Ji bo armancên stratejîk pêvîstîya me bi rawestinek hevpar heye!

“Delal her du çavên me qesra te ne
Nav her du çavên me cihê pîyên te ne
Em ditirsin tu xafil gav bavêjî û
Bi mijangên me biêşîn pîyên te”
Baba Tahir Uryan

Li Başûrê Kurdîstanê û li Iraqê, seranser kampanya hilbijartinê bi coşîyek mezin dest pê kir. Li gor bername û propagandeyên dest pê kirine gelê Kurd bi girsayî û bi helwestek netewî wê rengê xwe li Baxdayê bi dengê biparêze.

Weke tê zanîn di 7 ê Adarê 2010 an de li İraqê hilbijartinên Parlemento wê pêkbên. Hilbijartinên vê demê ji bo hemû netew û kêmnetewên İraqê gelek girîngin; lê belê bi taybetî jî, ji bo gelê Kurd taybetmendîyek girîng radixe ber çavan! Di pêvajoya îroyin de gelê Kurd bi hemû hêz û qewetên xwe dikarê fersendên zêrîn bi dest bixe û ber bi armancên xwe yên netewî ve nêzîk bibin.

Ev demek dirêje di navbera hukumeta navendî û hukumeta Kurdistanê de pirsgirêk û problemên civakî, sîyasî û yên qanûnî didomin. Pirsgirêkên weke Kerkûk, Mûsil, Xanîqîn, Şêxan û deverên ku li dervayê deshilatdarîya hukumeta Kurdîstan mane li benda çareserîyê, li benda helwestek netewî ye! Ji ber wan sedeman li Baxdayê divê destê hukumeta Kurdistan gellek xurt û bi xwedî prensîbên Kurdewarî be. Lewra weke Rêbazê nemir jî gotîye. “Kerkûk dilê Kurdîstanê ye” Gava ku parlementerên Kurd li baxdayê xwedî yek rêz û yek helwest bin dikarin zedetir alîkarîya gelê Kurd bikin. Parlementerên Kurd yên ji bo Baxdayê bên hilbijartin divê di serî de berjewendîyên gelê Kurd bi parêzin û di vê pêvajoya îroyin de xwedî helwest û vateyên dîrokî bin. divê ev parlementerên me rmancên gelê Kurd li ser armanc û pîvanên rêxistin û partîyan bigirin û her tim helwestên netewî û hevpar nîşan bidin.

Di demên dîrokî de tu mafê kesekî an hêzekî tuneye ku berjewendîyên xwe yên şexsî an hîzbî li ser berjewendîyên netewî bigrin û biparêzin. Îro li başûrê Kurdistanê destkeftîyên bi dest ketine ji bo hemû perçeyên welat, ji bo gelê Kurd gellek girîngin. Em dibînin ku hinek kes di bin navê “guherandinê” de doza heremîtîyê diparêzin û xwe naguherînin. Ji bo guherandinek paqij dive ev kesên hanê ji ber rolên xwe yên qirêj ku di salên borî de pêk hatibû ji gelê Kurd lêborîn bixwazin. Ji bo bîr û bawerîyê divê di heman deman de helwestên Kurdîstanî li pêş bên girtin û ji vîna gelê Kurd re rêz nîşan bidin.

Lîsta Hevpeymanîya Kurdistan deng û rengê hemû beşên civata Kurd û Kurdistanê ye. Lîsteke hevpare û dengê wêneya civata Kurdîstanê radixe ber çavan. Di lîsta hevpeymanîya Kurdîstanê de dengên demokrat, sosyal-demokrat,liberal, sosyalîst, komunîst, oldar, Tirkmen û Aşûrîyan cîh digire û rengê demokrasîya Kurdîstanê nîşanî dost û dijmînên gelê Kurd dide.

Ev rastîya hanê jî dide xuya kirin ku Lîsta Hevpeymana Kurdistan vîna (îradeya) gelê Kurd temsîl dike. Serkeftina lîsta hevpeymana Kurdîstan serkeftina gelê Kurd ê. Ji ber vê yekê li Başûr û li dervayî Başûrê Kurdîstanê divê hemû Kurdîstanî bi girseyî beşdarî hilbijartinan bibin û destê Parlementerên Kurd li Baxdayê xurt bikin û bi dengê xwe piştgirîya xwe li gel wan eşkera bikin.

Weke ku Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî jî gotîye: “Çarenivîsa me hemûyan bi pêkve girêdayiye, gelek xweşe, eger opozîsyon û desthilat temamkerê hevdû bin, her me çi hebe divê di çarçêweya parlamnetoyê da bixîn rû bo ku çareseriyeke guncaw ji bo wan tiştan bidozîn eve derfeteke ji bo me ku hatiye pêş û nabe ji dest bidîn, ji ber ku bi yek helwestî dikarîn destkeftên xwe biparêzîn û destkeftên din jî bi dest bixîn.

“Ji bo wê yekê pêwîste em wekî gelê Kurdistanê bi qursayiyê ve beşdarî li vê hilbijartinê bikîn. Ez spasî hemû hêz û aliyên siyasiyan dikim ji bo yek helwestiya li beramber yasaya hilbijartinê û hêvîdarim ku ev yek helwestî û yek rêzî berdewam bibe. Raste cudahî heye li hundir, lê belê li derveyê herêma Kurdistanê bi taybetî di meseleyên stratejîk da divê em hemû bi yek helwêst bin.”

Di dema şoreşa îlonê de, li devera Zavîtan ji alîyê hêzên Pêşmerge ve destanek mezin pêkte. Di şerê Zavîtan de hêzên dewleta İraqê bi çekên giran û bibalafiran êrîşî ser hêzên peşmerge dikin. Hêzên Pêşmerge berxwedanek mezin nîşan didin û wan êrîşan dagirkeran wala derdixin. Gava ku balafirek şer derbe digire û dûman jê derdikeve, pêşmergeyek ku tifingek çifte di dest de, bazdide tê cem Rêbazê nemir Mele Mustafa Barzanî û bi heyecan û coşîyek mezin dibêje: “Min lê da, min lê da! Min balafir birîndar kir.” Bi rastî ew bîrûbawerî nebûya me ev rojê azad nedidît. Ew bawerî tunebûya li dijî hêzên dagirker bi salan şer nedidomîya. Ew xweşmêrên xewnên hêvîyê bi wê vînê (îrade) bi ser ketin. Em dizanin ku doza Kurd wek gulekî cilmisî bi xwîna qehremanên bênav û wan şehîdan hatiye avdan.

Di salên 1961 an de ev aso û helwesta netewî hebû. Îro jî bi dengê xwe bi vîna xwe ya netewî gelê Kurd bi pêngav û helwestên dîrokî ber bi qonaxek girîng dimeşe. Ji ber vê yekê divê gelê Kurd bi dengê xwe di dîroka Kurdîstanê de rûpelek nû veke û vîna 2010 an bi yek dengekî bi yek helwestekî nîşanî dost û neyaran bide.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *