Banga dezgehên civakî yên Kurdistan li Bexda: Milîşeyan dûr bikin

Komele û sendîkayên Herêma Kurdistanê li hev civîyan û bi mebesta milîşeyên deryasayî ji qada leşkerî dûr bixe bang li Hikûmeta navendî ya Iraqê kirin.

Dezgehên civakî yên sivîl ên wek yekîtî, komele û sendîka yên HerêmaKurdistanê daxwazê ji Hikûmeta Iraqê kirin ku milîşeyan ji qada leşkerî ya Iraqê dûr bixe û lêkolînên cidî li ser êrîşên dronî yên li dijî Herêma Kurdistanê bike.

Dezgehên civakî yên sivîl û sendîkayên pîşeyî yên Herêma Kurdistanê di bi daxuyanîyeke hevcivînî de, êrîşên dronî û guvaşên sîyasî yên li dijî Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kirin û banga bicihanîna berpirsyariyan li Hikûmeta Navendî ya Iraqê kirin.

Di daxuyanîyê de ev daxwaz hatin kirin. “Li gel dijwarbûna hevrikiyên herêmî û navneteweyî û rûdana şer û nearamîya Rojhilata Navîn, neyarên Herêma Kurdistanê bi rengên cuda cuda yên siyasî û aborî û heta êrîşên dronî li ser frokexane û baregehên hêzên Pêşmerge yên welatê me dikin armanc. Armanca van êrîşan têkdana ewlehî û aramîya Herêma Kurdistanê ye. Em hemû bizavên bi bi vê armancê têne kirin şermezar dikin. Ji bo rêgirtina li van êrîşan û kontirolkirina wan, em hêvîdar in Hikûmeta Iraqê wan milîşeyan ji qada leşkerî ya Iraqê dûr bixe û lêkolînên cidî li ser wan rûdanan bike”.

Yekîtî û komeleyên civaka sivîl û sendîkayên pîşeyî yên Herêma Kurdistanê, di dawîya daxuyanîyê de daxwazê ji Civaka Navneteweyî, balyozxane, konsulxane û hêzên Hevpeymanan jî kirin û wiha gotin: “Li dijî van êrîşên dijminane yên li dijî Herêma Kurdistanê têne kirin derbikevin û piştevanî û ji bo xwe ji van êrîşan biparêze, alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.”

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *