XWARZÊ DUJMİN DERB BERDA DİLÊ ZİMANÊ KURDÎ.!

Li ser derb berdana du Kurda (Bav û Law)

Xwarzê heşê xwe bi serê xwe de û zanibe neyara derb berdaye hemî Kurda.!
Ev bûn sed sal, kum û kolozê Kal û Bavê me kuştin,
şahr, kûm û kitana Pîrik û Dayikên me kuştin,
serê her peyvek Kurdî, têra xwe pere ji Kal û Bavê me stendin,
jiyana me ya li gunda, mîna Kanîya zimên û çandê kuştin,
em bi çol û çepela- xerîbî û xurbetê xistin û hîn jî em nemirine û berxwedidin..!

Guhdar bike Xwarzê..!
Ew kesê derb berdaye Bav û Law, serrast sîstema bişaftina Kurd û Kurdistanê ye.
Xwarzê..!
Nebe nebe, tu vê qewamê mîna hêrsa nijadperestekî nebîne..!
Ew derba bi destê sîstema tarî û genî, li dilê ZİMANÊ KURDÎ ketîye û tolhidana wê derbê, karê hemî Kurda û mirovên xîretkêş in..!

Heger tu li min guhdar bike, sîyaseta Kurda rebenê ber destê dujmina ye û barê dujmin sivik dikin..!
Lê belê lawê sîyasetê ewê ne bêxîret bin û ewê vê xwînê li erdê nehêlin..!

Êdî roj ne roja kesên xîretkêş li benda sîyaset-vanên rebenê ber derîyê dujmina bimînin.
HER KES LAWÊ BAVÊ XWE YE Û EV NAMÛSA HEMÎ XÊRETKÊŞA YE KETÎYE BER NİGA..!!
Kî rahêle darê namûsê, siyaset jî ew e, partî jî ew e û XWEDÎYÊ KURD Û KURDİSTANÊ JÎ EW E..!

Wekî din, rebenê ber dest û derîyê dujminane..!
Û qawet be ji we re Xwarzê….!

….24 – 12 – 2018….
_// Kalo Şado \\_

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *