Em kurd di derbarê pirsa Filîstîn û Îsraîlê de duho jî û îro jî şaş in…

Îbrahîm GUÇLU

 

Mirovatî li dinyayê di qonaxeke gelek trajedîk re derbas dibe û jiyana xwe didomîne: Şer û pevçûn, neheqî, zilûm, tade li dinyayê bûye tiştekî edetî û xwezayî.

Rojhelata Navîn jî beşek ji dinyayê ye û ji aliyê jeolopolîk de jî beşekî girîng e.Hîç şik tune ye ku trajediya li dinyayê dom dike, li Rojhelata Navîn jî dom dike. Li Rojhelata Navîn jî trajediyeke gelek mezin heye. Li Rojhelata Navîn çend trajediyên mezin hene.

Trajediya yekemîn a mezintir, trajediya neteweya kurd e.

Trajediya duyemîn, trajediya Filîstîniyan e.

Trajediya seyemîn  şerê hûndirî li Sûriyeyê. Trajediya li Sûriyeyê rasterast beşek neteweya kurd e.

Trajediya çaremîn Şerê hûmdirî li Yemenê ye.

Qerektera trajediyên heyî him bi awayekî wek hev in,him jî bi ayawayekî ji hev dûr in.

Trajediya kurdan, nebûna xwedî dewletê ye. Ew trajedîya ji bona ku dawî bê, şerê kurdan yê rizgarîxwaz û neteweyî dom dike.

Trajediya Filîstînîyan xwedîbûna nîv-dewletbûnê ye.

Di van rojên dawî de trajediya Filîstînîyan derketiye pêş û bûye rojev. Di navbeyna Beşê radîqal yê Filîstînîyan û beşê radîqal yê Îsraîliyan de şerek heye. Di şer de encamên derdikevin holê, her kurdek û herkesek li dinyayê dişopîne. Mijara min ne ew e ku di vî şerî de çi bûye, çi dibe, dê çi bibe ye.

Mijara min, nêrînên me kurdan, di derbarê Filîstîniyan û Îsraîlîyan de ye.

Berpirsiyarên Filîstînîyan dema ku bi Serokê Kurdistan Mesûd Barzanî re danûstandin kirin, Serokê Kurdistanê diyar kir ku ew trajediya filîstîniyan fahm dike. Lê di heman dem de, li dijî Îsraîlê jî tiştekî negatîf negot.

Gelek kurdên siyasî û rewşenbîr ji ev helwesta serok Mesûd Barzanî eciz bûn. Beşekî jî vekirî bê hirmetî kir.

Min û çend kesên din, di derbarê qewimandinên dawî yên li Filîstîn û Îsraîlê, çend tespîtên notr û bê teref kir. Li hemberî nêrînên me jî şiroveyên ne rasyonal hatin rojevê. Hat gotin ku “Pirsa Filîstîn ne pirsa me ye.” Ji bona çi ev hatiye gotin, ji bona ku min/me nêrînên notr anîn ser zimên, Gelo emê çima bibêjin ku “pirsa Filîstîn pirsa me ye.”

Wekî din gelek nêrînên din ya rasyonal û ekstrem jî hatin rojevê. Min hemû nêrîn jî bi rêz şopandin. Ez hemû nêrînan jî qedir bilind dibînim.

Dema ku ez hemû nêrînên hatine ser zimên ji çav derbas dikim, ez dibînim ku  di salên di navbeyna 1970-1990î de em çewa di pirsa Filîstînê û Israîlê de şaş bûn, îro jî bi awayekî din şaş in.

Me di salên bihûrî de, Tevgera Filîstîniyan û Filîstin, bi her awayî mitleq dost qebûl dikir, me bi vê nêrînê jî piştgirya wan dikir. Lê hemberî wan jî Îsraîl bi her awayî mitleq dijminên me bûn.

Ev nêrîna şaş bû. Gor berjewendîya neteweya kurd û Tevgera Kurdistanê nebû.

Di vê qonaxa dawî de jî Filîstînî mitlek dijmin tê hesibandin, Îsraîl mitleq dost tê hesibandin.

Gorî bawerîya min ev nêrîna jî şaş e. Li berjewendiya neteweya kurd nîne.

Divê ku baş bê zanîn ku mitleq dost jî û mitleq dijmin jî tune ye. Berjewendiyên neteweyî û dewletan hene. Divê em kurd jî gorî berjewendîya xwe ya neteweyî sîyaseta xwe bimeşînin. Loma jî Filîstînî ne mitleq dijminên me ne, ne jî mitleq dostên me ne.

Heta serokatîya Filîstînîyan di derbarê kurdan de, dostanîya wan ya Seddam, nêrîna wan ya di derbarê Komkûjiya Helebçeyê de, an jî daxuyanîya Mehmûd Ebbas dibêje ku “Dewleta Kurdistanê ji bona Rojhelata Navîn felekateke e” divê nebe sedem ku em pîvanên xwe biguherînin.

Lê divê em nêrînên wan yên şaş bi xurtî rexne bikin û teşhîr bikin.

Dema ku em Filîstînîyan mitleq dijmin qebûl bikin, ew dibe sedem ku em xirabîya li wan dibe nebînin. Ew zirar dide mirovatiya me û hêjayîyên me yên exlaqî.

Heman nêrîn ji bona Îsraîl jî derbas dibe. Hîç şik tune ye ku Îstraîl ji bona ku bi neteweyên ereb, fars, Tirk re eleqeder nîne, rasterast bi me kurdan re dijîtîya wan nabe.

Lê dîsa jî em li wan her dem pozîtîf mezê bikin. Lê divê em baş bizanin ku ew jî mitleq dostên me nînin. Wek tê zanîn Îsraîlê piştgirîya refêrandûma serxebûna Kurdistanê kirin. Lê dema ku Emerîka û gelek dewletên rojava li dijî refêrandûma serxwebûna Kurdistanê derketin, îsraîl dengê xwe birrî. Piştî ku encanma refêrandûmê dewleta Kurdistanê erê kir, Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê demokrasî dan aliyekî, ji îşgala Kerkukê re deng dernexistin û demokrasîya wan li wir îflas kir. Îsraîl li dinyayê bi her awayî û ji her aliyî ve xwedîyê hêz e, lê ji bona Dewleta Kurdistanê hîç gavek neavêt. Bes dema berjewendîya wan xwest, an jî dema xwestin ku li hemberî dewletên kolonyalîst yên ereban û Tirkan û Farisan kurdan bi kar bînin, dengê xwe derxistin. Demokrasîya wan jî wek ya Rojava îflas kir. Lê dîsa em baş dizanin ku dema bi Dewleta Tirk re pêwendîyên wan yên aborî, leşkerî û dîplomatîk xweş bûn, li dijî Dewleta Tirk, ji bona kurdan tiştek negotin.

Filîstînî xwediyê hêz nînin. Bi kîjan dewletî re ji bona berjewendîya xwe xwediyê pêwendiyê ne, piştgirî û xulamntîya wan dewletan dikin, xirabiya wan dewletan vedişêrînin. Ew dewlet jî ji bona berjewendiya xwe ya piralî bi wan re danûstmdin dikin.

Wek tê zanîn piştgirên Filîstîniyan ya xûrt û diyar, yên wan çekdar dike Îran bû. Gelo di ev şerê dawî de helwesteke Îranê ya ji bona piştgiriya Filîstîniyan heye?

Ji bona çi Îran bêdeng e. Lewra ew bi Emerîkayê re dixwazin li hev bikin, peyman çêkin. Ev berjewendî ji bona Îranê ji doza Filîstînîyan mezintir e.

Dîsa dewlet gor berjewendîyên xwer bi Filîstîn û Îsraîlê re piştgirî dikin. Sibê wê ev denklema bê guhertin.

Ev rastiya, ji bona me kurdan jî derbas dibe.

Loma ez dibêjim ku divê em di mijara Filîstîn û Îsraîlê de rasyonal bin. Gorî berjewedîya neteweyî ya kurd tevbigerin.

Berjewendî jî bes bi tiştên xwuyayî (bi çek, bi pere) diyar nabe. Di heman dem de, berjewendiyên manewî jî ji bona

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *