PDK a Başûr / Li Rojavayê Kurdistanê Tîfaq (PKK-Êrîşa Guruba Şoreşger)…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Ez di vê nivîsa xwe de li ser du mijarên girîng radiwestim. Mijara yekemîn:  Damezrandin û dîrok û têkoşîna Partîya Demokrat a Başûrê Kurdistanê (PDK a Başûr) e. Mijara duyemîn: Li Rojavayê Kurdistanê xebata tîfaqê li çi qonaxê  ye û dijîtîya PKKê li hemberî tîfaqê.

DAMEZRANDIN Û DÎROK Û TÊKOŞÎNA PDK A BAŞÛRÊ KURDISTANÊ…

Partîya Demokrat a Başurê Kurdistanê berîya 74 salan, di 16ê Tebaxa 1946an de, piştî Şerê 2-emîn yê Cîhanê û PDK a Rojhelata Kurdistanê ava bû. Ez dikarim bibêjim ku PDK a Rojhelata Kurdistanê û avabûna Dewleta Kurdistanê ya Mehabadê jî raste rast di avakirina PDK a Başûr de xwediyê rolekî girîng bû. Di heman dem de, dema ku li dinyayê bi taybetî jî li dinyaya Rojava û Ewrûpayê demokrasî wek rejîm hat pejirandin û pêşket, PDK a Başûrê Kurdistanê jî ava bû. Ji bona xwe hiqûq û rê û rêbaza demokrasîyê pejirand.

Gelek balkêş e ku  li hemû dinyayê rejîma demokrasîyê populer bû. Partîyê wê dema ava bûn di navên xwe de peyva demokrasîyê bi kar anîn.. Li Tirkiyeyê jî Partîya Demokrat (DP) di sala 1946an de ava dibe.

Partîya Demokrat a Başûrê Kurdistanê, di bin serokatiya Serokê Neteweyî Mistefa Barzanî de ava bû.. Sekreterê giştî yê yekem jî Hemze Evdillah bû. Lê piştî ku Serokê Neteweyî Mele Mistefa Barzanî û gelek hevalên xwe  derbasî Yekîtiya Sovyetê dibin, Ibrahîm Ehmed û hevalên wî encamên komployên gelek xirab Hemze Evdillah tasfiye dikin. Îbrahîm Ehmed dibe sekreterê giştî yê partîyê. Wê demê diyar dibe ku îbrahîm Ehmed ji bona neteweya kurd ne, ji bona xwe û taqima xwe xebat dike. Di encamê de ew îxtira û zîhnîyeta wî ya komployî ew kir hevalê Partîya Baasê.

Hîç şik tune ye ku PDK a Başûrê Kurdistanê li ser bingeheke xûrt ava bû. Li pişt wê dîrokeke bi şeref û xûrt hebû. Ew piştî serhildana û reformxwazîya Şêx Ebdûlselam Barzanî, desthilatdarîya kurd ya dema Şêx Abdulselam; serhildana Şêx Ehmed (1932), Serhildana Şêx Mehmûd Berzencî (1933-36), serhildana neteweyî ya Mele Mistefa Barzanî ya 1942-45an ava bû. Ji aliyê gelek grubên siyasî yên kurdperwer ve ava bû.

PDK a Başûrê Kurdistanê xwedîyê dîrokek bi rûmet e. Dema ku Serokê Neteweyî û Efsanewî Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî ji Yekîtiya Sovyetê vegerîyan, partî bû partîyeke vekirî û yasayî. Partî bû xwedîyê qiymet û qedirbilindiyeke mezin. Di nav kurdan de qeraktereke civakî û kîtlewî qezenç kir.

PDK a Başûrê Kurdistanê di siyaseta Iraqê û siyaseta navneteweyî û herêmî de bû partîyeke sereke. Di guhertina  makezagona (Qanûna Esasî) Iraqê de bû xwedîyê roleke pêşeng. Di makezagona Iraqê de hat qebûl kirin ku Iraq ji du neteweyan (neteweya kurd û ereb) ava bûye. Li Iraqê jî du ziman, zimanê kurdî û zimanê erebî zimanê fermî û perwerdê ye.

PDK a Başurê Kurdistanê li Iraqê sîstem desentralîze kir. Ji sîstema otonomxwaz û federal re rê vekir.

Hezar mixabin piştî ku derbeya leşkerî çêbû, Hikûmeta Merkezî ya Iraqê ji  peyman û guhertina makezagonê re xwedî derneket. Diyar bû ku dê li hemberî kurdan şer bike.

PDK a Başûrê Kurdistanê û Serokê Neteweyî Mele Mistefa Barzanî dema ew xeterîya dîtin û tespît kirin, ji Baxdayê çû li Kurdistanê çîwar bû. Li Kurdistanê dest bi amadekarîya şer kir. Di îlona 1961an de Hikûmeta Merkezî ya Iraqê dest bi êrîşê kir. Wê demê PDK a Iraqê û Serokê Neteweyî Mele Mistefa Barzanî biryar da ku “Şoreşa Neteweyî ya Îlonê bimeşîne. Di encamê de şerekî dijwar dest pê kir.

Hezar mixabin di vê pêvajoyê de Îbrahîm Ehmed û hevalên wî li dijî Mele Mistefa Barzanî derketin. Di sala 1966an de çûn bi Baasê re tîfaq kirin û li dijî Şoreşa Neteweyî ya Kurdistanê şer kirin.

Lê di encamê de Şoreşa Neteweyî ya îlonê û Serokê Neteweyî Mele Mistefa Barzanî serkeftî bûn. Baas mecbûr bû ku di 11ê Adar a 1970yî de bi PDK a Başûrê Kurdistanê re Peymana Otonomiyê/Hukmî Zatî îmza bike.

Dema ev peymana çêbû, pirsa Kerkukê çareser nebû. Ji bona Kerkûkê biryara plebîsîtê hat pejirandin ku di sala 1974an de jî plêbîsît çê bibe. Lê Baasê ji bona ku ji encama plêbîsîtê ditirsiya, loma ji bona ku peymanê xirab bike gelek planên qirêj meşandin. Ji bona serok Mele Mistefa Barzanî gelek sûîkast amade kirin, serkeftî nebûn. Loma di sala 1974an de dest bi şer kirin û êrîş kirin ku Otonomiya Kurdistanê têk bibin. Hezar mixabin, bi piştgiriya çar dewletên kolonyalîst, bi taybetî jî bi piştgiriya Dewleta Îranê û Emerîka û Yekîtiya Sovyetan serkeftî bûn. Otonomîya Kurdistanê rûxandin.

Lê li Başurê Kurdistanê, PDK a Başûrê Kurdistanê di 26ê Gulana 1976an de dîsa dest bi Şoreşa Neteweyî ya Gulan kir. Ev car ji partîyê re Mesûd Barzanî serokatî kir. Lê gelek kesên hêja jî bi wî re bûn. Ew jî di serokatiyê de  xwedîyê rolekî Mezin bûn. Cewher Namîk û Samî Abdirrehman ew du kesên bi navûdeng bûn.

Dîroka PDK gelek dirêj e. Piştî  sala 1991ê pêvajoyek nû ji bo PDK û ji bo kurda û Kurdistanê destpêkir. Kurd bûn xwediyê statuyekê, parlementoya Kurdistanê hate avakirin. Li  Kurdistanê cara yekem, sala 1992ê hilbijartin pêkhat û parlementoya Kurdistanê dest bi xebata xwe kir.

Di sala 1976an de YNK jî ava bibû.

PDK a Başuré Kurdistanê û YNK bi hev re Dewleta Federe ya Kurdistanê ava kirin. Di sala 2005an de jî, ji bona ku li Iraqê dewleta federal ava bibe, bûn bingeheke girîng.

Di bin pêşengiya Serok Mesûd Barzanî de,  PDKê û YNKê di sala 2017an de refêrandûma serxwebûna Kurdistanê li dar xistin. Serkeftî bûn. Ji %93 kurdan ji serxwebûna Kurdistanê re “erê” got. 

Hezar mixabin piştî vê serkeftinê, grubek YNKê bi Hikûmeta Nevandî ya Iraqê û bi dewletên kolonyalîst û emperyal re bûn heval, Kerkuk hat îşgal kirin. Di vê qonaxê de jî ev dagîrkerîya dom dike.

Divê ku PDKê vê îxanetê ji holê rake. Ber bi dewletbûnê gav bavêje.

LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ TÎFAQ Û DIJÎTÎYA PKKÊ Û ÊRÎŞA CIWANÊN ŞOREŞGER…

Berîya bi çend mehan dîyar bû ku li Rojavayê Kurdistanê tîfaq pêk hatîye. Piştî wê daxûyanîyê minaqeşeyeke dest pê kir. Piştî van minaqeşeyan derket holê ku li Rojavayê Kurdistanê tîfaq çênebûye, ji bona tîfaqê hewildan heye. Emerîka û Fransa jî ji vê xebatê re serpereştî dikin.

Pişt re hat dîyar kirin ku bi giştî li hevkirinek çêbûye û xebata esasî ya tîfaqê dest pê kirîye.

Di ser wê daxuyanîyê re gelek wext derbas bûye. Hîn encamek nehatiya holê. ENKS û PYDê di derbarê vê mijarê de hîn daxuyaniyeke hevbeş neda ku di pirsên esasî û bingehî de li hev kirine, an li hev nekirine? Dê bi hev re xebat bikin? Dê bi hev re li Kurdistanê desthilatdar bin? Dê gor plûralîzmê rêvebirina Kurdistanê realîze bikin?

Diyar e ku astengîyê mezin hene. Di vê navberê de, şîrketeke Emerîkî bi PYDê re ji bona petrolê peyman çê kir. Peyman ji bona petrola Derêzorê ye. Gelo di tîfaqê de statuya wan petrolan û petrola Kurdistanê dê çewa bibe? Ev mijareke girîng e. Heta ez dibêjim ku li pêş hevkarî û tîfaqê jî asteng e.

Ji aliyê din de PKKê aşkere dijîtîya xwe ya vê tîfaqê diyar dike.

Berpirsên PKKê gelek bi zelalî didin xuyakirin ku ew naxwazin ev yekrêzî pêkwere. Daxuyanîya Cemîl Bayik di vê xalê de gelek aşkere ye.

Ji alîyekî din ve, bi provakasyonên PKK kesên girêdayî Qendîlê, êrîş birin ser ofîsa PDKSê û ala Kurdistanê daxistin û ofis şewitandin, sloganên PKK li ser dîwarên ofîsê nivîsandin.

Hesen Remzî, Endamê Komîteya Navendî ya Partîya Demokrat a Kurdistanê-Sûriye (PDK-S) li ser êrîşê diyar kir: “Roja şemiyê nêzîkî saet 20:00ê êvarê, grûpeke bi navê Ciwanên Şoreşger ya ser bi PYDê êrîşî ofîsa Partîya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li rojhilatê bajarê Qamişlo kirin, vê grûpê li ser derîyê ofîsê, li ser logoya partîyê û Ala Kurdistanê gelek tiştên xirab bi boyaxa reş nivîsîn, sloganên xwe avêtin û agir li pêşiya ofîsa me vêxistin. Bi qasî saetek û saet û nîv ev berdewam bû.”

Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê destnîşan kir ku di salên çûyî de jî grûpên bi heman navî êrîşî ser ofîsên PDK-Sê dikirin û got: “Ofîsên me dişewitandin û gelek caran Ala Kurdistanê binpê dikirin û dişewitandin. Mixabin. Ev kiryarên wiha di vê qonaxê de ku em tê re derbas dibin, em weke ENKS bi taybetî Partîya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê (PDK-S), em bawerîyê bi diyalog û gotûbêja Kurdî-Kurdî dikin, ji ber ku em dibînin yek ji faktorên ku dilxweşî û aramîyê û herwiha heval û dostên Kurdan bêhtir pêk bîne, ev yekrêzîya hanê ye. Ji ber vê yekê, em di vê qonaxê de, ev êrîş êrîşeke xirab e, xuya ye hinek kes, şepêlek heye di nav PYDê de naxwazin ev diyalog bi rê ve here û miletê Kurd bigihê rehetîyekê ku jîyaneke xweş û aram bijîn li Kurdistana Sûriyê.”

Ev gruba Apocî û PKKyî ne. Ev êrişa jî nîşan dide ku PKKê li dijî tîfaqaka Rojavayê Kurdistanê ye.

Diyarbekîr, 21. 08. 2020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *