Deklerasyona KCDê, ‘rêveberiya xweser’ û şerê di nav bajaran de

Mustafa Özçelik – Serokê Giştî yê PAKê

Kongreye Civaka Demokratik (KCD), li Amedê di rojên 26-27.12.2015ê de Kongreya xwe lidarxist. Di encama Kongreyê de jî, deklerasyonek belav kir.

Deklerasyona KCDê  ji 14 xalan pêk hatî ye. Herweha KCD di encama vê deklerasyonê de weha dibêje:

‘’Em bangî hemû  pêkhateyên civakê û  partiyên siyasî yên Kurdistanê dikin ku, bi ruhê yekîtiya netewî em xwedî li  berxwedana gelê xwe derkevin’’

KCD ya behsa ‘’partiyên siyasî yên Kurdistanê’’ dike, balkêş e ku tu partiyên siyasî yên Kurdistanê dawetî  kongreya xwe nekiriyê. Herweha PKK, HDP, DBP, KCD  di pêvajoya dayinûstendinên li gel Dewleta Tirk ku bi navê ‘’pêvajoya çareseriyê’’ nêzîkî  3 salan domand, yek carê jî, neçûyê tu peywendî  bi partiyên siyasî yên  Kurdistanê re nedaniye, negotiye ka hûn çi difikirin?

KCD a  ku  behsa ‘’ruhê yekitiya netewî’’ dike, heta îro bi tu partiyên Kurdistanê re, jibo tesbîtkirina  naveroka  ‘’ruhê yekitiya netewî’’ tu dayînûstendin nekiriyê.

KCDê heta îro rojekê jî  nehatiye ji partiyên siyasî yên Kurdistanê re  negotiye ‘’ka di derbarê vî  şerê bi xendek û barîkatan ku  li nav bajaran didome, hûn çi difikirin, gelo rast e yan ne?’’; lê nuha dibêje  ‘’bila herkes  piştgiriya vê berxwedanê bike’’.

Herkes baş dizane ku, li tu derê cîhanê, bangên  ji  partiyên siyasî re bê kirin, ne bi vê şêweya ku KCDê kiriye tê kirin. Heger bi rastî jî KCD dixwaze li gel partiyên siyasî xebatekê bike,  beriya her tiştî  divê nameyeke bangê amade bike û  di vê nameyê de  çi ji gotina’’ Kurdistanê’ , ji ‘’ ruhê yekitiya neteweyî ‘’ fêhm dike û bi çi armanc û hiqûqê dê li gel partiyên Kurdistanê re rûne, bê teredut divê zelal bike.

Wek ku tê zanîn ji aliyêkî parlementera HDPê Nurseli  Aydogan du roj berê gotibû  ‘’Dewletên mezin ên cîhanê  dixwazin bi yekkirina  her çar perçeyan Kurdistaneke mezin, dewleteke Kurdistanê ava bikin; lê yê rê li ber vê digire Ocalan û PKK ye’’. Ji aliyekî HDP û PKK dibêje ‘’dema netew  dewletan bihurî ye, netew dewlet xelet e’’.  Ji aliyekî ve HDP dibêje ‘’Tirkiye welatê me yê hevbeş e, her tişt jibo cimhûriyeta demokratîk, netewa demokratîk û ala hevbeş’’. Lê ji aliyekî jî ve Selehedîn Demîrtaş car carina behsa ‘’Kurdistanê’’, behsa ‘’statuyê’’ û ‘’dewletbûnê’’ dike.

PKK  li gorî dil û berjewendiyên xwe, siyaseteke rojane dimeşîne;  rojekê ji tiştekî re dibêje  ‘’ev taktîk’’ e, roja din ji eynî  tiştî re dibêj e ‘’ev stratejîk e’’. Li gorî PKKê rojekê tiştek ‘’baş’’ e, roja din eynî tişt ‘’xerab’’ e. Gelo di nav vê siyaseta  nezelal de, PKK, KCD dê bi kîjan  ‘’nasnameya xwe’’ û bi kijan ‘’ruhê yekitiya netewî’’,  bi kîjan bernameyê bi partiyên ‘’Kurdistanê’’ re ‘’tifaqan’’ pêk bîne?

Tifaq, hevkarî  jibo gelê me , ji her caran zêdetir îro pêwistiyeke zerûrî ye. Lê mixabin, yê ku heta nuha siyaseteke zelal ya netewî nemeşandiyê, yê heta nuha tiştên ku îmze kiriyê roja dotirê jibîr kiriye, yê heta nuha bi tu partiyên Kurdistanê re dayinûstendinên li ser prensîbên hevdu qebûl kirinê pêk neaniyê, her û her KCD û PKK bû ye. Em hêvî û daxwaz dikin ku, PKK, KCD û pêkhateyên wan yên din, siyaseteke neteweyî, rêbazeke ku yên ji derveyî  xwe qebûl dike bide ber xwe û rêya diyalog û dayînûstendinan xurt bike.

KCD di deklerasyona xwe de dibêje ‘’em piştgiriya berxwedana gelê xwe bikin’’. Baş e, gelo KCD  çima îhtiyaciya wê yekê nabîne ku, di derbarê van xendek û barîkat û şerê di bajaran de dimeşe bîr û rayên partiyên siyasî yên Kurdistanê werbigire?  7 Partiyên Kurdistanê û hin partiyên din jî, dibêjin  ‘’ev xendek û şerê di  nav bajaran de zerarê dide gelê me, dide welatê me. Ev şerê xendekan, rê ji  Dewleta Tirk re xweş dike ku, bingehên  xebata siyasî, sivîl, demokratîk,  girseyî  têk bide, gelê me ceza bike, doza azadiyê qels bike.’’ Baş e KCD çima van bîr û rayên partiyên din nade ber çavan?

Helbete ku li dijî êrîş û wêran kirin û kuştinên Dewleta Tirk divê hemû gelê Kurdistanê, partiyên siyasî û dezgehên sivîl bi yekgirtineke neteweyî, berxwedaneke sivîl bihûnin; lê ne bi xendek û barîkat  û çekan.

Deklerasyona KCDyê   jibo  Kurdistanê behsa statuyekê nake

Deklerasyona KCD ê de 14 xal hatine tesbît kirin. Van xalan helbete ku di xebata azadî û demokrasiyê de jibo rêlêvekirina çareseriya pirsa Kurd û Kurdistanê de, wek daxwaz û bernameyeke destpêkî  divê bêne parastin. Ev daxwazan pêk bên helbete ku baş e. Lê em baş dizanin ku van  daxwazan di esasê xwe de  xalên ‘’Şerdên Xweseriya Rêveberiyên Herêmî  yên Ewrûpayê’’ ne.  Ev xalan ne çareseriya pirsa Kurd û Kurdistanê ye. Ango van xalan jibo desantralîsazyona Dewletê û xurt kirina rêveberiyên herêmî li bajarên Ewrûpayê pêk tên. Dewleta Tirk jî van şertan bi ‘’şerh’’ îmze kiriye; ku ‘’şerh’’ên Tirkiyê li ser xalên xurt kirina desthilatdariya  rêveberiyên herêmî ne.

Aşkere ye ku, jibo pêkanîna van daxwazên KCDê  heyf e, guneh e  ku şerê çekdarî  bê dayin. Jibo van daxwazên KCDê  tu pêwîstî  bi xendekan, bi barîkat û şerê nav bajaran ve, bi kuştina mirovan ve  tune ye. Û ev daxwazên KCDê bi yek alî jî pêk nayên. Jiber ku, KCD û PKK dibêjin ‘’em jibo demokratîze kirina Tirkiyê, ji bo xurt kirina rêveberiyên herêmî xebatê dikin’’, nabe ku yek alî bêjin  ‘’vaye me ji xwe re li ser van daxwazan rêveberiyeke xweser îlan kir’’. Desthilatdariya herêmî  bi rêveberiya navendî  re, bi mitabaqatekê pêk tê.

KCD ji aliyêki dibêje, em van 14 xalan diparêzin; lê ji aliyekî jî dibêje em  ‘’piştgiriya berxwedana li nav bajaran bikin’’.

Ev şerê ku di nav bajaran de, bi çekan, bi navê ‘’rêveberiya  xweser’’ tê meşandin, ne jibo wan daxwazên KCDê tê kirin. KCD, PKK  ji aliyekî dibêje  ‘’em ji Tirkiyê venaqetin, Tirkiye welatê me yê hevbeş e’’ , lê ji aliyê din ve jî dibêje ‘’emê bi şerê çekdarî, di nav bajaran de herêmên azad ava bikin’’.

Wekî hemû rêveberiyan, rêveberiyên herêmî, mehelî jî  ji bo rêvebirin û organîze kirina jiyana mirovan e, ji bo ya civatê ye. Ango bi nexweşxane, dibistan, xanî,  mizgeft, dêr, dikan, otel, restaûrant, şaredar, trafîk, ewlekarî, sîstema av, elektrîk, posta, gaz û hewcedariyên din ve, rêveberî  jibo civatê tê kirin û bi van dezgeh û amûran tê meşandin. Baş e, cîhekî ku  %90ê mirovan jê derketibin, cîhê ku  nexweşxane, şaredar, dibistan, dikan, av, elektrik, restaûrant û tiştên din lê nemabin;  cîhê ku jiyan lê nemabe, dê ‘’rêveberiya xweser’’ çi û kê ‘’bi rêve bibe’’. Nimûneya wan nevçeyên ku jiyan li gelek derên wê nemaye, Sûr û Farqîn a Amedê ye, Nisêbîn e, Cizîr û Silopiya ye;  gelek navçeyên din e.

KCDê piştî ku van 14 xalan îlan kir; divîyabû li gel 200 hevserokên  Şarederiyan û 59 Parlamenterên HDPê bangî PKKê û YDG-Hê bikirina û bigotina ‘’Em van 14 xalan diparêzin. Ji bo van 14 xalan jî  pêwîstî bi şerê çekdarî, bi xendek û barîkatên nav bajaran tune ye. Werin vî şerî  rawestînin. Em bi tevgereka sivîl, siyasî, demokratîk û dîplomatîk xwedî  li van daxwazan derkevin.’’  Lê mixabin, KCDê weha nekir. Ji aliyekî ve got ‘’em jibo demokratîze kirina Tirkiyê, li hemû bajarên Tirkiyê van daxwazan diparêzin, em jibo xurtkirina desthilatdariya rêveberiyên mehelî daxwaza ‘xweseriya demokratîk’ ya bajar û navçeyan  dikin’’. Lê ji aliyekî ve jî dibêje em piştgiriya şerê nav bajaran dikin.

KCD di nav wan 14 xalên deklerasyona xwe de, qet gotina ‘’Kurdistanê’’ bikar neanî ye, qet behsa statuya Kurdistanê, xweseriya Kurdistanê, rêveberiya li ser esasê cografyaya Kurdistanê nekiriye. Behsa xweseriya rêveberiyên bajar û navçeyan dike. KCD van daxwazan jibo berjewendiyên Tirkiyê  yên giştî diparêze. Ji bo Trabzon û Edîrne û Yozgata Tirkiyê çi dixwaze, ji bo Amedê û  Wanê jî wê dixwaze. Di eslê xwe de, di bernameya Dewlet Tirk  de jî, ne  di mistewaya xwestinên  me de bin jî,  xurt kirina rêveberiyên mehelî  he ye.

Şerê li nav bajaran zerarê dide gelê me, dide welatê me

Şerê îro bi çekan,  bi navê  ‘’li bajaran avakirina herêmên azad’’, ji aliyê PKKê , YDG-Hê tê meşandin, şerekî  xelet e. Ji aliyê eskerî, lojîstîk, siyasî, parastin û dîplomasiyê ve gelê me û welatê me ne di wê mistewayê de ku, em ‘’li bajaran herêmên azad’’ ava bikin. Ev di encamê de, destê Dewleta Tirk xurt dike, welatê me wêran dike, bajarên me vala dibe, gelê me tê kuştin. Ango yê zerarê dibîne gelê me û welatê me ye.

Herweha îro peywendiyên Tirkiyê, li gel Amerîka û Ewrûpa ne wek  6 meh berê ye.  Dewleta Tirk piştî ku li herêmê bi tenê ma, piştî ku, siyaseta wê ya li rojavayê Kurdistanê têk çû mecbûr ma xwe zêdetir nêzî Amerîka û hevpeymaniyan bike,  zêdetir tawîzan bide. Piştî ku Rûsya yekser hate herêmê, Tirkiye di maseya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê  de lawaztir bû. Lê ji aliyê Emerîka û hevpeymaniyan rola wê zêdetir bû. Pirsa penaberan jî  destê Tirkiyê li himber Ewrûpa xurtir kir. Tirkiye meseleya penaberan wek çoyekî li ser serê Ewrûpayiyan dihejîne. Tirkiyê nuha bi Îsraîlê re jî têkiliyên xwe germtir dike. Ango di vê konjonktura nuh de,  peywendiyên Tirkiyê yên li gel Amerîka  û Ewrûpayiyan îro destê Tirkiyê xurttir dike. Ev jî dikare bibe sebep ku, Amerîka û Ewrûpa heta mistewayekê çavên xwe ji siyaseta Dewleta Tirk ya şerê li himber gelê me dimeşîne bigire. Tirkiye dixwaze vê yekê jî jibo berjewendiyên xwe bikarbîne.

Îro bi tu awayî Kurd ne amadeyî şerê nav bajaran e. Şerê li bajaran, dê destê Dewleta Tirk xurttir bike. Divê Kurd li ser wê mîndera ku Dewleta Tirk xurttir e, guleşê nekin. Kurd di xebata siyasî, girseyî, sivîl, demokratîk, dîplomasiyê de xurttir in. Ji ber wê jî divê berê xwe nedin şerî.

Şerê îro li Bakurê Kurdistanê heyî, zerareke mezin dide, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî.  Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê  dibe sehaya şerî. Destê wê li himber Tirkiyê û Îranê lawaztir dibe. Dibe sebeb ku  Dewleta Tirk bi du alî fitneyan geş bike. Li  Rojavayê Kurdistanê, zêdetir dibe sebep ku Tirkiye sergêjiya derxîne û herweha hêza Kurda li Rojavayê Kurdistanê qelstir dibe. Ev şerê ku li Bakur didome, tesîreke neyênî li ser Rojhilatê Kurdistanê jî dike.

Helbete ku, Dewleta Tirk jî, jiber ku ev e 90 sal e  di vê siyaseta xwe de  biserneketî ye, dê vê carê jî nikaribe, bi kuştin, wêran kirin û tûnd û tûjiyê, doza azadiya gelê me ji holê rake. Mixabin Dewleta Tirk bi vê siyaseta kor, nikare vê rastiyê jî bibîne.

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmed Davutoglu, di roja 17.12.2015ê de di daxuyaniyekê de weha digot: ‘’Me di çiriya paşîna 2013ê de, 12 navçeyên(qezayên) krîtîk tesbît kirî  ye’’. Ew navçeyên ku Davutoglu behsa wan dike, ew navçena ne  ku, hest û  bîrên kurdewarî  û tevgera neteweyî   di asteke herî  bilind de ne. Tişta balkêş jî ew e ku, îro li wan navçeyan wêranî  û  kuştin û şîdeta dewletê he ye ; li wan navçeyan xendek û barîkat he ne;  bi deh hezaran kes ji wan navçeyan koç dikin; li wan navçeyan jiyan têk çû ye. Gelo  meriv vê yekê çawa şîrove bike?

Divê em ne şîdetê, lê bêîtîatiya sivîl  ji xwe re bikin rêbaz

Belê, îro roj ew roj e ku, hemû hêzên siyasî û sivîl yên bakurê Kurdistanê bi hevgirtineke xurt, pêştir bikaribin vî şerî rawestînin. Şer ne li berjewendiyên  me de ye. Divê em bangî, Amerîka, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpa, Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê, dezgehên mafê mirovan yên navneteweyî  bikin, da ku zextê li ser Dewleta Tirk zêde bikin, bila şer û êrîş û kuştinan rawestîne. Herweha bila zextê li ser PKKê jî  bikin ku bila şerê xwe rawestîne.

KCD, li şûna ku piştgiriya şerê li nav bajaran bike, divê ji PKKê daxwaz bike ku, beriya her tiştî vî şerê li xendek û barîkatan tê meşandin rawestîne. KCD, bêyî ku îradeya partiyên siyasî yên Kurdistanê bide ber çavan, wek ku ew partî jî wekî HDP, DBP û yên din pêkhateyên wê ne bangî wan dike.  Ne rast e ku KCD bêyî ku îradeya wan partiyan bide ber çavan, bangî partiyên siyasî yên Kurdistanê bike ku bêje, ‘’piştgiriya şerî  bikin, piştgiriya siyaseta Tirkiyeyîbûnê  bikin’’.

Di konjonktur û şerdên heyî de, bi rêyên siyasî,  dîplomatîk û girseyî ku li ser esasê bêîtîatiya sivîl, pirsa Kurd û Kurdistanê li bakurê welatê me bê çareserkirin jibo gelê me baştir e. Divê em jî her li ser vê rêbazê xebatên xwe bimeşînin. Rê û rêbazên şerî, dê zerarê bide gelê me, doza me û welatê me.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *