Ji bo Kurdan Şer û Aştî

Îro kesekî ku bi qedera Kurdan ne hesîyaye tune ye. Kurd, li sê parê welatê xwe Kurdistan, wek Î. Beşîkçî dibê, kolonîyek ne xwedîyê statuya kolonî ye jî!

Kurd, di bin destê dewletên Tirkîye, Îran û Sûrîye de bi fermî, ne xwedîyê tu mafekî ye, heta ku di qanûnan de jî navê Kurd qedexe ye.

Ji bo ku Kurd ne xwedîyê statuyekê ne, qanûn û huqûqekî “netewî” yan navnetewî ku wan biparêze jî tune ye. Loma qedera Kurdan li paş perdan, nava dîwaran û di odeyên kozmîk de tê tayinkirin.

Kengî li heremê qeyranek çêbibe yan şerek derkeve, yan Kurd serî hildin doza mafekî çandî, sîyasî yan neteweyî bikin, dikevin ber êrîşên giran; bi civatî tên qirkirin û koçberkirin.

Ji bo ku Serokê Kurdistan Mesûd Berzanî got: “Ji bo ku rêvebirên dewleta Iraq rûmetê nade hebûn û azadîya me, mafên me yên demokratîk û makezagonî nas nakin û di warê sîyasî, aborî û leşkerî zextê li me dikin, emê jî serxwebûna xwe ragihînin!” Neyar û hevalneyarên gelê Kurd bi rêya DÎIŞ û li Kurdistanê derxistina qeyrana sîyasî, dixwazin pêşî li daxwaz û biryarên Serok Berzanî bigirin.

Serok Barzanî, tevlî pêşmergeyên xwe yê qahreman zora DÎIŞ`ê bir, vê carê jî bi rêya partîyên hevalbendê Îranê yên piranîya endam û serokên wan doh cahşikê Sadam bûn, dixwazin Berzanî ji erka seroktîyê dûrbixin, da ku dewleta Kurd çênebe.

Îro jî serbazên dewleta Îran ya mêtinkar ku her roj zarokên Kurdan bi darvedikin, tên li Parlamentoya Kurdistan û Navendên partîyên wan civîna li dardixin û biryaran werdigirin, bê wê kî bi serokê Kurdistan be!! Ma ev ne şermek mezin e!?

Ji partîyên ku eşkere neyartîya Serok Berzanî, PDKI û pêşmerge dike, yek jê jî PKK û seksîyonên wê ne. Geh li herêmê Başûr Kantonan dide îlankirin, geh bi tundî divê; “em destûra avakirina dewletek Kurd nadin!”

PKK partîyek Bakur e û qaşo ji bo rizgarîya Bakur bi rêxistin bûye; her tim ji PDKI alîkarî wergirtine, gelo çima li dijî PDK û dewletbûna Başûr in?

Herkes zane ku dewleta Iraq acize ku xwe Îdare bike. Iraq fîîlen bûye sê beş. Ordîya wê hemû çekên xwe ji DÎIŞ re hîşt û revîya. Iro Kurd li welatê xwe ne tenê xwe diparêzin, hûrgel, cemaet û Erebên ji ber DÎIŞ û mîlîsên Şîa direvin jî diparêzin; nêzî 2 mîlyon penaber disitirînin.

DÎIŞ êrîşî Kurdistanê kir û bi taybet Ezîdîyên Şingalê ji xwe re kirin armanc û jenosîdek nedîtî bi serê Kurdan anî! Du mufrezê pêşmerge li wir ji ber DÎIŞ`ê bazda û xwedêgiravî YPG di gazîya wan hat. Loma di çapemenîya PKK de, li hember pêşmerge dest bi reşkirinê hat kirin. Lê piştre eynî tişt li Kobanî bi serê YPG hat; bêyî fîşekekê biteqîne 370 gund vala kir û baz da. Dawîya mayî jî Berzanî ji wan re çek û pêşmerge şand, wan ji DÎIŞ`ê rizgar kir. Lê kesî li hember wan kampanyayek reşkirin û şermezarîyê nemeşand.

Heger PKK Kurd be û ji bo rizgarîya Kurdistanê ditekoşe, gelo çi xisara PDK, Berzanî, Pêşmerge û dewletbûna Kurd jê re hey e?

Dewleta Sûrîye bi PKK, PYD/YPG da avakirin.

Heta qeyran û şerê navxwe li Sûrîyê derneket, li hember dewleta Sûrîye ne daxwazek çandî û sîyasî, ne seksîyonek û ne jî hêzek çegdar ya PKK hebû.

Heta serokê PKK di hin daxwîyanîyên xwe de digot ku “di nav sînorê Sûrîye de erdek Kurd tune ye, Kurdên vir jî wek koçber/penaber li vir sitirîne”. Niha jî rejima Baas ya nîjadperest di heman raman û helwestê de ye. Lê ji alî din ve jî bi hev re di nava hevkarîyê de ne û vêya herdu alî jî venaşêrin.

Rejima Sûrîye dibê: “Me çek daye PYD û me destûr daye wan ku wir biparêzin; dema me welat kontrol kir, wê çekê xwe radest bikin û biçin malên xwe!..”

PYD jî dibê: “Me li vê derê “Xweserî û kantona gelan ava kirîye! Em amade ne tevlî artêşa Sûrîye`yek “demokratîk” bibin!” Tevlî rejima Sûrîye îdareyek werê red dike û kantonan wek şanoyek ku gelê wir pê dixapînin xuya dikin jî herdû alî li hevkirî bi hevre herêma Kurd îdare dike û bi hev re operasyonan dikin. Ew li alîyekî, tu bi xwe ne demokrat be, tê çawa dewlet û partîyên ne demokrat bike demokratîk!?

Li Rojhilatê Kurdistan, PKK bi navê PJAK hêzek saz kir.

Demekê gotin: “em li hember mêtinkarê rejima Îran şer dikin!” lê ji leşkerê mêtinkaran bêtir endam û pêşmergeyên partîyên Kurd yên Rojhilat kuştin.

Tevlî ku dewleta Îran bi tometa ku li ser navê wan û yên partîyên din çalakî kirine, her roj çalakvanê Kurd bi dar vedike, lê PKK ev serê çend salan e bi dewleta Îranê re protokol û peyman îmze kirine ku li hember wê şer sekinandîye.

Ji bo ku PDK Îran pêşmergê xwe şand li Rojhilat şerê rizgarîyê bimeşîne, PKK got: “protokola me bi rayedarên Îran re hey e, em destûr nadin we ku hûn di vir e derbas bibin! Loma ji bo ku pêşmergeyên Îran di çûnê de israr kirin, gerîlayên PKK çek bera wan da pêşmergeyên PDKÎ kuşt û birîn kirin.

PKK çawa hat avakirin.

Li Bakur PKK, li gorî A. Ocalan di pirtûka xwe ya bi navê “Devrimin Dili ve Eylemi” de dibê: “wek grûp me civîna xwe ya pêşî di bînaya “MIT”ê li darxist… Sê salan bi çek û pereyên dewletê me rêxistina xwe meşand… Li alîyekî min nûnera “MIT”ê Kesîre, li alî din jî nûnerê Daîreya Şerê Taybet Pîlot hebû… Min dewlet û sazîya îstîhbaratê bi karanî…”

Di van mercên ku li Bakur PKK derket holê, 4-5 rêxistinên bi hêz ku her roj geş dibûn hebûn û ji xeynî PSK, tevan serxwebûn, yekîtîya çar perçê Kurdistan û şerê çekdarî wek armanca stratejîk diparastin.

Lê PKK got: “Vana tev derewan dikin, xayin û hevkarê dijminin, ji bo armanca şoreşa gel ya sosyalîst, Kurdistanek serbixwe û yekbûyî, ya wê tevlî me bibin yan emê bi darê zorê wan tevan ji holê rakin!” Loma bi lêdan û kuştin, êrîşî hemû partî û rêxistinên Kurd kir.

Abdullah Ocalan û rêvebirên PKK digotin: “ew kes, rewşenbîr û rêxistina Kurd ger serxwebûna Kurdistan û şerê çekdarî neparêze xayin e!”

Piştî ku Dogu Perînçek û Yalçin Kuçuk xwe li Şamê gîhand A. Ocalan, tevlî ku dewleta Tirk ya mêtinkar û nîjadperest tu daxwîyanîyek erênî ya mafnas nedabû jî, dest bi agirbestên yekalî kir. Di her agirbestekê de jî alî hêzên dewletê, bi sedan çekdarên PKK dihat kuştin.

Piştî hevdîtînên Ocalan derket asta balyoz û ataşeyan, wî anîn Turkîye. Ocalan bi eşkere got: “Destûr bidin, (yanî min nekujin) ez ji we re xizmetê bikim û PKK têxim xizmeta we!” Stratejîya partîya xwe eşkere guhert û got: “Ez dijî dewletek Kurd im, serwerîya Turkîye ya li ser Kurdan qebûl dikim! Destûr bidin ez nehêlim Berzanî jî dewletê avabike!..”

Piştî van daxwîyanîyên serokê PKK, rêvebirên hemû rêxistin û partîyên legal û îlegal bi PKK ve girêdayî tevan daxwîyanîyên ku beşdarî lênerîna Ocalan dibin dan.

Mîna HDP, sazîyên ku bi PKK ve girêdayî ji bo gelê Kurd, vekirî mafê federasyon an dewletbûnê red kirin û xwe wek partîyek Turkîye nîşan dan. Serwerîya dewleta Tirk ya li ser Kurdistanê û gelên din ya ne meşrû, bi çûna meclisa Tirk û sondxwarina nîjadperest ya Tirk meşrû rêdan û bi dengê Kurdan 80 endam şandin Meclîsa Turkîye ya mêtinkar.

Lê PKK, di nava sînorê dewletê û li ser navê dewletê serwerî û rêvebirîya hin bajarên Kurdistana Bakur armanc kir.

Dewleta tirk, bi hevkarîya Ocalan, bi parastina armanca Mîsak-i Mîllî û bi karanîna PKK/PYD û hin hêzên Başûr, xwest him rê li ber dewletbûna Kurd bigire û him jî mafê serwerîya li ser Kûrdistana Başûr û Başûrêrojava bide qebûlkirin û karibe di pêş de wan deran dagîr bike, yan li ser wir heq îdîa bike.

Ji xwe Îran eşkere dibê: “em li dijî dewletek Kurd in!” lê dewleta Tirk bi rêyên îstîxbarat, hêzên hevalbendên xwe û dîplomasîya li Ewropa û lobîyên Amerîka dixebite ku çeka nedin Kurdan û statuya Peymana Sykes-Pikot neyê guhertin.

Gelo kî zane bê îro PKK li Bakurê Kurdistanê ji bo çi dest bi şer kiriye!?

Madem hûn dewletbûna Kurd, yekîtîya Kurdistan û ya netewa Kurd naxwazin, hûn xwe îdarekirina federal, konfederal yan otonom jî naxwazin; we demokratîkkirina Turkîye ji xwe re kirîye armanc û we partîyek Turkîyeyî ava kirîye, we 80 wekîl şandiye Meclîsê, wê gavê hûn ji bo çi şer dikin, ji bo çi zarokên xelkê didin kuştin û welat didin wêrankirin!?

Kengî A. Ocalan bangekê bike, yan heyetek dewletê bişîne Qendîlê, kengî hilbijartin nêz bibin, yan dewlet bixwaze alozîyek xwe çareser bike, hûnê dest bi agirbestê bikin û propaganda aştîyê bikin! Dîsa kî (Ergenekon yan AKP) serwer be û şer li fêda xwe bibîne, wê şer derxe, zaroyên gel bide kuştin û Kurdistanê seranser bişewitîne û kavil bike!

Şerê ku heta niha PKK meşand, bi hezaran gundê Kurdan dan şewitandin û valakirin; bi mîlyonan Kurd berbe metropolên Tirkîye û welatên bîyanî da koçberkirin.!

Kurdistan welatekî ku bi hezar salan Kurd li ser dijî. Îro pirsgirêka Kurd pirsgirêka rizgarbûna welat û serxwebûna neteweyî ye. Kûrdistan û neteweya Kurd bi çar perça hatîye dagîrkirin û parvekirin; loma pirsgirêka Kurd yekîtîya xaka Kurdistan û yekbûna neteweya Kurd e. Ji bo vê armancê li kîjan perçê Kurdistanê çi şêweyê sîyaset û şer bê meşandin meşrû ye; lê berevacî vê armancê şerekî bê kirin, ew şer ne meşrû ye û ne li fêda civata Kurd e!

Heta her sê perçê din yê Kurdistan rizgar nebe û çar perçe nebe yek pisgirêka Kurd jî çareser nabe û aştî jî çênabe!

26-8-2015

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir