Şehîd Rêheval Îbrahîm ULUG

ÎBRAHÎM ULUG

Rêhevalê me Îbrahîm ULUG, piştî derba leşkerî-faşîst ya 12 Îlon 1980 li zîndana Amed ya lêpirsînê bi îşkenceyên giran hat kuştin. Ew hevalekî mêrxas yê berxwedar bû.

Rêhevalê me Îbrahîm ULUG, di sala 1945 li gundê ÇILDIZÊ yê Dêrika Çîyayê Mazî ji dayik bû. Ew kadirekî tevgera me yê yek ji rêberê çîna karker yê Kurdistanê, şoreşgêrekî mêrxas û lehengekî dilsoz bû.

Li Amedê wek karkerê kalorîferê yê DSÎ (Karên Avê yê Dewletê) dixebitî. Li hember xwarina mafan û tadeya rêvebirîya DSÎ ku li karkeran dikir, tekoşînek çalak dida. Gerînendeyê Daîreyê, ji bo wî qezenc bike û helwesta wî ya terefgirîya karkeran biguherîne, jê re pêşniyazên cazîp kiribû. Gava ew pêşniyazên dilkêş vala derketin, gefa ji kar avatinê lê xwaribû. Ne ew pêşniyazên dilkêş û ne jî gefxwarin helwesta wî guhert. Wî bêyî tu tawîzê/guhdirêjkirinê, ciyê xwe li ba karkeran xwanê kiribû. Di nava karkerên DSÎ de sendîkavanekî bi bandor û şoreşgêrekî rêzdar ku dihat hezkirin û bawerkirin. Li herêmê pêşevanekî sedîkavanîya çînî bû. Ji bo çîna karkirê Kurdistanê serbixwe bi rêxistin bibe û yekîtîya tevgera çîna karker û Tevgera Rizgarîya Netewaya Kurdistan dixebitî. Li heremê, endamê Komîta Karker ya KUK bû. Piştre di Komîta Mehelî ya Amed ya KUK de cîh sitend û vê erka xwe, heta roja şehîd bû bi maharet berdewam kir.

Rêhevalê me Îbrahîm ULUG, kadirekî tevgera me yê herêmê yê kevn û çalak ku hîn ji dema PDK-T de dihat. Li heremên Mêrdîn û Amedê xebatên wî yê sîyasî bi bandor hebûn. Bi girseyên gel re bi hêsanî li hevdikir; di nav komên karker, gundî û kedkran de, di têgihandina doza netewî û çînî ku bi zimanekî hêsan û zelal têbigihîjin hosta bû. Di nav van alîyan de, şoreşgêrekî çalak ku dihat naskirin û hezkirin. Di hilbijartinên Seroktîya Şaredarîya Amedê de, di nava koma ku rêxistinê wezîfedar kiribû de cîh distend. Elemanekî vê komê yê herî çalak bû ku ji bo Mêhdî Zana di nava gel de karê propaganda û ajîtasyonê dimeşand. Mezûnê dibistana Sereta bû, lê demek dirêj perwerdeya Medresê dîtibû. Loma li dora xwe wek “Mele Birahîm” dihat naskirin. Welatperwerekî şoreşgêr bû; ji sosyalîzma zanyarî û rola çîna karker ya di şoreşê de bawer dikir.

Rêhevalê me Îbrahîm ULUG, piştî Kongreya 1977`an li Amedê û derdora wê, ji bo civandina partîyê û ji nuh de bi rêxistinbûna wê, bi biryar xebitî û rolekî çalak lîst. Wî xebata legal û îlegal bi hosteyî ji hev diqetand; alîgirê xebatek bi dîsîplîn û bername bû; kadirekî durust yê bi hişmendîyek berpirsîyarîya kûr tevdigerîya. Kadirekî alîgirê meşandina îlegalîte û rêxistinîya ku ji kevneşopî û mîrasa PDK-T mabû bû. Ew, di demajoya nuh de, li hember meylên “çepîtî” ku her diçû bi pêş diket, mîrata buhurî û edetên wê yê erênî, di demajoya nuhbûna KUK de bê dewamkirin, di navbêna herdû heyaman de sentezek (têkelîyek) bi sihet bê kirin de gelekî daxwazkar bû. Xwedîyê bîrûbalek ezmûn û tecrûbeyek berfireh bû. Bi van taybetîyên xwe ew, di nava rêxistinê de, kadirekî bijarte yê ku di navbêna her du heyaman de wezîfa pirê dilîst. Ew, di tekoşîna sendîkal, legal û demokratîk de jî şoreşgêrekî hosta bû. Li Amedê û dorhêlên wê de, di xebata tekoşîna sendîkal de, kadirekî xwanê bû. Li Amedê, di vekirina ZYDD (Komela Alîkarî û Hevkarîya Kanîyazeytûnan) de û di xebatên vê komelê de gelek alîkarîya wî çêbû.

Rejîma dîktatorîya leşker-faşîst ya mêtinkar, di Cotmeha 1983 ku li hember tevgera me operasyonek berfireh li darxist, bi gelek rêhevalên xwe re Rêheval Mele Îbrahîm jî ket destê dijmin. Piştî operasyonê, dewleta mêtinkar, çendîn îşkencedarên har û hoste hebûn, li Amedê, li serê endamên KUK`ê civandin. Li endam, hezkir û alîgirên KUK yên di vê operasyonê de hatin girtin, bi mehan îşkenceyên giran hat kirin. Di serê yê ku îşkenceyên herî giran lê hat kirin jî rêheval Mele Îbrahîm dihat. Wî di dezgehê îşkenceyan de jî da xwîyakirin ku bê çiqas bi şoreşa Kurdistan, doza gelê Kurd ya pîroz û bi rêxistina xwe ve girêdayî ye. Di îşkencexaneya Amedê de, biryardarî û berxwedana şoreşgerane ya ku wî rê da, li ser lêva bûbû destan. Îşkencedarên dev bi xwîn, têgihîştibûn ku nikarin wî bidin peyivandin.  Jê re: Ya tê bipeyive, ya jî tê mirî ji vir derê!”  digotin. Wî qet bê dudulî, rêya dudoya hilbijart. Di `seansên` îşkenceyên herî giran de jî `slogan` davêt. Li hember îşkencedaran, gotina dawî ya rêheval Îbrahîm, ev diruşm bûne: “Bimre Mêtinkarî!.. Bimre Emperyalî!.. Bimre Dîktatorîya Faşîst!.. Bijî Kurdistana Serbixwe!”

Mirina Rêheval Îbrahîm, di nava îşkencedaran de bûbû egerê `panîk`ê. Tirsek dikeve nava wan. Her yek yê din sûcdar dike. Ew ji mirîyê rêheval Îbrahîm jî ditirsîyan. Rêhevalê me Îbrahîm di 03.11.1983 de, li îşkencexana Amedê tê şehîdkirin. Zewicî û bavê 6 zarokan bû.

Li zîndanên mêtinkaran, berxwedana bi rûmet ya rêhevalê me Îbrahîm rêdaye, ji bo gel û rêxistina me kana şerefê ya bêdawî ye! Ew ferdekî mêrxas yê gelê Kurd yê tekoşîna Serxwebûn, Demokrasî û Yekîtîya Kurdistan bû. Tekoşîna wî ya şoreşgêr û berxwedana wî ya bi şeref, di tekoşîna gelê Kurd de dijî û wê herdem jî bijî!

Dîroka şoreşan, yên bi berxwedan dimirin, wê bi şeref bi bîrbîne, yên radest dibin, wê ebedîyen makûm bike. Tekoşîna şoreşgerî hunerek e; divê em hîn bibin û şer bikin, şer bikin û hîn bibin. Gotina dawî, hertim yên berxwe didin dibên.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *