin, biaxifin û rê nîşan bidin. Di nav sêqolîya jiyanê de reçetên çarenûsê pêşkêşî civatê bikin! Şert û mercên demên borî tuneye. Dem hatîye guhertin. Dîtin û afirandina nifşan jî li gor demê ketîye nav guherandinê. Lê çi heyf ku gelek kadroyên kevin îro li dervayê pêlên guhertinê mane. Piranî hêjî di xewnên dema salên 1980 an de dijîn. Dereng mane lê dîsa jî karin bigîjin karwanê guhertine.

Em baş dizanin ku dema şêvirmend û rênasên hêzên kurd Kemalist û Baasîyên nijadperest bin wê gavê tu carî serfirazî û pêşketin bi dest nakeve. Destkeftîyên hene jî wê hêdî hêdî hunda bin. Em îro dibînin ku Başûrê Kurdîstan û deskeftîyên salên dawî ji alîyê şirîkên xirabîyê ve tên dorpeç kirin. Kemalist, Baasî, xeta Şîa û dewletên dagirker bi hevalbendîya Kurdê kedîkirî dixwazin destkeftîyên hene  jî bi dawî bînin. Fesad û paleyên xirabîyê di kozik û quncikê çayxanan de li ser înkarkirin û binpê kirina ked û dîroka evîndarên Netewa Kurdîstan dixwazin xwe bi hêz bikin. Lê xwê di xapînin!!! Dawîya xapandinê jî trajedîye…

Cano Amedî     12:06:2014

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *