Jiyan û Mirina Seranser

Narin-Omer
Narin Omer
Jiyan û Mirina Seranser

Xwarin…
Silavan li zikê westayî nakê
Hoşînî…
Li gemiya xeman siwar nabê
Rondik…
Dilopên xwe yên dijwar di çavên
Bê hêviyê de diçînin û metirsîya xwe ji
bawermendiyê re eşkere dike.
Nizanim:
Çima çav û gavên min ji
Åžopandina gemiya
Bêûjdanîya xênerxwazan tobe nakin?
Neynik a kesayetiya min!
Ez jîyana bê gîyan qebûl nakim, û
Mirina bê jiyan jî
Ez qebûl nakim
Lewra pêwîst e
Tu min fêrî rê û pêkên van herdû
rengên jiyanê
bikî:
Jiyana bi can û cendek, û
mirina bi gîyan û henas
Wisa ezê bizanibim kû hêjay e
ez li dinê bijîm, weko
mirovek jîndar û ezê bi rengê
rast û dirust cudabûnê
di navbera kesan de û
hemî rengan de dîyar bikim.

Narîn Omer

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *