Li Kobanîyê êrîşek hovane ya DAÎŞ ê

Vê sibê komek çekdarên DAÎŞ ê êrîşek birin ser bajarê Kobanîyê. Di vê êrîşa hovane de li dor 25 şehîd û bêtirê 70 birîndar çêbûn.
Piranîya van şehîd û birîndaran kurdên sêfîl yanê niştcîyên Kobanîyêne.
Di warê rêbaza êrîşkarîyê de haweyên gelek cuda tên gotin.
Hinek dibêjin çekdarên terorîstên DAÎŞê, ji Bakur ve ( ji Tirkîyê derbasbûne)derbasê Kobanî bûne, hinek dibêjin ji alîyê Başûr û Rojava ve derbasê Kobanîyê bûne!
Tê gortin ku dinavbera vê grûba çekdarên DAÎŞ ê û şervanên YPG de şer didome. Dengê şer li dor Nexweşxaneya Miştenbûrê bilind dibe.
Hêzên ezmanî yên hHevpeymanî jî li ser Kobanî digerin.
Dengê çekên giran û sivik ji Kobanî bilind dibe.
Birîndarên van êrîşan li nexweşxaneyên bajarê Ruhayê tên derman kirin.
Heta
Her weha DAÎŞ ê îro êrîşên xwe li bajarê Hesekê jî geşkirine.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *