KOMELA ÇANDA KARKERÊN KURDISTAN (KOÇ – KAK) KONGREYA XWE YA 27 AN PÊKANÎ

Li ser biryargirtin û vexwendina Komîteya Rêvebir, Kongreya Koç-Kak li Hollanda bajarê Arnhem li salona xanîyê komelê li darket.

Bi amadebûna piranîya endaman û piştî deqeyek temene girtin ji bo şehîdên Kurd û Kurdistan û hilbijartina endamên rêvebirina Kongreyê, dest bi civîna Kongreyê hat kirin.

Li ser rojeva ku ji alî Komîta Rêvebir hatibû pêşniyarkirin û ji alî endaman hate pejirandin, civîn bi rêve çû.

Komîta rêvebir di derbarên xebata komeleyê de raporên xwe pêşkêş kirin.

Rewşa welatê me Kurdistan ya sîyasî û civatî, bi Rojhilata Navîn û rewşa cîhanê ve girêdayî hat nîrxandin.

Ji alî endaman de li ser kar û xebata komelê bi giştî ya derbasbûyî hat rawestandin û wê di pêşerojê de çi xebat bê kirin hat gengeşekirin.

Bi giştî li ser rewşa jîyana Kurdên li dîyaspora dijîn, xabat û pirsgirêkên wan yê sîyasî, çandî, perwerde û entegrasyonê hat rewestandin.

Wek komele, endam û rêvebiran, pirsgirêk û berpirsîyarîyên xwe destnîşan kirin, ji bo kar û xebata li pêş Komelê biryar girtin.

Bi hêvî û temenîyên ji dil û hilbijartina Komîta Rêvebir Kongre bi dawî hat.

Rêvebirîya Komela Çanda Karkirên Kurdistan

KOÇ-KAK

2 gedachten over “KOMELA ÇANDA KARKERÊN KURDISTAN (KOÇ – KAK) KONGREYA XWE YA 27 AN PÊKANÎ

  1. Koç-Kak, piştî sala 1980, endam û rêvebirên PDK-KUK ku çûn Ewropa li çend welatên Ewropa (Almanya, Hollanda, Swed) hat damezrandin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *