Demokrasîya sosyalîst û yek partî

Egerê têkçûna rejimên sosyalîzma reel û şaşîya wan ya herî mezin, parastina rista li ser asasê yek partîyê bû. Yek partîya “komunîst” bû serwerê rejimê. Wê partîyê brokrasîya dewletê, yanî erkên hukmî, parastin/ewlekarî û daraztin tev girt dest xwe. Grûbekê yan malbatekê serwerîya partîyê girt destê xwe û muxalifên xwe tev berteref kirin. Êdî dîktatorîyek brokratîk ya li ser navê karker û îdeolojîya kedkaran destpêkir. Ma bûrjûvazî jî pêşî ne digot: “Nan, Azadî û Wekhevî” Di vê dîktatorîyê de berpirsên partîyê bûn efendî, karkir û gundî dîsa bûn xizmetkar û bi awayekî din hatin eciqandin.

Helbet helwest û ramana bû sebebê vê dîktatorîya brokratîk du tişt bûn: yek jê parastina yek partîtîyê û ya din şaş parastina “dîktatorîya proletarya” bû:

Her partîya ku ji xwe re got ez berpirsîyarê proletarya me û berjewendîyên hemû kedkaran ez bi tenê temsîl dikim, partîyên li ser navê kedê avabûbûn hemû bi “ji rêya rastî derketinê” sûçdar kirin. Muxalefetkirin, tenê di nava partîyê de meşrû dîtin. Vê helwesta, muxalefet û rexna rastî ji holê rakir. Gava partîyekê li welatekî şoreşa sosyalîst çêkir jî bi tena serê xwe û bêmuxalefet bû desthilat û hukûmet. Brokrasî û hemû rêvebirina welat kirin dest xwe. Sekreterê partîyê him bû şefê partîyê û him jî bû dîktatorê welat. Kîjan endamê Komîta Merkezî yan rewşenbîrekî ji rêzê, biryarek rêveçûna şaş rexnekirin jî rastî îşkence, girtin, kuştin û terora dewletê ya bi destê partîyê hat. Yanî ji dêvla demokrasîya sosyalîst, dîktatorîya brokratîk hat îkamekirin.

Şîrovekirina “dîktatorîya proletarya”, li welatên reel sosyalîst, wek dîktatorîya partîyê û brokrasîya dewletê li hemberî gel û bi taybetî li hemberî kedkaran pêkhat.

Têgeha “dîktatorîya proletarta” ji alî Marks û Engels, di dema Komuna Parîs`ê de, li hemberî îdeologên anarşîstan tê parastin. Ew jî bi sebeba munaqeşeya ku piştî şoreşê divê dewlet hebe yan na û wê şêweyê vê dewletê çibe? Marks dibêje ku: “ji bo ku civat derbasî komunîzmê bibe, heta demekê pêwîstî bi dewletê heye. Şêweyê îdareya vê dewletê jî bêşik wê demokrasîya proletarya be. Lê ji bo ku demokrasî şêweyekî dewletê ye û dewlet jî li ser asasê brokrasî û mîllîtarîzmê bi rêve diçe, xwezayî dewlet jî pergalê dîktatorîya sinifekî li hemberî sinifekîye, demokrasî bi xwe jî şêweyekî dîktatorîyê ye û demokrasîya karker jî li hemberî bûrjûvazîyê ku têkçûye û ji bo ku dîsa nebe desthilat, pergalekî dîktatorîyêye. Lê ev dewlet ji bo hemû kedkaran pergalê demokrasîyek bêdawî ye. Gava pêwîstî bi brokrasî û mîllîtarîzmê nema, bi rakirina van hêzan re wê dewlet jî hêdî hêdî vemre û bi temamî ji holê rabe.”

Tiştê ku min ji Marks famkirîye, ew ne tenê li hember karker û hemû kedkaran, lê li hember bûrjûvazîyê ku têkçûye jî (bi şertê ku nexebite ku rista kapîtalîzmê dîsa damezirîne) dîktatorîyê naparêze.

Ya din jî ji bo ku berjewendîyên kedê biparêze çima ji partîyekê zêdetir partî û rêxistinên cuda dernekevin holê û bi hev re reqabetê nekin? Çi şaşî di vêya de heye? Lê gava serokekî ehmaq û bi îhtîras, yan jî kilîkekî ku di nava şaşî û çepelîyan de be, partîyekê têxe bin destê xwe û destûr nede rexne û guhertinê, divê mafê kesên din tunebe ku veqete û partîyek alternatîf ava bike? Li gorî min sebeba ku sosyalîzma reel têkçû ya herî mezîn ku partîyên alternatîf yên muxalefet bikirana tunebûn.

Êdî demokrasî û destûrdana lênerînên cuda ya nava partîyê têrnake, divê wek berpirsên kedkaran hebûna rêxistin, partî û sandîkayên cuda jî bên qebûlkirin û wek hêzên dost yên yekîtî û hevkarîyê bên mûxetabgirtin.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir