Erdhejê zîyana canî û madî gîhand gelê me yê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê

Erdhejê zîyana canî û madî gîhand gelê me yê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê
Şeva 12yê Mijdara 2017an li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê erdhejeke bihêz rûda.
Erdhej li Rojhilatê Kurdistanê herî zêde li bajarê Kîrmanşahê, li Başûrê Kurdistanê jî li Bajarên Helebçe û Derbendîxanê ziyana canî û madî gihand gelê me.
Li Rojhilatê Kurdistanê nêzîkî 330 kesan , li Başûrê Kurdistanê jî 7 kesan jiyana xwe ji dest dane.Li Rojhilatê Kurdistanê ji zêdetirî 2600 kesan , li Başûrê Kurdistanê jî ji zêdetirî 300 kes birîndar bûne.
Li gorî Navenda Jeolojiya Amerîkayê bihêziya erdhejê 7.5 Rêxterê bûye.
Erdhej li gel Bajarên Rojhilat û Başûrê Kurdistanê, li gelek bajarên Bakur û Rojavayê Kurdistanê û li gelek welat3en Rojhilata Navîn jî hate hest pê kirin.
Xwedê hemû qurbanîyên erdhejê bi rehma xwe şad bike. Cîhê wan bihuşt be.Serê malbatên qurbanîyan û yê gelê me sax be.
Em bangî xêrxwazan dikin ku bi rêya dezgehên resmî û sivîl yên Başûrê Kurdistanê alîkarîyên xwe bigihînin mexdûrên erdhejê yên li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê. 13.11.2017
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *