KEŞTÎYA DEREWAN, WARGEHA DÎKTATORAN E!

Têkoşîna dîroka mirovahîyê, li ser astên wezna cudabûna ronahîyê û tarîyê; li ser bingeha rastî û şaşîyê; li rêzgirtina başî û xirabîyê her tim xwe domandîye. Ev dîrok, dîroka hêzên mîrovahîyê û dîroka dîktator û xêrnewazan e.  Bi gotinek din: çîroka împartorîyên bi xof û derewan e!

Gava mirov rûpelên dîrokê dizîvirîne, berdewamîya têkoşîna mirovahîyê dibîne. Dîrok, zanyarî û agahdarîyên di derheqê xirabî û derewan de pir bi zelalî radixe ber çavan. Her zanyarîyek, her bûyerek li gor dem û şertên xwe, xwedî  hişmendîyek kûr e.

Bi gotin, bi nivîs, bi wêne, bi çavsorî  û bi çîrokên cûda, dîroka propagandayên reş û rûreşîya neyarên mirovahîyê, pirê caran raxistîye ber çavan. Hêzên serdest û mêtînkar, xwestine wê dîrokê berevacî bikin û desthilatdrîya xwe bidomînin. Lê hêzên azadîxwaz û pêşverû, her dem  li hemberî neheqîyên civakî û mirovî derketin, têkoşînek pîr û pak domandine.  Ev têkoşîn,  her dem di nav sêqolî ya DO, ÎRO û SİBÊ de wê bidome.

Di van salên dawî de, rewş û helwestên “rewşenbîr”ên Kurd; nakokî û pirsgirekên nav rêxistinên gelê kurd,  serûbinîya nav civata kurd, piştgirî û hevkarî ya sîyasî  ya dişibe tîmên werzîşê, weke ba û bahozan tevna civatê hildiweşîne.  Dan û sitenDunyên bi hevra, dîyalog û zimanê li hemberî  hev bi kar tînin, zerar û ziyanek mezin dide doza Kurdîstanê. Bingeha civatê roj bi roj av dikşîne û her diçe ber bi xirabîyê diherike. Mirovên dilsoz û welatparêz bi êş û birînên van bûyeran dinalin û diqîrin, hawar û gazinan dikin; lê weke di nav gelîyekî kûr de ev deng li wan vedigere. Bêdengî û bêhelwestî, mirovan ditirsîne. Bayê propagandaya reş,  civatê ber bi tunebûnê, ber bi pûçkirinê, ber bi rizîbûnê dibe. Xurandina birînan feydeyek nade tu alîyekî. Ji bilî dijmînê Kurd, wê herkes wunda bike. Poşmanî û li xwe mukurhatina dawî jî, wê feyde neke…

Sekin û dijberîya di nav partî û rêxistinên Kurd, helwestên li dijî dagirkeran û li dijî destkeftîyên Kurdîstanê mirov zêdetir diêşîne. Hinek jê, dev ji dagîrkeran berdane, dixwazin  xwîşk û birayên xwe bifetisînin an bikujin. Ev helwest û stratejîya li ser şerê nav xwe tê meşandin, stratejîyek şaş û pîlanên qirêj in ku girêdayî dewletên dagîrker in. Ev rewş, bi xwe re gelek pirsan tîne! Bersîva van pirsan kûr û dirêj in. Helwestên alîgiran ku hemberî hev nîşan didin, dahatûya Kurdîstanê tarî dike û alozîyên civakî geş dike.

Çîroka her partî û rêxistinek Kurd cûda cûda ye. Avakirin û geşbûna wan, têkoşîn û destkeftîyên wan, xirabî û başîyên wan, serfirazî û têkçûnên wan weke wêneyekî li ber çavan e! Encama zirar û ziyanan jî,  wêneya destkeftîyên  îro li holê ne.

Dîroka têkoşîna gelê Kurd û dîroka gelên Dunyê, wargeha fêrbûn û zanebûnê ye. Pirî caran dem û bûyer cûda ne, lê encam û pêkhatî wek hev in. Di bin ronahîya van dîtinan de, ez dixwazim bal bikşînim ser propagandaya reş. Lewra ev ziman zimanê rûreşî û îxanetê ye…

Di sîyaseta partîzanî û îdeolojîk de, zimanê tûj, berçavkên hespan û asoyek kor serdest e!  Rê û rêgehên îdeolojîk, raman û alavên rêxistinbûnê, li gor berjewendîyên wan tê durustkirin. Di nav demê de, kelecanî û hêzbûna wan, perdeyek reş û îdeolojîk radixe ber çavên wan. Destpêka jiyanê bi xwe ve girêdidin. Jiyana xwe bi derewên mezin dixemilînin û bêhêvîtîyê weke hêvîyê difiroşin.

Ji bilî xwe tu hêz û qewetekî nasnakin. Dixwazin civatê li gor îdeolojîya xwe bihûnin û perwerde bikin. Piştî demek şûnda, di nav refên xwe de, di nav civatê de helwestên cûda, hêzên cûda weke neyar dibînin. Tirsa têkçûnê, wan ber bi şaşî û xirabîyan ve dikişîne,  sedemên şaşî û xirabîyên xwe, li dervayê xwe digerin. Guneh û tawanên xwe, dixin histuyê raqîbên xwe. Ji ber vê yekê, her dem hebûn û qedera xwe di qeyranan de dibînin. Kengî nakokîyek di nav wan de peyda dibe, têkçûn an cûdabûnek sîyasî derdikeve holê, ji bo bala girsa xwe ji pirsgirêkan dûr bixin, rojevê diguherînin, qeyranên derewîn derdixin an “neyarekî rojane” peyda dikin: Bi vî awayî girseya xwe, alîgerên xwe li gor rojeva derewîn mobîlîze dikin. Ev taktîk, di propaganda reş de, taktîkek sereke ye. Di hemû deman de bi kar hatîye û îro jî didome.

Zimanê tûj û îdeolojîk, xwarin û vexwarina xwe ji derew û tirsê digire. Weke em hemû dizanin, li dunyê gelek partî û rêxistinên îdeolojîk li ser civatê desthilatdarîya xwe bi darê diktatorîyê ava kirine. Di bin rengên olî an civakî de, rengê îdeolojîyan yek reng e, yek deng e û yek serok e. Demên împaratorîyan, demên şerê cîhanê, li Almanya, li Îtalya, li İspanya minakên balkêş di rûpelên dîrokê de cîh girtine. Di demên nêzîk de, mînaka herî balkêş li Kamboçya pêk hat. Dîroka Kamboçya ya bixwîn, di bin desthilatdarîya “Khmer Rouge” (Kızıl Kmerler) de pêk hat. Di nav civatê de weke rejîma POL POT, tê binav kirin. Ev rêxistina tundrev, di demek kinde 2 milyon mirov kuşt û Kamboçya bû welatekî gorîstana îdeolojîyek rûreş. Li Efrîka, li Amerîka Latîn û li Asya Navîn bi dehan rêxistinên îdeolojîk û tarî li serê gelê xwe desthilatên dîktatorî ava kirine! Civat dîl girtin, hemû dezgehên dewletê li gor berjewendîyên xwe bi karanîne. Civata xwe sedsal paşve kişandine. Em dikarin bi dehan mînakan nîşan bidin, lê hewce nake nivîsê dirêj bikim. Yên bixwazin fêr bibin dîrok li benda wan e.

Li Îtalya,  di dema  desthilatdarîya Mussolonî de, faşîzm, di kolanan de, bi alîkarîya “Xortên Qutik Reş” (Kara gömlekliler-Camicie nere ya da Squadristi) bi cîh kirin. Li Almanya di dema Hîtler de, faşizm bi destê ciwanên tîma parastinê (SS- Schutzstaffel) hat bicîh kirin. Hûn jî baş dizanin ku Nazîyan, terorek bê sînor bi kar anî û dunya kirin gola xwînê! Di encama wê terorê de, bi milyonan mirov hatin kuştin.

Mixabin îro em dibînin bayê terorê li dunyê belav dibe. Li erdnîgarîya em li ser dijîn, hinek fotokopîyên Qutik Reşan, di kolanan de, dest bi terorê dikin. Yên weke wan nafikirin teror dikin an cîh li wan teng dikin. Dixwazin “kirasekî reş” li civatê bikin. Ev derûdorên dixwazin bi terora îdeolojîk civatê bitevizînin, nizanin xwe jehrdadayî dikin. Civatek yek reng û yek deng, ji pîvanên demokrasî û hûqûqî bêpar e. Êrîşên terorî, di bin çi navî de bê kirin, zirarê dide gelê Kurd. Têra xwe neyar û dagirkerên hov hene û bi salan e, welatê me terorîze dikin. Pêwîst nake em vegerin salên borî… Başûr û Rojevayê Kurdîstanê li holê ne û herdû jî mînakên zîndî ne.

Pêwîstîya me hemûyan bi hev heye, em bi hevra hene û bi hevra dikarin serfiraz bibin.Ji bilî vê,  parastin û reşandina tovê neyartîyê ya di nav rêxistinên Kurd de, dijîtî û neyartîya di nav gelê Kurd de, tawanbarîya herî giran e. Tu kes, tu hêz nikare xwe li hemberî dîrokê biparêze. Xirabkirin, ji çêkirinê û ji avakirinê hêsantir e, lê encam qiyamet e!

Dîrok şahid e, li kîjan welatî gava desthilatdarî li ser bingeha zilmê hatiye damezrandin, di dawîya dawî de ew desthilatdarî dîsa bi darê zorê têkçûye. Ew hêzên di bin navê cûda an “şoreşger”îyê de, di kolanan de bayê terorê nîşan didin, bi destê xwe hovên xwe diafirîne. Divê yên xwedîtîyê li wan dikin, rojek zûtirîn rê li ber êrîşên wan bigirin û civata Kurd ji êş û birînên nû biparêzin. Ev helwest helwestek netewî ye. Di hemû deman de, ba û bahozên zilmê, di dawîya dawîn de qesra xwedîyê xwe hilweşandîye. Bi derewan keştî nameşe. Dîrok şahidê her tiştî ye, kesên dixwazin, di bin kirasê zilmê de civatê li gor reng û berjewendîyên xwe ji nû ve dîzayn dikin; bila vegerin li rûpelên dîrokê binêrin. Tu carî nûbûn, guhertin û vejîn di nav gola xwînê de pêk nehatîye.

Ji bo muqayesebûnê û rastîya rojevê bê zanîn, ez dixwazim çend takîk û gotinên Goebbels bi we re par bikim. Ka binêrin ji we re nas tê an na! Weke hûn dizanin, di dema desthilatdarîya Nazîyan de, di nav salên 1933 -1945 an de, Paul Joseph Goebbels,  mêjîyê Hîtler e û wezîrê propaganda û ronîkirina civatê bûye. Bi derewan, bi dek û dolaban çewa civata Alman tevizandîye, jahrî kirîye û qir kirîye bibînin:

Ji felsefe û taktîkên propagandaya Goebels çend mînakên girîng:

Derewan bikin, yên bawer bikin wê derkevin. Nebe, dîsa derewan bidomînin. Hûn tiştekî çiqas zêde dubare bikin, wê ewqas mirov bawer bikin..”

“Derewên hûn bikin çiqas mezin be, wê ewqas bi bandor be û hêsanî mirov wê pê bawer bikin.” 

“Bi derewan gel germ bikin, rê nedin bila sar nebe.” 

“Gel, li gor derewên biçûk, bi piranî, ji derewên mezin bawer dike.”

“Tu carî kêmasî û şaşîyên xwe qebûl nekin.” 

“Tu carî serfirazîya yên hemberî xwe qebûl nekin.” 

“Tu carî ji bilî xwe ji kesî re cîhê tevgerê nehêlin.” 

“Tu carî qebahat û tawanbarî negirin ser xwe.” 

Tenê li ser reqîbê xwe bisekinin û mesûlîyeta hemû xirabîyan, kêmasîyan bavêjin ser wan.” 

“Qanûn ne efendîyê jiyana dewletê ne, xizmetkarê polîtîkayên dewletê ne.” 

“Medyayek bê ûjdan bidin min, ezê gelekî bêmêjî pêşkêşî we bikim.” 

“Her dem li derdora xwe, arteşa şelaf û xulaman kêm nekin.” 

“Serokekî xwedî karîzma û bi prestîj, karê propagandayê hêsantir dike.” 

“Gotina yekem kî berê bêje û biqîre, ew bi ser dikeve.” 

“Ya girîng ne rewşenbîr in, gel e! Lewra xapandina gel hêsantir e!” 

“Hûn çiqas tiralîya mejîyê mirovan bibînin, hûn dikarin her tiştî bi wan bikin.”

Hîtler jî gotîye:

“Dayîka xirabî û nebaşîyan, azadîya ramanê ye.”

“Bergirîya herî baş êrîşkirin e!”

“Dîktator, weke mirovê li ser bisiklêt e, gava lingê xwe bikşîne û pedalê nezîvirîne, werdigere.”

Piştî van taktîk û rêgeha felsefa derewan, tiştek bala we nakişîne? Ka li rojeva welatê xwe û ya dunyê binhêrin!? 

Cano Amedî -28-03-2017

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir