Kelîmullahê Tevehûdî – Bavê nasyonalîzma kurdî li Xorasanê

Mehdî Jafarzade

Kelîmullahê Tevehudî ji bilî dîroknivîsîyê, di warên muzîk û folklora kurdî da jî şareza ye. Wî bi tenê weke ansîklopedîyekê û wek enstîtûyekî li ser çanda kurdî kar û xebat kiriye. Tevehudî yekem kes e ku binyada berhemên dîrok û nasnameya kurdên Xorasanê danîye. Hemû jîyana xwe li ser çand û dîroka kurdî daniye û bi hezaran belge û destnivîs ji bo dîroka kurdan berhev kirine.

Kelîmullahê Tevehudî naveke nasyar ji bo her kurdekî. Ew di warê lêkolîn û nivîskarîyê da bi qasî Şerefxanê Bedlîsî mezin e. Sala par Komeleya İbrahîm Ehmed ya li Silêmanî ji bo qedirgirtina xebatên Tevehudî xelatek pêşkêşî wî kir.

Kelîmullahê Tevehudî ku nasnava wî Kanîmal e, sala 1941ê li gundê Oxazê yê Şîrwanê ji dayîk bûye. Kurdên Xorasanê beşeke mezin ji nasnameya xwe dêyndarê xebatên Tevehudî ne. Ew li Xorasanê weke bavê nasyonalîzma kurdî tê binavkirin. Vî navî gelek kêşe sa Tevehudî saz kirine! Ji bo nivîsîna kitêbên xwe çendîn caran hatîye girtin û şikencekirin.

Kelîmullahê Tevehudî kurê Şêx Esedullahê Tevehudî Rûhanî yê binavûdeng yê eşîreta Sêvkan e. Mala bavê wî weke civateke çandî-mezhebî bû ku ji bavûkalên wî weke mîrat ji wan ra mabû û piştra jî gihîşte Kelîmullahî. Dema ku Tevehudî çavê xwe li dinyayê vekir, berî her tiştî kitêbên stûr yên bavê xwe dîtin. Li gel wan pirtûkan mezin bû û gihîşt. Şevbihorkên payîz û zivistanê li mala wan li dar diketin. Wî ji devê çîrokbêj û mesnewîxwanan dîroka lehengî û mêrxasiya pehlewan û sînorparêzên Xorasanê bihîstîye. Dema xwe ya zaroktîyê hertim li civatên alim û xwendeyan derbas kirîye. Tevehudî çîrokên Serdar Êwezê Celalî, Tuhfegul, Cecoxan û Arazmehmed di van civatan da bihîstîye. Bi ser van ra jî mala Mele Remezanê Tevehudî apê Kelîmullahî jî hertim cihê dengbêjan û sazjenan bûye. Carinan ew jî beşdarî civata dengbêjan û hunermendan bûye. Piştra dema ku li ser çand û muzîka kurdî xebitîye ev tecrube û civat gelekî bi kêrî wî hatine.

Tevehudî sala 1948ê çûye dibistana Rûdekî ya Oxazê. Lê civatên çandî û hunerî yên mala bavê wî û mala apê wî bandoreke mezin li ser kesayeta wî danîye. Hertişt ku di wan civatan da bihîstîye di bîr û hafizeya xwe da parastîye û ezber kirîye.

Kanîmal li Zanîngeha Firdewsî ya Meşhedê xwendina xwe diqedîne û li wir lêkolînên xwe li ser dîrok û çanda kurdan dest pê dike.

Piştî ku ew ji serbazîyê vedigere, ji bo tomarkirina dengan denggirekê (zebt) dikire û dest bi karê berhevkirina muzîka herêmê dike. Gelek stranan ji dengbêj û hunermendên Xorasanê tomar dike ku arşîva wî zêdetirî 100 saet muzîk û dengan dihewîne.

Zêdetirî 15 pirtûkên wî hatine çapkirin. Bi dehan pirtûkên wî jî amadeyî çapê ne lê ji ber kêşeyên aborî û darayî imkana çapkirina wan nîne. Piştî demekê ew weke berpirsê kitêbxaneya giştî ya bajarê Meşhedê dest bi kar dike. Ew xwe li wir digihîne çavkanî û jêderên dîrokî. Bi hezaran belge û destnivîs di arşîva wî da hene ku sa dîroka kurdan gelekî bi erc û qêmet in.

‘Hereketa Dîrokî ya Kurd Ber bi Xorasanê’

Girîngtirîn berhema Tevehudî kitêba bi navê ’Hereketa Dîrokî ya Kurd Ber bi Xorasanê’ ye. Vê kitêbê gelekî deng daye, heta niha 6 cild hatine çapkirin. Cilda yekem sala 1980ê hate çapkirin û dengekî zêde vedaye. . Lêkolîn û nivîsên Tevehudî weke pireke dîrokî pêwendîya kurdên Xorasanê bi Kurdistanê ra ava kir. Kurdên ku piştî çend sedeyan ji koçberbûna xwe, dîroka xwe ji bîr kiribûn; bi xwendina kitêbên wî bi xwe hesîyan û xwe nas kirin.

Tevehudî niha li gundekî li bajarê Şîrwanê dijî. Hîn jî xebata xwe li ser dîrok û çanda kurdî didomîne. Tevehudî dibêje: “Di cihana îroyîn de em bêyî piştevanîya çandî ya têr û tijî nikarin karê xwe pêşve bibin û divê em ji bo parastina çanda xwe li benda ti kesî nemînin.”

http://www.basnews.com/index.php/kr/reports/493330

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *