Karaktera Dewleta Tirk û Armanca Dagîrkirina B.Rojava

Xewn û xeyala nîjadperest û faşîstên tirk in (xwedîyê ramana “Sêva Sor” in) ku dibêjin: “emê ji Adrîyatîk heta Sûra Çîn serwerîya xwe ava bikin!” Ev îdeolojîya êrîşkar û dagîrker, herdem bûye armanca rêvebirîya dewleta tirk.

Tevlî ku ji alî Kemalîstên çep û rast yên desthilat ku muslumanên ne Kemalist li dervî desthilatê û misêwa di bin zext û zorê de hatin hîştin jî, tevgera Fethullah Gulen, ji bo mina Împaratorîya Osmanî, li ser alema Îslamê dewleta tirk serwer bike, ket nava hewldana tasfîyekirina Kemalîstan û serwerbûna dewleta tirk. Loma di her beşê dewleta tirk kadirên xwe bicîh kir, di nav civata tirk û li nav tirkên li ewropa bi rêxistin bû, li Erebîstan, Efrîqa û Qafkasya dest bi vekirina dibistanên tirkî kir.

Bi seroktîya R. T. Erdogan AKP, wek beşek vê tevgerê derket holê û bi piştgirîya wê bû desthilat. Pêşî Kemalîstên desthilatdar, bi tundî li dijî AK Partî û hukumetbûna wê derket û doza girtina wê ji alî Dozgerê Komarî dan vekirin.

Lê rêvebirên dewleta tirk bala xwe danê ku lingekî stratejîya wan seqet e, loma bi îslamîstên Neo Osmanî re rêya yekîtîyê hilbijartin. Beşên Kemalîst (Ergenekon) û yên îslamîst (Cemaata Gulen) ku li dijî vê projeyê derketin jî bi tundî û bi kedîkirin tasfîye kirin.

Îdeologên vê demajoya nuh nasyonal sosyalîstên mîna Yalçin Kuçuk û D. Perînçek in. Yalçin Kuçuk digot: “dewleta tirk ya wê biçûk bibe yan wê mezin bibe!” Ji alîkî D. Perînçek ji alî din ve D. Bahçeli gotin: “Erdogan ket rêya me û daxwazên me pêk tîne!”

AKP, muslumanên di bin guvşa dewletê ku wek “yobaz” dihatin bi navkirin, welê entegreyî dewletê kir ku êdî her yek bû nîjadperestekî dewleta mêtinkar. Ev nîjadperest, bi teşwik û piştevanîya vê rejîmê, hatin rewşa ku ji bo çima bi kurdî dipeyivin kal û ciwanên kurd dikujin û diricîmînin!

Hîn di dema serokwezîrîya A. Davutoglu de, Erdogan û rayedarên AKP digotin: “kişandina sînorên ‘Mîsaqî Mîllî’ mafê me ye” ku wê demê, dagîrkirina Başûr û Başûrê Rojavayê Kurdistanê destnîşan dikirin.

Ji projeya dewleta tirk ya dagîrker re astenga herî mezin hêzên Kurd yên netewî ne ku doza serxwebûnê, avakirina dewletê û yekîtîya xaka Kurdistanê dikin. Çimkî li perçeyekî Kurdistanê, kurd mafekî bi dest bixin jî him perçeyê di bin destê wan de dikeve xetereyê û him jî xeyala wan ya “Tûran” derba mirinê dixwe! Loma mêtinkarîya tirk, dîvîyabû proja xwe ya ‘Mîsaqî Mîllî’ bi hêza qaşo Kurd ya herî mezin bida parastin. Bi devê serokê pkk’ê yê rehîn, him mafê dewleta tirk ya li ser xaka nav sînorên ‘Mîsaqî Mîllî’, him parastina yekîtîya xaka di bin kontrol û dagîrîya dewletên neteweyî yên mêtinkar û him jî bi xetek sor li dij derketina serxwebûna Kurdistan, bi eşkereyî bi partîya qaşo “nûnera kurd” bida parastin. Loma mêtinkaran daxwaza xwe kir bingeha siyaset û stratejîya vê partîyê.

İro dagîrkirina xaka Başûrê Rojavayê Kurdistan ji alî mêtinkarîya tirk, li gorî îdeolojîya senteza “Sêva Sor û Osmanîya Nuh” û stratejîya bidestxistina herêmên petrolê yanî deverên “Mîsaqî Mîllî” ye.

Ji bo gehîştina vê armancê, ya wê bi kurdan re hevkarîyê bikin yan wê kurdan bipelêxin. Di herdu rewşan de jî divê berê-berê êrîşinî dijwar û devbixwîn bikin, da ku kurdan çavtirsandî bikin ku bi çarenivîsa xwe razî bibin.

Ji bo dagîrkirin û qetilkirina gelê Kurd, nehêlin kes dengê xwe bikin jî, bahane pkk ya “terorîst” e û seksîyonên wê yên li her perçakî Kurdistanê hatiye bi rêxistinkirin e.

Îro dewleta dagîrker û mêtinkar ya tirk, derdora Zaxo û heta Batûfa beşek erda Başûrê Kurdistanê bi bahaneya pkk dagîr kirîye, lê armanc dagîrkirina hemû xaka Kurdistanê ye!

Pkk/pyd ya tevlî ku îro vekirî serwerî û sînorên dewletên dagîrker diparêze û eşkere li dijî serxwebûna Kurdistanê dertê, heta navê B.Rojavayê Kurdistan kirîye “Bakurê Sûrîyê”, mîna ku ji bo Kurdistanê û gelê Kurd, li dijî dagîrkeran şer dike, wek qahreman tê nasandin û hemû partî, rêxistin û welatperwerên kurd, li hemû cîhanê di bin alên wan yên tewro tewro de dimeşin, rêdide ku bê sîyaseta mêtinkar û dagîrkerîya tirk çiqas serketî ye!…

Helbet li dij êrîşkarî, dagîrî, bombebaran û qetlîamên dewleta tirk derketin, erka her kurd û her mirovperwerekî cîhanê ye. Lê rola pkk ya xayin û bêyom ku li her çar perçeyên Kurdistanê derketîye holê, divê aşkere bibe û li hember van mêtinkarên hov û xwînrij hêzek netewî derê û bitekoşe!

Dewleta tirk, li B.Rojavayê Kurdistanê bombeyên fosforê bi ser gelê kurd de dibarîne, zarokên kurd dişewitîne, lê li Bakurê Kurdistanê deng ji bîst mîlyon kurd dernayê! Ev jî encama şerê wekaletê ku dewleta tirk û pkk gelê kurd xistîye çi rewşê!…

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *