JÃŽYANEK TENDURIST

Di vê serdema şaristanîya hemdem de, welatên ku di warê aborî, çandî û teknolojîk pêjde çûne, bi taybetî welatên Ewropa, endamên civaka xwe hîn ji zaroktî de bi zanîyarî perwerde dikin. Ev welatana, di warê jiyanek tendurist ya bi zanîyarî roj bi roj geş dibin û pêşve diçin. Helbet pirsgirêka me ne rewşa pêşveçûn û pêşveneçûna van welatan e; pirsgirêka me, di vê serdemê de, şêweya jîyana civata Kurd e.

Helbet li Kurdistanê, rewşa jîyanek bi tenduristî zahmet e û mirov dikane bibêje, gelê Kurd bi her warî rewşek xerab dijî: egera vêna jî, Kurdistan bi sê parçeyên xwe ve mêtingeh e û ji alî mêtinkaran ve aborîya wê tê talankirin û bi zanîn ji her warî de bi şûnde hatîye/tê hîştin. Ev jî bûye egera ku di gelek waran de mirovên Kurd ne di zanîna jîyanek tendurist de ye.

Gelek malbat û mirovên Kurd û piranîya biyanîyên din jî, tevlî ku li welatên Ewropa xwediyê hinek îmkanan e, lê bi gumana min bi giranî, guh nadin tenduristîya xwe û zarokên xwe.

Bi tenduristî jîyan, piralî ye: bi aheng xwarin û vexwarin; şuştin û veşuştin, piştî her xwarinê firçekirina diranan; rêyên xwe ji jahr(toksîn), vayrus, mîkrob û bakterîyan parastin: hîjyen û sterlîzasyon; tevger û lebata ji laş re pêwîst: spor; di warê psîkolojîk de, tunebûna pevçûn, lêdan û geremola nav malê; zarok, bi hejmerk li gorî karîbûnê, bi aheng xwedîkirin, perwerdekirin û di dema xwe de anîna dinyayê; li gorî pêwîstîya laş, dan û stendina kalorî, proteîn, rûn, şekir û vîtamînan, di dema xwe de raketin, ji xew rabûn, çûna destavê; bi pîvan çay, qahwe vexwarin, an dûrî çixare û alkol û madeyên tevizandinê man, jiyanek dirêj û bi tenduristî li pêşiya mirovan vedike.

Îro li dinyayê nexweşîya herî zêde qelewbûn tê dîtin û qelewbûn egerê gelek nexweşiyan e: nexweşiya movikan, ya masûlke û rehan, ya bêhnçikandin û dil û hwd ye.

Bi aheng xwarin û vexwarin, yan xwe xwedîkirin: divê her mirovê gehîştî, berî ku ew yan zarokên wî/wê nexweş bikeve, zanibe ku pêwîstîya laşê mirov rojê ji çend lître av, çiqas mîneral, kalorî, vîtamîn, proteîn û şekir hey e. Heger pîvana vana nizanibe, kêmanîya her yekî ji vana ya di laşê mirov de, dikane bibe egerê nexweşîyekê. Ji bo ku li gor pêwîstîya laş, mirov bixwe û vexwe, wê gavê divê mirov zanibe di çi xwarin û vexwarinê de, bi çi pîvanê, çiqas kalorî, vîtamîn an madeyên din hene.

Divê her mirov zanibe, mîkrob, bakterî, vayrus çi ne, ji çi çê dibin, bi çi awayî belav dibin û derbasî laşê mirovan dibin. Gelek rêyên ku mirov xwe ji vana biparêze hene: bi zimanê biyanî wek sterîlîzasyon û dezenfekte têt bi navkirin. Rêya bingehîn paqijî ye. Mirovên ku karekî bike, destên xwe bide tiştên ne paqij, yan biçe destavê û bi avê xwe paqiş bike, heta destê xwe bi madeyekî sterlîz neşo, bakterî ji destê wî/wê naçin û piştre destê xwe bide çi, ew bakterî derbasî wir dibin û bi lez zêde dibin, xerabûn û nexweşîyê bi xwe re tînin.

Her dahnê ku mirov xwarinekê buxwe, divê bi misogerî diranên xwe firçe bike, çimkî hurikên xwarinê yên ku dinava diranan dimînin, heta dahnekî din bakterî jê çê dibin; ew bakterîyana, berêberê dibin egerê kurmîbûn û xerabûna diranan û piştre dibe egerê nexweşîyên dev, gewrî, behîvok û hwd.

Her berhemên xwarin û vexwarinê ku mirov ji bazar yan ji dikanan bikire, divê mirov li dema bikaranîna wan binere û piştî ku ew berhemana stendin jî, divê balkêş bin ku berîya dema wan biqede, wan bikar bînin. Xwarin û vexwarin, hemû demek wan ya bikaranînê hene; ger ku ew dem derbas bibe, ya bakterî jê çêdibe, yan jî kufik(toksîn) davêjê; piranî vana bi çav nayên dîtin, lê di laş de dibin egerê jardadayîbûn û gelek nexweşîyan.

Ji bo fêkî û şînkahîyan jî ev qaîde derbas dibe: demek tezebûna fêkî û şînkahîyan hey e; heger kufika wan bi çav neyê dîtin jî, çiqas tezebûna wan winda bibe û kevn bibin, ewçend jî vîtamînên wan kêm dibin. Fêkî û şînkahîyên bazaran yê erzan jî bi piranî yên dema wan derbasbûne û vîtamînên wan kêm bûne.

Çi vêkî û şînkahî, çi jî hemû xwarinên servekirî dibin, divê baş bên şuştin, hinek jî divê baş bên kelandin. Hema hema hemû şêweyên fêkî û şînkahîyan hem di lem û daran de, hem jî gava davêjin bûzxanan bi madeyên kîmyawî(jahrî) tên dermankirin; loma divê tu carî bêşuştin û bêqeşartin neyên xwarin.

Ji bo tenduristiya mirov piştî xwarin û vexwarinê, tiştê herî girîng tevger û lebat, yanî spor e. ji bo têr oksîjen têkeve nava xwînê û bezê bi zerar bihelîne, yan xwînê ji toksînan paqiş bike û bi rêya xwêdanê bavê der, ji bo rehan paqij û zînde bike, yan masûlkan xurt bike, kirina sporê pêwîst e.

Katjimêra laş bixwe hey e: ev katjimêr, xwe li gora şêweyê jiyana mirov eyar dike. Birçîbûn û tihbûn, xewhatin û şîyarbûn, destav hatin û hemû pêwîstîyên laş, bi katjimêrek bedenê têt eyarkirin û hiskirin. Tenduristîya mirov ya ramiyarî, psîkolojîk û fîzîolojîk, bi vê eyarê re, ji nêzîk ve girêdana wê hey e. Gava mirov di demên bêaheng bixwe û vexwe, rakeve û rabe, destava wî/wê bêt û nere, dibe egerê xerabûna katjimêra laş.

Kesên ku çixare û madeyên tevizandinê bi kar tînin, an zêdeyî edet alkol, çay û qehwe vedixwin li rastî gelek pirsgirêkên tenduristî û nexweşiyan tên. Dibin egerê zêde qelewbûn, zêde lawazbûn, nexweşiyên pişik, kezeb, dil, mahd, rovî û gelek şêweyên qansêrê.

Ji bo gehîştina zanîna vana, divê mirov perwerde bibe. Rêyên hînbûnê jî ev in: divê mirov pirtûk û kovarên li ser van mijaran bixwînin, bernameyên radyo û televîzyonan yê li ser van mijaran gohdarî bikin, yan serî li pispor û sazîyên agahdarîya van mijaran bidin. Dewletên ku gelek biyanî lê dijîn jî, pêwîst e ku bi zimanê wan biyanîyan weşan û bernameyên pêwîst yên di vî warî de biweşîne. Em dizanin ku li Hollanda bi Erebî û Tirkî weşan têt kirin, lê bi Kurdî tune ye.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *