Ji gelê Kurd re “Xweserî” an Serxwebûn lazim e?

Piştî serdana Selahattîn Demîrtaş ya Amerîka, Rûsya û Silêmanî, Kongreya Civata Demokratîk (DTK), piştî demek bêdengîya li dijî şerê kortal û bendên kolan û kuçeyan, di 26-27.12.2015 civînek awarte li darxist. Di dawîya civîna Lijneya Giştî de bi navê “di derbarê xweserîyan deklarasyona çareserîya sîyasî” daxuyanîyek encamê hat weşandin.

Di daxuyanîyê de, li şerê kortal û bendên kolana xwedî tê derketin û vêya wek berxwedanek ku “meclîsên gel” biryara îlankirina “xweserîyê” daye tê rêdan.

Di daxuyanîyê de, daxuyanî û banga A. Ocalan ya Newroza 2013 wek referans tê rêdan, “lê ji bo ku Hukumeta AKP şertê vê deklarasyonê pêk neanîye, sîyaseta awiqandin û tasfîyekirinê meşandîye, daxwaza gelê Kurd ya statuyek huqûqî û sîyasî qebûl nekirîye, gelê Kurd jî ketîya nava tekoşîna hêza xweser.”

Di daxuyanîyê de, “çareserîya xweserîya demokratîk ya doza Kurd, bi demokratîzekirina Turkîye ve girêdayîye. Ji bo çareserîya pirsgirêkan em azadîya A. Ocalan mecbûrî dibînin” dibê.

Deklarasyon ji 14 xalan pêktê. Van xalana hemû di çarçova “Şertên Xweserîya Rêvebirîya Mehelî ya Konseya Ewropa” de ye. Sînorên vê xweserîyê tune ye; xweserî ne ji bo Kurdistanê, ji bo bajarekî an çend bajarê ser sînoran tê xwestin. Statuyek mîna Kantonên Başûrêrojava tê talepkirin.

Ji encama vê civînê du armancên bingehîn derdikeve: a yekê, demokratîkkirina Turkîye ye, ya dudoya, derxistina A. Ocalan ji girtîgehê ye û hakîmîyeta PKK û zîhnîyeta wê li ser ew gelê Kurd ku cîyê hîn lê baş asîmîle nebûye û hîn ji bo dewleta Tirk xeter e.

PKK û hemû sazîyên pê ve girêdayî ji daxwîyanîya A. Ocalan ya Newroza 2013 de ketin nava hewldanek avakirina “Xweserîya Demokratîk”.

Bi vêya ve girêdayî PKK li hin deverên ku lê xurt bû, qereqol û xalê qontrolê danîn, çend mahkeme vekir, çend dibistan vekir, li hin cîyan dest bi hevdana bacê kir, li çend bajaran hin kuçe ji kontrola hêzên polîsên dewletê re girtin, herî dawî jî van deran wek herêmên “Xweserîya Demokratîk” bi navkirin. Lê ji zerardana dewletê bêtir, gelê Kurd aciz kirin.

Ji alîkî ve dewletê bi rêyên îstîxbarata xwe kiryarên wan şopand û tedbîrên xwe girt û ji alî din ve plan û projeyên çareserîya pirsgirêkên nava xwe û polîtîkayên li ser Sûrîye, Iraq û perçeyên Kurdistanê yên din meşand.

Îro sîyaseta PKK ya çahl û bendan, tu ferqa wê ji sîyaseta piranîya Kurdên Başûrêrojava ku ji welatê xwe revîyan û li Bakur bi hezaran gund dan valakirin tune ye. Li kîjan bajarî an kolanê kortal hatibe vedan û bend hatibe danîn, li wê derê xelk bi giranî ji birçîna û xetera kuştinê ji malê xwe direvîn cîyekî ewle.

Wek di dîrokê de her tim qewimîye, kengî gelê Kurd doza mafekî bike an ji bo wî mafî têkeve berxwedanê, dewleta mêtinkar, bi hemû hêza xwe ya dijwar û rûxîner êrîşî gelê Kurd dike û bi terora dewletê gel dikuje, cî û warê wî hildiweşîne, wî tar û mar dike. Îro tişta li qeza û bajêrên Kurdistanê diqewime ev e. Dewlet mêtinkar e û dijmin e, loma ji xwe re her zordarîyê heq dibîne; lê PKK ku xêrxwazê gelê Kurd be, çima van taktîkên xwe yên ev 30 sal in ku gel jê ewqas zerar dîtîye bi israr dimeşîne!?

Sebeba ku gelê Kurd li xweserîya PKK xwedî dernayê û ji dêvla ku berxwe bide, bi giranî ji malê xwe direvin ev e: 1) PKK di tu sazîyên xwe de, tu carî demokrasî pêk neanîye. 2) Ji jîyan û daxwaza gel re rûmet rê nedaye. 3) Bi tu hêzek Kurd re hevkarî û yekîtîyek mayînde ne kirîye. 4) Dev ji armanca serxwebûn û yekîtîya perçê Kurdistanê berdaye. 5) Şaredarîyên ku bi hilbijartinê girtin dest xwe, nebû şaredarîyên hemû gel. 6) Bi partî û dewletên serdest re ketin tifaq û têkilîyan.

Kurdên Bakur, rêvebirîyek wek ya Kantonan ku PKK/PYD li Başûrêrojavayê Kurdistan bi rêve dibe, naxwaze. Her çiqas gel ji polîtîkayên PKK/PYD yên li Başûrêrojava ne razî bûn jî, di şandina Berzanî ya pêşmergeyan ji bo rizgarkirina Kobanî de helwesta ku gel rê da, da xwanêkirin ku ji helwesta Berzanî û pêşmergên wî ya Kurdewarî razî ne û hêvîya yekîtîya her du hêzan ji wan re çêkir. Ev jî rê dide ku ji bo ku gelê her çar perçê Kurdistanê bi PKK bawer bibe, tenê rêyek li ber PKK hey e: ew jî bi Berzanî û patîyên Kurd re têkeve hevkarîyek rasteqîn.

Ya na ji bo ku PKK ne hêzek Kurdistanî ye, mîna Başûrêrojava demî hin mewzîyan bi dest bixin jî di demek dûvdirêj de wê her tiştî wenda bike. Çimkî di vê heyamê de, tu hêzek Kurd bi serê xwe nikare demokrasîyê li neteweyên serdest avabike. Kîjan hêza Kurd bixwaze vêya bike jî, tenê wê civata Kurd bêtaqet bike!

Serokê Kurdistan Berzanî/PDK, bi biryar e ku li Başûr, serxwebûna kurdistan bi rêya referandûmê pêşkêşî raya gelê Kurd bike. Helbet vêya, bê naskirina dewletek cîran û hinek hêzên navnetewî zahmet e. Bi qasî ku Başûrê Kurdistan muhtacî alîkarîya Turkîye ye, Turkîye jî him di warê jeo-polîtîk/stratejîk, him di warê aborî û him jî di warê “çareserkirina doza Kurd” de muhtacî Başûr e.

Xwanê ye, rayedarên hukumetê vêya bi A. Ocalan re jî parkirine. Loma A. Ocalan di mesaja Newrozê de behsa parastina “Mîsak-i Millî” kir. Gava rêvebirên PDK û Serokkomarê Tirk R. T. Erdogan û Serokwezîr A. Davutoglu behsa tunebûna hukmê Sykes-Pîcot û Lozanê bikin, ev jî tê wateyek ku di nava her du alîyan, bi qebûlkirina alîyê sisêyan li hevkirinek hey e. Ev li hevkirin çi dibe bila bibe, Başûrê Kurdistanê carek din nake kolonîya Turkîye.

Ger di derbarê Başûr û Başûrêrojvayê Kurdistanê ku projeyek Berzanî, Amerîka û Turkîye ya hevbeş hebe, bi vê projeyê ve girêdayî, ji bo demek pêş, divê di derbarê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de jî projeyek hebe. Ev proje çi dibe bila bibe, ji van perçeyan jî divê statuyek wek/nêzî perçeyên din bê pêşbîn kirin.

Ji bo ku dewleta Îran di ferqa van projeyan de ye, helwesta xwe ya dijî serxwebûna Kurdistan vekirî datîne û bi planên gemarî hevalbendên xwe dixe nava tevgerek dijberê dewletbûna Kurd. Vêya jî bi rêya hin partî û rêxistinên Kurd yên her çar perçên Kurdistanê dimeşîne.

Îro li her çar perçên Kurdistanê PKK û hevalbendên wê yê Başûr beşekî YNK, Goran û hin alîyên Îslamî, bi hevalbendîya Îran vekirî li dijî dewletbûna Kurd dertên.

Li ortê planekî tevlîhev û gelek alî hey e: Helbet planê her kesî yê A, B û C hey e. Armanca her dewleta mêtinkar, temenê hebûn û mêtinkarîya xwe dûvdirêj bike; bi sivikayî xwe ji qeyran û alozîyan rizgar bike. Gava em li kiryarên dewleta Tirk yê rûxandina bajarên Kurd dinêrin, pêwendîyên bi Berzanî re jî divê em wek taktîk û konetîyek mêtinkarî lê binerin.

Dewletên Tirk û Faris ji bo ku xwe ji qeyrana sîyasî ya Rojhilata navîn biparêzin, serî li her rêyê didin. Çawa dewleta Îran leşker dişîne Iraq û Sûrîye, Tirk jî bi heman mebestê leşker dişîne Iraqê û “sînorê Sûrîye” îhlal dike.

Lê yê planên her du dewletan tevlîhev dike, hêzên cîhanî yên mîna Amerîka û Rûsya ne. Kurd ku jêhatî bin, divê ji dîplomasî û hevkarîya van hêzên cîhanî sûdê wergirin. Ew jî îro yê li ser navê Kurdan vê dîplomasî û hevkarîyê kare bike, tenê Serok Berzanî ye.

Dewlet, rêxistînîya herî bilind û hêzdar ya welatekî ye. Mekanîzma wê ya aborî, hêza çekdar û ya sîyasî û hevkarîya navnetewî  ku xwe biparêze hey e.

Lê em wek gelê Kurd, îro xwedî partî û rêxistinên ku parîyê êrîş û terorkirina mêtinkaran e. Tenê yek otorîteyek gelê Kurd ya dewletbûnê li Başûrê Kurdistan di dest me de hey e, ew jî mêtinkar her rêyê diceribînin ku ji dest me derxe.

Ji dêvla ku em destê xwe dirêjî hev bikin û pêşî dewleta xwe saz bikin, em bi lîstik û planên dijmin ji hev re bahaneyan dibînin û êrîşî hev dikin.

Ger em nebin dewlet, wek ku felaketên heta niha hatine serê gelê me, wê bê serê nevîyên me jî û emê wek milet û welat ji rûyê dunyayê wenda bibin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *