Giringîya Ziman û Perwerdeyê jibo UNESCOyê û Cîhanê! 21ê sibatê ”Roja Zimanê dayîkê yê Navneteweyî”

Siddik BOZARSLAN

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO), di 1999an da biryar dabû ku her sal 21ê sibatê wek ”Roja Zimanê Dayîkê yê Navneteweyî” bê pîrozkirin û ev roj, cara pêşî, di 2000î da hat pîrozkirin. Ev roja watedar jibo kurdan û jibo zimanê kurdî jî gelek girîng e û divê kurd, di vê çarçoveyê da jî bixebitin da ku dezgehên navneteweyî zorê bidin dewleta tirk ku kurdî bibe zimanê resmî û perwerdeyê. Ji ber ku qedexekirina kurdî, di çarçoveya UNESCO û gelek dezgahên dî da jî sûcê mirovahîyê ye.

Rapora UNESCOyê ya 21ê sibata 2000î jibo zimanên li cîhanê, weha ye:

“Li gora Rapora Atlasa UNESCOyê, ya 21ê sibata 2000î li cîhanê 6000 ziman hene û ji wan zimanan 2500 li ber xetera tunebûnê ne.

Li gora Atlasa UNESCOyê, di sê nifşên dawîyê da (ango 60- 70 sal) 200 ziman winda bûne, 538ê wan di rewşeke xeternak (kritik) da ne, 502yê wan li ber xetereke ciddî ne, 623yê wan di bin xeterê da ne û 607ê wan jî di rewşeke xesas da ne. Li Tirkîyê jî 15 ziman di bin xeterê da ne ku kurdî jî di nav wan da ye û li wir jî 3 ziman winda bûne.

Li gora tespîtên atlasê, li Meksikayê dema du kalên Meksikî bi hevra şer bikin û ji hev bixeyîdin, ew ziman dimire. Li Eyaleta Alaskayê ya Amerikayê pîreka 89 salî bi navê Marie Smith Jones dema mirîye, ew zimanê Eyaki jî mirîye ku ew pê peyivîye û ew kesa dawîn bûye.  Rîya herî baş ku van zimanên windabûyî ji xeteran biparêze, pêwistî bi axiftina van zimanan heye û divê pêkanîna politikayên perwerdekirinê hebe.

UNESCO, neh pîvanan bi kar tîne ku zimanek di pîleyeke çawa xeternak da di bin xeterê da ye.

  1. Neqilkirina zimanekî ji nifşekî jibo nifşekî din.
  2. Jimareya kesan jibo zimanê ku pê diaxife.
  3. Kesên ku bi wî zimanî diaxifin, çend ji tevahîya nufûsa wê civatê ne.
  4. Guhertinên di qadên ku wî zimana tê bi karanîn.
  5. Tepkîya (reaksiyon) wî zimanî jibo qadên nû yên hawirdorê.
  6. Hînkirina wî zimanî, hebûna materyalên pêdivî jibo hînkirina xwendin û nivîsînê.
  7. Hewildan û politikayên dewletê û dezgehan, bi karanîna rewşa wî zimanî yê resmî jî di nav da ye.
  8. Hewildana rewşa kesên wê civata ku wî zimanî bipeyîvin.
  9. Hebûna cewher û mîktarê wesîqeyên (belgeyên) di derbarê wî zimanî da…

Tiştê herî giring jibo parastina zimanekî ew e ku şertên kêrhatî hebin; jibo kesên wî zimanî bipeyîvin û hînî zarokên xwe bikin.”

Di vê çarçoveya jorîn da statistikên ku hatine çêkirin nîşanê me didin ku; li vê cîhana heyî, di her deh rojan da dikare zimanek bimire û eger ev rewş welê bidome; ji nûha û du nifş pê ve, dê nîvê zimanên li cîhanê bimirin, winda bibin.

Dema cuwan dev ji zimanê xwe berdidin, mirina zimanê wan nêzîk dibe. Dema zarûk fêrî zimanê xwe nebin, ew ziman dimire. (min binê wê çixêz kir)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir