”Ker tirkî nizane”

Siddik BOZARSLAN

”Salên 1930yan salên harîtîya Kemalizmê bûn. Di wan salan da li Almanyayê nazîzma Hîtler û li Îtalyayê faşîzma Mussolînî çi bûn, li Tirkîyê û li Kurdistana Jorîn jî Kemalîzma Kemal Paşa ew bû. Rejima wî dîktatorê Selanîkî, li Kurdistana Jorîn bûbû wek mengeneyek û gelê Kurd dişidand û diperçiqand.

Di wan salan da, rejima Kemal Paşa di bajarên Kurdistana Jorîn da zimanê kurdî wek zimanê peyvînê jî qedexe kirîye. Kemal Paşa û hevkarên xwe dizanîn ku nikarin di gundên Kurdistanê da zimanê kurdî qedexe bikin û jibo pêkanîna biryara qedexekirinê li her gundek qereqolek ava bikin û birrek polês nobedar bidin ser gundîyan, wan bigirin binê qontrolê. Ji ber wê yekê, xwestine ku ji bajaran dest pê kin û zimanê kurdî berê di bajaran da tune bikin û ji holê rakin, paşê jî bi awayek dest bavêjin gundan. Amanca Kemal Paşa û hevkarên wî ya dûwayîn ew bû ku bi qedexekirina zimanê kurdî, bere bere gelê kurd asîmîle bikin û dûwayî li hebûna wî ya neteweyî bînin. Qedexekirina zimanê kurdî di bajarên Kurdistanê da heta mirina Kemal Paşa jî dom kirîye.

Di wan salan da, kesên ku li bajarekî Kurdistana Jorîn bi zimanê kurdî peyivîne, polêsên Kemal Paşa ew girtine birine qereqolê û ji ber ku bi kurdî peyivîne hem li wan hêrs bûne, hem jî ji ber her careka kurdî ve pênc quriş cezayê diravî ji wan standine.

Aha di wan salên harîtîya Kemalizmê da, rojek ji rojan, gundîyekî kurd kerê xwe yê barkirî ajotîye û çûye bajarê Amed. Dema ketine nava bajêr û gîhane serê sûkê, ji rûyê pirrbûna mirovan û paytonan û qîrîn û nalîna sûkê, kerê mêrik tirsaye û newêrîye pêş ve here, hema di cîyê xwe da rawestaye û maye. Mêrik ji alîyek ve bi çovan li zikê kerê û qorekên wî xistîye, ji alîyek ve jî bi kurdî qîrîyaye ser û weha gotîye:

-Ço, mîratê heram! Çi zirravê te qetîya ku tu rawestayî! Tu çi bizdîyayî mîrat! Ço, mîratê bêxwedî, ço!

Di wê gavê da çima polêsek di ber mêrik da derneketîye! Polês hema bi milê wî girtîye û ew birîye qereqolê, li wir bi qomsêr daye zanîn ku ew bi kerê xwe ra bi kurdî peyivîye. Qomsêr hêrs bûye û qîrîyaye ser mêrik:

Mêrik şaş bûye û maye:

-Min çi sûc kirîye ku ez ceza bidim?

Qomsêr sûcê wî pê daye zanîn:

-Tu li sûkê bi kerê xwe ra bi kurdî peyivî, sûcê te ew e! Ma tu nizanî ku zimanê kurdî bi fermana hukumeta Komara Tirkîyê hatîye qedexekirin!

Mêrik weha li qomsêr zivirandîye:                                                                                                                                                      -Eger sûc ev be, bi Xwedê ev ne sûcê min e, sûcê kerê min e! Lewra kerê min tirkî nizane! Ji ber wê yekê jî ez mecbûr bûm ku bi kerê xwe ra bi kurdî peyivîm!” (M. E. Bozarslan, eynê eser, r. 32-33)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *