Kirmanckî ber bi windabûnê ve diçe: ‘Merdim bi ziwanê xwu rindek o’

Li gorî UNESCOyê zaravaya Kirmanckî (Kirdkî/Kirmanckî) di lîsteya zimanên li ber windabûnê de ye.

Rêje û amarên teqez nînin lê li gorî tê texmînkirin li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û dîasporayê nêzîkî 7 milyon Kirmanc hene û rêjeya axiveriya bi wî zaravayê Kurdî jî her ku diçe kêmtir dibe.

Saziyên ziman yên Kurdî ji bo vejîna Kirmanckî kar û xebatên xwe diomînin lê di vê astê de ji bo rizgarbûna Kirmanckî divê xebatên mezintir werin kirin.

Pispor û zimanzan di vî warî de bal dikişînin li ser erkê siyaseta Kurdî.

Ew dibêjin divê bi xebateke hevaheng hemû saziyên sivîl û siyasî kar bikin û dê û bav jî bi awayekî hişmend di jîyana xwe ya rojane de bi Kirmanckî biaxivin.

Li gorî Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) li cîhanê 18 ziman li ber windabûnê ne ku yek  ji wan zimanan jî zaravayê Kirmanckî yê Kurdî ye.

Li Amedê jî tîmeke ku ji 5 kesan pêk tê bi vê zanînê bi armanca vejandina Kirmanckî bi navê “Zazakî World” ango “Cîhana Kirmanckî” dest bi derxistina rojnameyeke mehane ya Kirmanckî kiriye.

Ev rojnameya nivîskî di halê heyî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yekane rojnameya Kirmanckî ye.

“Divê gelê Kurd xwedî li van xebatan derkeve”

Edîtorê Zazakî Worldê Mehmet Olmez got, “Helbet em dixwazin ji bo paşerojê bibin çevkaniyeke nû.

Hem ji bo xwendinê hem ji bo nivîsê, ji ber ku gele Kurd bi taybetî jî Kirmanc divê zêdetir li van xebatan xwedî derkevin.”

“Ji bo ziman winda nebe xebateke pir girîng e”

Parêzer û Siyasetmedar Sidki Zîlan wiha anî ziman:

“Ji bo ziman winda nebe xebateke pir girîng e. Em di vê meseleyê de bi dil û can dixebitin.”

Bi mebesta Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî jî li navenda sendikaya Egîtîm Sênê ya Amedê bi armanca balkişandina ser rewşa Kirmanckî û avakirina hişmendiya bo zimanê dayîkê bi beşdarîya zimanzan û nivîskaran semînerek hat lidarxistin.

“Em ji mezinen xwe dixwazin bila ziman hînî zarokên xwe bikin”

Nivîskar û weşanger Denîz Gunduz wiha axivî, “Em ji mezinen xwe û ji gele xwe dixwazin zimane xwe ji bîr nekin.

Hînî zarokên xwe bikin. Bila dersên hilbijarî hilbijêrin, bidin hilbijartin.

Banga me li saziyen Kurdan jî ev e bila giringiyê bidin ziman.”

Rêjeya axaftina bi Kirmanckî her ku diçe kêm dibe

Tê zanîn ku ji ber sedemên siyasî û aboriyê bi rêjeyeke zede Kurdên Kirmanc ji erdnîgariya ku lê diman koçî Ewropa û bajarên cuda kiriye.

Ji ber wê jî bi awayekî teqez hejmara Kirmancyan nayê zanîn lê li gorî texmînên zimanzan û lêkoleran li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derdora 7 milyon Kirmanc hene lê ji ber sedemên cuda cuda rêjeya axaftina bi Kirmanckî her ku diçe kêm dibe.

Malnişîn Elî Ozgen diyar kir, “Divê her kes bi zarokên xwe re bi zimanê xwe qise bike. Zimanê xwe nîşanî zarokên xwe bide.”

“Êdî tene pîr û kalên me qise dikin”

Radyoger Gulçîn Şanliyê got, “Em dibinin ku di nav jenerasyona nû de ji ziman dûr ketine.

Êdî tene pîr û kalên me qise dikin. Heke wiha dewam bike, heyf lê dê ber bi windabûnê ve here ev ziman.”

“Eger ziman bimire meriv jî dimire”

Karker Îlyas Batûgel ragihand, “Eger ziman bimire meriv jî dimire.

Ji bo ku Kirmanckî nemire ez bi Kirmanckî xeber didim û bi zarokan re jî bi Kirmanckî xeber didim.”

Roşinbîr û nuştoxo Kurd Roşan Lezgîn vano, “Merdim bi renge xwu, bi vengê xwu û bi ziwanê xwu rindek o. Eno ziwano rindek seba ke nemiro gereka her warê heyatî de bêro qisekerdiş.”

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *