Jiyana Mele Mustafa Barzanîyê nemir, kurte çîroka têkoşîna neteweyî ya miletê Kurd e

Mele Mustafa Barzanîyê nemir , rêberekî miletê Kurd û Kurdistanê yê dîrokî ye ku em bi giramî bibîrbînin.

Ew di 14.03.1903an de ji dayikbûye û di roja  01.03.1979an çûye ber dilovanîya xwedê. Ango adara îsal, 116mîn salvegera jidayikbûna wî û salvegera 40emîn ya wefata wî ye.

Ji roja jidayikbûnê  heta wafata wî, jiyana Mele Mustafa Barzanî, kurte çîroka têkoşîna neteweyî ya Kurd û Kurdistanê , ya di sedsala 20an de ye .

Jiyana Mele Mustafa Barzanî yê nemir, bi şer, hefs , koçberî,surgun , wêranî û bi trajedîyên mezin ve dagirtî ye. Herwehajiyana M. Mustafa Barzanî, bi xweşî  û nexweşîyên xwe, biserkeftin û şikestinên xwe, bi welatperwerîyê, bi xebat û têkoşîneke bêwestan, bi hêvî,  dilsozî û biryardarîyê,biberxwedanê û bi sekneke bi şexsiyet ve hatîye hûnandin.

Melle Mustafa Barzanî di temama jiyana xwe de, tu carînefsbiçûktî, sebir, tolerans û xweşbînîya xwe ji dest berneda.

Mele Mustafa Barzanî, bi rêbaz û xebat  û têkoşîna  Şêx Abdulselam Barzanî û Şêx  Ahmed  Barzanî   û  di medreseyawelatperwerîya wan de perwerde bûye. Rêbaza M. Mustafa Barzanî, berdewamîya rêbaza Rêxistina Azadî ya Xalid BegêCibrî, ya Xoybûnê, ya Komara Kurdistanê ye. Ew berdewamîyadoza  Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyid Riza, îhsan Nurî , QazîMihemed e.

Ew aktor û şahîdê gelek rûdanên dîrokî  ye.

Weke Serfermandarê Artêşa Komara Kurdistanê (Komara Mehabadê) di ava kirina Komara Kurdistanê de roleke dîrokîlehîstî ye. Ew damezranêr û Serokê  Partîya  Demokrat  a Kurdistan-Iraqê ye. Mele Mustafa  Barzani, piştî hilweşandinaKomara Kurdistanê, 11 salan li  Yekitiya  Sowyetê li gel 500 hevalên xwe yên pêşmerge jiyaneke gelek zehmet derbas kir.

Mele Mustafa Barzanî, di sala 1958an de vegerîya Iraqê  lê didemeke kurt de, mecbûr ma di sala 1961ê de şoreşa îlonêdestpêbike.  Di 11ê adara 1970yê de bi hikûmeta Iraqê re peymana otonomîyê îmze kir. Rejîma Beesê şerdên peymanê pêkneanîn. Mele Mustafa Barzanî dîsa di 1974an de dest bi şerêçekdarî kir. Lê di 1975ê de bi Peymana Cezayirê, bi lihevhatinaIraq û Îranê û nevbencîtîya Emerîkayê, Emerîka û Îranê dawî lipiştgiriya xwe ya jibo Mele Mustafa Barzanî anîn û şoreşê şikestxwar. Mele Mustafa Barzanî şer rawestand. Vekişîya İranê. Û diroja 1ê adara 1979ê de jiber nexweşîya xwe çû ber dilovanîyaxwedê.

Ala Kurdistanê ya  ku Pêşewa Qazî Mihemedî teslîmî Mele Mustafa Barzanî yê nemir kir, tu carî neket erdê. Û ew alaya ku Mele Mustafa Barzanî yê nemir teslîmî pêşmergeyên Kurdistanêkiribû, bi gelek êş û zilm û qetlîaman ve, lê bi têkoşînapêşmergeyên qehreman li Başûrê Kurdistanê îro bi awayekî serfirazî li ser Parlamentoya Kurdistanê li Hewlêrê li ba dide.

Xebat , têkoşîn, sekin û şexsîyeta Mele Mustafa Barzanî yênemir îro jî jibo hemû Kurdên cîhanê cîhê rêzê û  hêvîyê ye.Mele Mustafa Barzanî, pêşmergeyek bû, serfermandarek bû, rêberek bû, dilsoz û serokek bû. Di qada navneteweyî de cîhekîxwe yê grîng hebû.

Mele Mustafa Barzanî  yê nemir serokê partiya xwe , yê miletêxwe, yê welatê xwe bû. Xebat û têkoşîna wî xebat û têkoşîna meye.

Mele Mustafa Barzanî  yê nemir li her çar perçeyên Kurdistanêjî,  di dilê her Kurd û Kurdistanîyekî de çavkanîya dilsozî, bawerî, niştimanperwerî, sebir, xebat û rêzdarîyê ye.

Azadî  û serxwebûna Kurdistanê dê xelata herî  mezin be jiboBarzanîyê nemir.

Em di 40emîn salvegera wefata wî de Mele Mustafa Barzanîyênemir  bi giramî bibîrtînin.01.03.2019

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *