Hilbijartinên Iraqê û Kurdistana Federal bûn nîşana demokrasîya Kurdistanê!

Serketina hilbijartinan nîşana asta demokrasîya Kurdistanê ye.

Hilbijartinên Iraqê û Kurdistana Federal bûn nîşana demokrasîya Kurdistanê!

Hilbijartinên Parlamentoya Iraqa Federal û Hilbijartinên Navçeyî yên Herêma Kurdistana Federal bi dawî bûn.

Encamên van Hilbijartinan bi hawek gelemperî xwanêbe jî lê bi tevayî bi haweyek fermî zelal nebûne.

Tê çavlirêkirin ku Nûrî Malikî ji desthilatdarîyê dûrbikeve!

Lê bê guman wê li gor rewşa Irqaê demajoyek dirêj bike.

Tevî rewşa Iraqê ya giştî jî; di Kurdistana Federal de, di dema hilbijartinan de tu rûdawên xirab pêknehatin.

Hilbijartin bi haweyek demokratî û serketî buhurîn.

Li Kurdistanê kîja partî çend girtin, kîja lipêşe yan li paşe di be ku girîng be lê ya herî girîngtir bi haweyek demokratîk û zelal serketina prosesa hilbijartinan e!

Ev jî nîşana serfîrazî û pêşketina demokrasîya Kurdistanê bixwe ye.

Her weha xwanê ye PDKI di hilbijartinan de li pêş e! Em wê pîroz dikin!

Serketina hilbijartinan serketîna hemî kurdan e!
04.05.2014

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *