‘Erdogan, DAIŞ û rêjîm bi çavkorî êrîşî sivîlan dikin’

Partiya Çep a Kurd li Sûriyê û Partiya Demokratî Kurdistan-Sûriyê diyar kirin ku Serokê Tirkiyê Receb Teyîp Erdogan û rêjîma Baas piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê dikin. Herdû partiyan got ku serkeftinên dawî Tirkiyê, DAIŞ, rêjîma Baas û Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê korkiriye û bi çavkorî êrîşî sivîlan dikin.

Partiya Çep a Kurd li Sûriyê û Partiya Demokratîk a Kurdistan-Sûriyê bi daxuyaniyên cûda ku derbarê êrîşên Kobanê û Hesekê piştgiriya xwe bi hêzên YPG’ê re anîn ziman û bang li hêzên navnetewî kirin ku beranberî êrîşan tunekirinê ku gelê kurd pê re rû bi rû ye erka xwe ya mirovahî pêk bînin. Di daxuyaniyê de komkujiya Kobanê hate şermezarkirin û êrîşkar hatin şermezarkirin.

Partiya Çep a Kurd di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên YPG/YPJ’ê û Burkan El-FIrat û bi alîkariya hêzên Koalîsyona Navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê gelek serkeftinên mezin bidest xistine û di encamê de Girê Spî û gelek bajarok û gund ji çeteyan rizgar kirine. Di daxuyaniyê de hilbijartinên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û serkeftina HDP’ê bibîr xist û wiha hate gotin: ˮPiştî hemû serkeftinan Partiya Erdogan ku di hilbijartinan de têk çû, dest bi îda û daxuyaniyên cûda kirin. carekê xwe wekî sutan bê tax liba dikir û carkê îda dikir ku gelê hêzên kurd ereb û tirkmenan koçber dikin. Carkê jî digotin ku serkeftinên hêzên YPG’ê xeteriyekê li ser ewlekariya netewî ya TIrkiyê dike. Li kêleka Erdoxan beşek ji Koalîsyona Nistşimanî ya Sûriyê û hemû aliyên ji kurdan acizin û şofînist dest bi piropoganda reşkirinê kirin û komên çete li dijî gelê kurd sor kirin.ˮ

Çete û Erdogan tola têkçûnan ji sivîlan distîne

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di roja 25’ê hizêranê de Erdogan tehdîdên pêk anîn û çeteyên intîharî di deriyê sînore derbasî Kobanê kirin û wiha dom kir: ˮKomkujî pêk anîn û gelek sivîl kuştin. Bi vê yekê çeteyên DAIŞ’ê û Erdogan tola têkçûnên xwe yên pey hev nîşan didin.ˮ

Di daxuyaniyê de serkeftinên hêzên YPG/YPJ’ê ya li Girê spî, rizgarkirina Çiyayê Kzwanan û gundên Til Temir û Serêkanê gelek aliyên şofînist ji Erdogan, Tirkiyê û hemû kesên nijatperst ji rêjîmê û kesayetên din kor bûne û êrîşên Kobanê û Hesekê di vê çarçoveyê de pêk tê. Kêfxweşiya wan a êrîşan dê dirêj neke. Hêzên YPG/YPJ’ û geê kurd ê demokratxwaz amadeye ku bersiva hemû êrîşan bidin. Dê di demeke kurt de dawî li hemû komên çete yên li Koabnê bînin, her wiha dê bersiva êrîşên çeteyên DIAŞ’ê û alîgirên wan a li sr bajarê Hesekê ya bajarê Serekê yê Rojava ye bidin.ˮ

Di dawiya daxuyaniyê de piştgiriya Erdogan a bi çeteyên DAIŞ’ê re şermezar kir û piştgiriya bi malbatên cangoriyan û hêzn YPG’ê hate destnîşankirin.

Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriyê jî di daxuyaniya xwe de êrşên li ser Kobanê û Hesekê şermezar kirin û hate gotin ku armanca êrîşkaran ew e ku herêmê bikin meydaneke xwînê. Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku di encama êrîşê de bi sedan welatiyan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes koçber bûn û ev tişt hate gotin: ˮBi saya berxwedana hêzên YPG/YPJ’ê, Burkan El-Firat û hêzên Senadîd destkeftiyên mezin hatin bidestxistin. Tirkiyê û hin ajanên wê bi siyasetên xwe li dijî îradeya civaka navedewletî ya li dijî çetyên DAIŞ’ê derdikevin.ˮ

Di daxuynaiyê de êrîşên çeteyan û piştgiriya Tirkiyê ya bi çeteyan re hate şermezarkirin û piştgiriya bi hêzên YPG/YPJ’ê re hate destnîşankirin. Di dawiya daxuyaniyê de bang ji civaka navdewletî hate kirin ku erka ya beranberî parstina sivîlan pêk bîne û piştgiriya hêzên YPG’ê ku şerê çeteyan dikin bikin.
http://ku.hawarnews.com/erdogan-dais-u-rejim-bi-cavkori-erisi-sivilan-dikin/

HABER MERKEZİ – Suriye Kürtleri Sol Partisi ile Suriye Kürdistan Demokrat Partisi, YP’nin son zaferileri karşısında gözü dönen Erdoğan, Baas rejimi ve Suriye koalisyonunun gözü karaca sivillere saldırmaya başladığını söyledi

Suriye Kürtleri Sol Partisi (Partiya Çep a Kurd li Sûriyê) ile Suriye Kürdistan Demokrat Partisi (Partiya Demokratîk a Kurdistan-Sûriyê) yazılı bir açıkala yaparak Kobani ve Hesekê’de sivil halka dönük katliam girişimlerini lanetleyerek yaşamını yitirenlerin ailelerine başsağlığı diledi.

Suriye Kürtleri Sol Partisi açıklamasında, YPG/YPJ ve Burkan El-FIrat güçlerinin DAIŞ çetelerine karşı büyük başarılar elde ettiğini ve Girê Spî dahil büyük bir alanı çetelerden temzilendiği, Bakurê Kurdistan’da da HDP’nin seçimlerde tarihi bir başarı elde ettiği, AKP ve Erdoğan’ın Rojava’da dönük saldırı ve karalama kampanyaları düzenlemeye başladığı bir dönemde gerçekleşen bu katliam saldırısının gerçekleşmesinin, saldırganların arkasındaki gücü de gösterdiğine vurgu yapıldı.

Erdoğan’ın 25 haziran günü açıktan yaptığı tehditten hemen sonra sınır kapısından geçirilen çetelerin Kobani’de katliam yaptığı belirtilen açıklamada “bu katliamla DAIŞ çeteleri ve Erdoğan, ardarada aldıkları ağır darbelerin intikamını almış oldu” denildi.

Açıklamada Erdoğan’ın DAIŞ çetelerine desteğini kınayan Sol Parti, YPG ve şehitlerin yanında olduğunu bildirdi.

Suriye Kürdistan Demokrat Partisi de bu saldırılarla bölgenin kan gölüne çevrilmesinin amaçlandığını belirterek Kobanê ve Hesekê’de sivil halka dönük saldırıları lanetledi. Saldırılar sonucunda yüzlerce sivilin öldüğü ve binlercesinin göç etmek zorunda kaldığına dikkat çekilen açıklamada “YPG/YPJ, Burkan El-Firat ve Senadîd güçleri sayesinde büyük kazanımlar elde edildi. Türkiye onun bazı ajanları yürüttükleri siyasetle ulsulararası toplumun DAIŞ’le mücadelesine karşı direnç içerisindedir” denien açıklamada saldırganalara arka çıkan tüm güçler lanetlendi.

http://tr.hawarnews.com/erdogan-dais-ve-baas-gozu-donmuscesine-sivillere-saldiriyor/

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *