Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê Xelata xwe ya Sala 2023yan Radestî Zimannasê Kurd Deham Ebdilfetah Kir

Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê “Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî” ya sala 2023yan dîyarî zimannas û nivîskarê Kurd yê qedirbilind Deham Ebdilfetah kir.

Birêz Deham Ebdilfetah, ku zêdetirî çil ye salî ye di warê zimanê kurdî de dixebite, roja şemîyê, 13ê çileya 2024an, ji bo wergirtina xelatê ji hêla Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê ve hat vexwendin.

Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê Xelata xwe ya salane di ahengeke taybet de li bajarê Amûdê, hola Arta Kafê “Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî”, bi destê mamoste Konê Reş diyarî zimannas û nivîskarê kurd Deham Ebdilfetah hat kirin, ji bo ked û xebata wî ya demdirêj di warê çand û zimanê kurdî de.

Mamoste Deham Ebdilfetah yek ji giringtirîn zimannas û nivîskarên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê ye, ku bi kar, xebat û berhemên xwe di warê ziman û zimannasîya Kurdî de bandoreka wî ya mezin heye. Birêz Deham Ebdilfetah, bi xebatên xwe yên ji çil salî zêdetir, xwedî roleka gelekî balkêş e di pêşveçûn û parastina zimanê Kurdî de û her wiha xwedî kedeka mezin û hêja ye.

Kurtejîyana birêz Deham Ebdilfetah

Mamoste Deham Ebdilfetah yek ji giringtirîn zimannas û nivîskarên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê ye, ku bi kar, xebat û berhemên xwe di warê ziman û zimannasîya Kurdî de xwedî bandoreka mezin e.

Ew di sala 1942yan de li gundê Belê ya girêdayî bajarê Amûdê ji dayîk bûye. Di temenê 5salîya xwe de diçe gel melayê gund, da ku hînî Qur‘anê bibe. Derdora salekê li gel mele dimîne û xwendina xwe ya Qur’anê temam dike. Dibistan li derdora wî tune bûn. Wê xwendinê gelek sûd li xwendina wî kir. Heta salên 1951ê dibistanek li nêzî gundê wî hebû, navê wê Hesê Osê bû. Ji ber jêhatîbûn û xwendina wî ya Quranê refa yekê naxwîne û yekser refa diduyan dixwîne. Di wê hingê de zimanê wî li awayê bilêvkirina peyv û tîpên erebî baş vedibe.

Xwendina xwe ya seretayî diqedîne û li dibistanên bajarê Hesekê xwendina xwe ya navîn bi dawî dike, paşê jî li zanîngehên Şam û Helebê beşa Wêjeya Erebî û Mamostetîyê temam dike.

Di heyama 20 salan de li dibistanên parêzgeha Hesekê wek mamosteyê zimanê Erebî kar kiriye, lê ji ber rewşa xwe ya tenduristî û pirsgirêkên çavan dev ji karê mamosteyîyê berdide.

Di zarokatî û destpêka xortanîyê de ji hêla ruhê ve ber bi Kurdîyê ve, kelecana vê yekê ew her tim bi xwendin û zimanê Kurdî ve pêş ve dibir, her wiha bandoreka mezin a melayên gundê Belê li ser Deham Ebdilfetah hebû.

Bi taybet Mele Ehmedê Palo, dema ku li pêşber Deham Ebdulfetah destnivîsên xwe yên ferhengî û rêzimanî radixstin û li gel hevalên xwe yên mele diket nava nîqaşan de, wê hingê ew rewş û xwesteka zanîna bi zimanê dayîkê li cem Deham Ebdulfetah geştir dibe.

Destpêka geşta xwe ya nivîskarîyê, Deham Ebdulfetah gotar û helbest bi zimanê Erebî dinivîsandin, lê paşê bi yek carê zimanê Erebî da alîyekî û hemû çalakî û destnivîsên xwe yên bi zimanê Erebî şewitandin û tenê bi zimanê Kurdî nivîsand û di ber doza vî zimanî de her xebat dikir û berdewam dike.

Piştî 8 salan ji mijûlbûna bi xwendina rêziman û ferhengên Kurdî, êdî Deham Ebdilfetah di sala 1989an de bi awayekî fermî dest avêt pênûsê, da ku hest û boçûnên xwe bi Kurdîyeka resen li ser pelê binivîse.

Ji ber berhemdarî û keda xwe ya bi salan di ber zimanê Kurdî de wiha dibêje; ”Ziman ne tenê derbirîn, danûstandin û fêmkirin e, ziman wek xezîneyeka veşartî ye”

Bi saya xebateka dûr û dirêj ku hetanî niha jî berdewam e, Deham Ebdulfetah bi dehan berhemên giranbuha yên li ser ziman, wêje û çanda Kurdî li pirtûkxaneya Kurdî bar kirine ku piranîya wan niha li ber destên me ne. Her wiha gelek caran jî cihê xwe di komxebatên li ser Rêbera Rastnivîsê, rewşa ziman û mijarên rêzimanê de bi sazî û dezgehên rewşenbîrî de cih girtiye.

Li gelek kongir û mihrîcanên wêjeyî û yên di warê ziman de li her çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûye.

Di roja îro de çavên zimannasê hêja Deham Ebdilfetah her çiqas zîyan gihabê jî, lê bi alîkarîya xortan ew xebata xwe didomîne û dev ji xebata xwe bernade, û ew bixwe jî dibêje “Dilê min xurt e. Moralên min bilind in. Herî kêm dikarim her salekê pirtûkekê binivîsim”.

– *Xelatên ku wî heta niha wergirtine*:

Xelata Komeleya Celadet Bedirxan, sala 2012

Xelata Navenda Ciwanên Amûdê, sala 2014

Xelata Komeleya Soparto, sala 2015

Xelata Seydayê Cegerxwîn, sala 2018

Xelata Mihrîcana Helbesta Kurdî

Xelata Mela Ahmadê Palo, sala 2020

Xelata HRRKê ya Afirandinê, sala 2020

Xelata Arta ji bo Dayîn û Afirînerî, sala 2021

– *Hinek ji berhemên wî*:

  1. Axaftina bi Kurdekî re (Werger), Şam 1989
  2. Li Ber Dergehên Laleş (Helbest), Şam 1990
  3. Nerînek Rexneyî li Helbestên Kurdî (Rexne), Şam 1992
  4. Hindek Alozîyên Zimanê Kurdî (Lêkolîn), Şam 1993
  5. Di mûzîka helbesta kurdî de (Şirove û bersiv), Şam 1994
  6. Rênivîsa Zimanê Kurdî (Lêkolîn), Beyrût 1998
  7. Dastana Gilgamiş:

Çapa yekem – Dihok 2006

Çapa dûyem – Stanbol 2006

Çapa sêyem – Diyarbakir 2019

  1. Nav di Zimanê Kurdî de:

Çapa yekem – Dihok 2006

Çapa dûyem – Diyarbekir 2006

Çapa sêyem – Qamişlo 2020

  1. Cînav di Zimanê Kurdî de:

Çapa yekem – Dihok 2006

Çapa dûyem – Diyarbekir 2006

Çapa sêyem – Qamişlo 2020

  1. Kar di Zimanê Kurdî de:

Çapa yekem – Diyarbekir 2001

Çapa dûyem – Dihok 2012

Çapa sêyem – Qamişlo 2020

  1. Yarsan (Werger), Diyarbekir 2017
  2. Mistek ji Hêvî û Arîşeyên Zimanê Kurdî, Diyarbekir 2018
  3. Çarînên Xeyam, (Werger) Diyarbekir 2019

Çapa çarê ya (Nav , Cînav û Kar) di zimanê kurdî de Sala 2023 li Amedê- weşanxaneya Lîs hatin çapkirin.

  1. Li Ber dest: Tewang û Veqetandek û Hin Mijarên Dîtir

– Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurd

Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî di gelawêja 2018an hat damezrandin. Xelata Şerefnameyê her sal ji alîyê Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê ve ji bo nivîskar û rewşenbîrên, ku giringtirîn pirtûk û xizmet ji bo çand, ziman û pirtûkxaneya Kurdî pêşkêş dikin, tê dîyarîkirin.

– *Lîsteya Xelatgiran*:

Sala 2018, birêz Prof. Celîlê Celîl

Sala 2019, birêz Şahînê Bekirê Soreklî

Sala 2020, birêz Konê Reş

Sala 2021, birêz Jan Dost

Sala 2022, birêz Firat Cewerî

Sala 2023, birêz Deham Ebdilfetah

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *