Komeleya Dildarên Zimanê Kurdî hat avakirin

i bajarê Stenbolê, Komeleya Dildarên Zimanê Kurdî (DILKURD) hat avakirin.

Serokê Komeleya Perwerdeyê ya Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) Fevzî Bulgan ragihand ku wan biryar da navê xwe biguherînin.

Fevzî Bulgan diyar kir ku navê wan ê nû dikin Komeleya Dildarên Zimanê Kurdî (DILKURD).

Fevzi Bulgan ji Rûdawê re got: “Me rêveberiyeke nû ji komeleyê re hilbijart û em dê bi fermî navê xwe wekî Komeleya Dildarên Zimanê Kurdî (DILKURD) biguherin.

Em dê ji niha pê de xebatên xwe berfirehtir bikin û di demeke nêzîk de kampanyayên me yên ziman dest pê dikin.”

Fevzî Bulgan herwiha li ser navê komeleyê daxuyaniyek da û diyar kir ku Komeleya Dildarên Kurd, sazî û komeleyeke civakî ya sivîl, rewa, çandî û komeleya dildaran e û wiha got:

“Armanca wê ya sereke, zimanê Kurdî di makezagona bingehîn de bê naskirin û zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.

Li ser van mijaran em ji hemû sazî, hunermend û derdorên neteweyî û navneteweyî, mafên mirov, rayadarên herêmê û welatê me, ji karbidestên olî, ji sempatîzan û siyasetmedarên me, em hêviya piştgirî û hevgirtinê dikin.

Em dixwazin bê zanîn ku em bi hişmendî û baweriyê tevdigerin ku pêkanîna daxwazên me dê bibe sedema aştiyeke kûr û hewaya aştiyê di nav civakê de.”

Lijneyên DILKURD:

  • Lijneya Şêwirmendiya Bilind
  • Lijneya Hiqûq û Dîplomasiyê
  • Lijneya Perwerdeyê
  • Lijneya Çand û Hunerê
  • Lijneya Jinan
  • Lijneya Ciwanan

 

Endamên rêvebiriyê ya DILKURDê:

Fevzi Bulgan, Makbule Serçe, Velî Çelik, Aysel Esenlî, Kurtuluş Baştimur, Canan Yildirim, Leyla Sidik, Ramazan Taşdemîr, Sibel Naral, Arife Dundar, Ahmet Ozguven, Sabri Akgonul, Mehmet Sait Ozturk, Mehmet Nuri Çiftçi, Dogan Tendik, Selman Soner, Nevzat Yeşilbagdan, Adem Ok.

Komeleya Dildarên Zimanê Kurdî (DILKURD) dê di hefteyên pêş de endamên desteyên xwe ji raya giştî re eşkere bike.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *