DI NAV MALBATÊ AZADÎYA KEÇ Û KUR

REWŞA DÎROKÎ YA GELEMPERΠ

Ji bo ku em di derbarê mijarê de nîrxandinek rast bikin û bigehîjin encamek rast, divê li gorî hinek lêkolînên dîroka mirovahîyê yên antropolojîk, em bi kinahî daxwiyanîya rewşa peywendîya jin û mêr ya dîrokî bikin: 

Serdema civakîya kevnar ya ku mulkîyeta civakî lê serwer e, li civakê erka jinê derbas dibe: jê re serdema Maderşahî (matrîyarkal) tê gotin. Dol bi navê jinê tê ajotin. Malbat bi navê jinê tê naskirin. Mîras li ser navê jinê tê ajotin. Zewaca civakî, ya hemdemî (qirne), ya navxweyî (endogamî), ya derveyî (egzogamî), ya duserkêşî şêweyên zewacê yê serdema maderşahîyê ne.

Serdema ku mulkîyeta şexsî li civakê dest pê dike û serwer dibe, li ser civakê erka mêr dest pê dike. Ji vê re jî serdema Pederşahî (patrîyarkal) tê gotin. Êdî zewaca mêr û jin dest pê dike. Jin dikeve bin nîrê mêr. Di hundir malê de jin ne xwediyê mal û milk û zarokan e. Êdî jin di bin biryar û fermana mêr de tevdigere. Mafê mîrasa zarokan ji dê derbasî bav dibe. Di civakê de newekhevîya pêşî di nav jin û mêr û loma dinav keç û kur de dest pê dike. Bi hezaran salan, her ku mulkîyeta şexsî berdewam dike û li gorî pêwendîyên aborî çendîn sazûman tên guhertin û pêşveçûn çêdibin jî ev newekhevî bi awayên cuda berdewam dike. 

Hetanî sazûmana sermîyandar (kapîtalîst) ya lîberal, di huqûqê, civak, dîn û dewletê de jî bi her warî mêr an kur di ser jin an keçê re hatiye girtin, jin û keç wek sinifê duyem hatiye dîtin. Lê bi geşbûnîya aborîya kapîtalîzma lîberal re, pêwîstîya beşdarîya jinan ya berhimandinê, di hemû warî de kar û xizmet û rêvebirina civakê û xerckirina berhemên sermiyandar derket pêş. Di vê sazûmanê de, her çend jin wek nesnakî cinsî (seksê) hat kirîn û firotin, bi vî alîyê xwe wek pergalekî reklaman hat bikaranîn, lê di warê huqûqê dewletê û saziyên fermî bi awakî relatîf wek mêr an kur, maf ji jinê re jî hatiye naskirin. Lê dîsa jî em li gelek saziyê fermî û civakî dinêrin ku di hejmara jinan an keç û kuran de cudahîyek mezin hey e. 

DI CIVAKA KURD DE REWŞA JIN Û MÊR

Civaka Kurd, li her çar parçên Kurdistanê, her çend sermîyandarîyek ji derve hatibe û bi vêna bûbe xwedîyê peywendîyên sermîyandarîyê jî, di warê peywendîyên civakî de, hîna çand û huqûqê serdema navîn, yê feodalî û dînî serwer e. Ji bo ku jiyana civakê li gorî vî huqûqê kevnar saz bûye, ev jî li gorî tevgera îro, bi xwe re gelek nakokî û pirsgirêkên civakî û malbatî çêdike.

Li gorî vî huqûqî, di malbatê de mulkîyet ya mêr e û tevgera aborî di bin fermana mêr de ye. Mêr serdar û malxwê ye. Bi gelemperî watinîya jinê, kar û barê nav malê bike, zaroka bîne û wan xwedî bike, ji rêz û fermana mêr dernekeve. Jin namûsa malbatê ye, yanî malê mêr an malbatê ye. Ku ji dervî daxwaza mêr tevbigere an kêfa mêr ji tevgerek wê re neyê, mafê mêr heye ku bi şiddet wê ceza bike. Mêr dikane bi jinekê re têkelî deyne an jinek duyem bîne, lê jin bi mêrekî re têkelî deyne an bireve, kuştinê heq dike.

DI CIVAKA KURD DE REWŞA KEÇAN YA CUDA

Ji dervî hinek îstîsna, di malbatên Kurdan de rewşa keç û kur, li gorî quqûqê jin û mêr saz bûye. Her çend qanûnên dewletan, mafê mîrasê ji keçan re naskiribe jî, wek mînak di civaka Kurd de bi gelemperî hîna şermek mezine ku keç daxwaza mîrasa bavê xwe bike. Keç, li gorî çanda feodal, îslamî û pederşahîyê tê mezinkirin. Divê ji gotina dê û bavê xwe dernekeve, li malê li ber destê dêya xwe be û xizmeta hemû endamên malbatê bike. Karê wê û yê kuran ne yek e: hemû karên nav malê çawa watiniya dayikê ye ku pêk bîne, ya keçê ye jî. Divê xizmeta kurukan jî bike. Gava ku keç ji dervî çanda malbatê derkeve, piranî bi şîddet tê cezakirin.

Mafê keçan tune ye ku mîna kuran bi serbestî dibistanê bixwîne.

Keç bi kêf û daxwaza xwe nikanin biçin der, an li çarçiyê bigerin.

Keç li gorî daxwaza xwe nikane bi kur, an bi her keçê re hevaltî bike.

Keç li gorî daxwaza xwe nikane cil bikire an modela cilan bibijêre.

Keç nikane li gorî daxwaza xwe porê xwe biqusîne û modelekê bide porê xwe.

Keç nikane ji bo xwe biryara zewacê bide û wê bi kê re bizewice.

Keç nikane bi mêran re têkeve birkê, an deryayê.

Keç bi serê xwe, an bi hevalan re nikane biçe tatîlê.

Keç nikane mîna kur li civatê bipeyive.

Keç nikane bi yekî dervî malbatê re rûnê û sohbetê bike.

Keç nikane diyarîyekê bide xortekî, an jê bigire.

Keç nikane bi serê xwe biçe çalakî, meşîn, pêşandan, dawet, şev an şahîyekê.

Keç nikane bi serê xwe biryara kirina meslekekî, an çûna karekî bide.

Keç bi serê xwe nikane bibe endamê rêxistin an sazîyekê.

Xweh nikane birê xwe bisuxurîne, lê bira dikane xweha xwe bisuxirîne.

Keç û law li ba hev be, bav an dê, keçê disuxirînin.

Karê mal hebe, kur kane di xew de bimîne, lê keç nikane.

Keç divê bi terbîye rûnê, rabe û bimeşe….

Di malbatên Kurd yên li Ewropa, rewşa jin an keçan li gorî welat belkî çenekî çêtir e. Rewşa jin û keçan ya li malbatên pêşverû jî çêtir in ji yên din. Lê armanc, ne yek yek malbatên Kurd lê em bi gelemperî rewşa keç û kurên Kurd dixwazin deynin holê. 

ÇARESERΠ

Bingeha azadîya mirovan aborî ye. Jin û mêr, an keç û kur ji bo bibe xwediyên yek mafî, divê pêşî di warê aborî de xwedîyê yek mafî bin.

Divê keç, mîna kur xwedîyê mafê mîrasê be. Ger bav û bira ne terefdarê vêna be jî, divê keç bi israr vî mafî bixwaze. Divê keç jî, ji bo beşdarîya hemû karên civakî bête perwerdekirin û bibe xwedîyê meslekekî. Divê keç di xwendin û kirina karekî de israr bike. 

Divê keç an kur, di derbarê çareserîya pirsgirêkan de, bi dê û bavê xwe re li rêya diyalogê bigerin û bipeyivin. Divê ciwan li gorî normên civak û malbatê hinek berpirsiyarîyên pêwîst pêk bînin. Divê ciwan di saziyên civakî û netewî de cîh bigirin û beşdarî çalakîyan bibin. Zewacek bê dil û daxwaza ciwanan be, bi çi awayi be, divê red bikin.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir