ji bona kaos çê bibe êrîşa DAEŞ-ê û PKK-Haşdî Şabî li Iraqê, Sûriyeyê, Kurdistanê

Îbrahîm GUÇLU

Ez naxwazim ku DAEŞ çima ava bû û dewletan bi çi armancê DAEŞ avakirin analîz bikim. Lewra di derbarê DAEŞê de bi salan e ku analîz tên kirin.

Lê di mijara DAEŞê de çend pirsên girîng hene. Divê ev pirs bên bersîv kirin.

 

Pirsa yekemîn: Emerîka û 56 dewletên hevalbendên Emerîkayê DAEŞ ji bona xwe dijmin îlan kirin. Lê li hemberî DAEŞê bi xwe şer nekirin. Emerîka û tîfaqkarên wan dewletên mezin bûn û xwedîyê teknolojiyeke gelek mezin bûn û xwedîyên çekên mezin, bi xwe li hemberî DAEŞê şer nekirin. Şerê DAEŞê, xwestin ku bi destê hêzek din ya terorîst PKK bi awayekî wekaletê bimeşînin. PKKê jî bi hezaran ciwanên kurd ji bona berjewendî û desthilatdarîya xwe ya otorîter û gurubî, ji bona berjewendiya Emerîka û dewletên hevkar bi Emerîkayê dan kûştin. Bi vî awayî dijminên kurdan hatin zêdekirin. Bi taybetî jî miletê kurd, ji bona DAEŞê kirin armanceke domdar. Loma jî di destpêkê de DAEŞê, li hembertî kurdan, li Şengalê û li heremên din yên Kurdistanê qetlîam pêk anî. Zarok û jinên kurd revandin. Tiştên gelek xirab anîn serê wan. 

Pirsa duyemîn: Emerîka piştî ku got DAEŞ qedîyaye û bi hezaran malbat û DAEŞî dîl hatin girtin. Ew kesan neşandin welatên jê hatine. Li Kurdistanê Hesekê û li ciyê din zîndan kirin. Ev yekê diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê, bi destên xwe û PKK/PYDê, wek çekên nûkleer bi cî kir. 

Li Kurdistanê Hesekiyê çend rojan berê DAEŞê êrîşî hepisxaneyê kir. Gelek ciwanên Kurd hatin kûştin. Bajarê kurdan Hesekî ket bin xeterîyeke mezin. 

Li vir pirsgirêkek girîng ew e ku Hesekê, di bin kontrola Emerîka û PKK/PYDê ye. bi hêzeke mezin tê parastin; kontroleke xûrt ya hewayî û îstîxbaratî heye; ji alîyê din de DAEŞî çewa heta bajarê Hesekê hat û ketin nav hepisxaneyê pirseke gelek girîng e. 

Divê di vê pirsê de Emerîka û PKK/PYDê hesap bidin. Lewra em dizanın ku PKK/PYD, li Kurdistanê nahêle ku mirîşkek kurdan bifire. Di wextê de û bi lezûbez destwerdan dike. Baasê, ji bona xwe, li her malekê sixûrek çêkirîye, ku nikare, hatina DAEŞê tespît bike. Ewqas hêzeke mezin ya DAEŞê, çewa hat nav bajêr û hepisxaneyê?

 ENKS, di daxuyanîya xwe de, ji Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê daxwaz dike ku berpirsiyarîya xwe li ser parastina navçeyê û piştevanîkirina aramîyê, bi rêya îdareyeke hevbeş bigre ser xwe, ku hemû pêkhate tê de beşdar bibin.

Herwiha daxwaz dike ku çareserîyek derbarê bi hezaran girtîyên DAIŞê de bibînin, ku niha li navçeyê ne û hikûmetên welatan werin neçarkirin ku welatîyên xwe werbigirin û dadgeh bikin.

ENKS, ji Fermandarîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) jî daxwaz dike ku dawî li binpêkirinên PYDê bîne, ku bi navên cuda cuda ve azadî û karê siyasî û yekhelwestîya Kurdan dikin armanc.

Şeva pêncşemê zêdetirî 100 çekdarên DAIŞê êrîş kirin ser Girtîgeha Xiwêran, ku ji aliyê hêzên Kurdî ve, li parêzgeha Hesekê tê birêvebirin. Li gor amaran, heta niha 45 şervanên HSDê û pasevanên girtîgehê, di wê êrîşê de jiyana xwe ji dest dane û bi dehan çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.

Pirsa sêyemîn: Emerîka piştî demekê got ku DAEŞ hat qedandin. Lê demeke dirêj derbas nebû êrîşên DAEŞê li Iraqê û li Kurdistanê û li Sûriye`yê dest pê kir. Di hemandem de li Afganîstanê û li dinyayê gelek welatên din jî DAEŞ derket holê û li wan hemû welatan kaos çêkirin, qetlîam pêk anîn.      

Berîya demekê, bi taybetî jî piştî hilbijartinên giştî, li Kurdistanê, DAEŞê dest bi êrîşan kir. Bi dehan pêşmergên Kurdistanê hatin kûştin. Li Kurdistanê, xwest ku tevlihevîyeke mezin pêk bîne. 

Pişt re jî, li hemû Iraqê dest bi êrîşekê kir. Loma jî li hemberî DAEŞê operasyoneke mezin li Iraqê û Kurdistanê dest pêkir û hîn jî didomîne. 

Gelo DAEŞ neqedîya be, Emerîka çima got ku DAEŞ qediyaye? Eger qediyaye, gelo ji nûve çima derket rojevê û kî wan bi kar tîne, divê ev jî ji aliyê Emerîka ve bê diyar kirin. 

Lewra di derbarê DEAŞê de, zêdetir Emerîka xwedîyê agahdariyê ye. Divê ev agahdarîyên xwe bi dinyayê re, bi hemû dewlet û miletan re parve bikin. 

Dema ku êrîşên DAEŞê li Iraqê û Kurdistanê xûrt bûn, di hemandemê de PKK û Haşdî Şabî jî êrîşên xwe di domandin. Piştî êrîşa DAEŞê ya li ser hepisxaneya Hesekê, PKK-Haşdî Şabî, êrîşê li Şengalê xwe xûrttir kirin û êrîşî pêşmergeyên Roj kirin. 

Gelo ev êrîşan sitfeyî li ev tên û bi hev re derdikevin û xûrttir dibin? 

Bersîva vê pirsê aşkere ye. Rêxistinên terorîst bi hev re tevdigerin. Baş tê zanîn ku beriya 2-3 salan PKK/PYD DAEŞî ji hepsê berdan, kirin leşkerên xwe. Yanî ew leşkerên bi pera yên Emerîkayê ne, DAEŞî ji kirin leşkerên xwe yên bi pera.

Şerê DAEŞê û şerê PKK-Haşdî Şabî jî li Iraqê jî ji bona ku hikûmeta Iraqê ava nebe û kaoseke mezin derkeve. Tê zanîn ku Îran û hevalbendên wê ji encama hilbijartina giştî ya Iraqê ne rehetin. Erîşa PKK û Haşdî Şabî bir daxwaza malîkî dest pê kir. 

Derbarê hewlên PKK, bi derxistina şer ligel Hêzên Pêşmerge, Qayimeqamê Şingalê dibêje, PKK bi fermana Nûrî Malikî şerê Pêşmerge dike û Şingal ne cihê PKKê ye û divê zû ji navçeyê derkevin.

Mehma Xelîl Qayimeqamê Şingalê, ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro serê sibehê çekdarên PKKê, li Xanesorê êrişî ser Hêzên Pêşmergeyên Roj kirin. Diyar e ew şer bi fermana Nûrî Malikî bûye.” 

Xelîl wiha got: “Kurdên Êzdî, bi ti awayî hebûna PKK li Şingalê qebûl nakin û Şingal ne cihê wan e ku pirsgirêkan ji Herêma Kurdistanê û Şingalê re derxînin, lewma jî em bi tu awayekî qebûl nakin PKK sivkayetîyê bi pîrozîyên me bike.” 

Qayimeqamê Şingalê ragihand: “Em rastî karesateke mezin hatine û em rê nadin ji ber berjewendîyên derve, PKK Şingalê rastî karesatekê bike û rê ji Malikî re veke ku bi Şingalê bilîze.” 

Pisporek di warê siyaseta PKKê de, zêdetir tekez li ser gotinên Qayimeqamê Şingalê dike û ji malpera KDP.info re dibêje: “Ew karê ku çekdarên PKKê îro kirin, piştrast dikin ku ew çeteyên navdewletî ne û berdewam amade ne, xwe bixin xizmeta berjewendîyên dijminên Kurdistanê.”

Diyarbekîr, 27. 01. 20022 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *