Ji BÎRANÎNÊN ZÎNDANA DİYARBEKİR, RÛPELEK (4)

Bi rastî kadro û pêşkêşên doza Kurd (ji bilî ew kesên wezîfedar û Beko Ewan) hemû dilsoz û bawermend bûn. Rê û rêbazên wan cûda bû, lê bi doza Kurdîstanê bawer bûn, ji dil û can mafê serxwebûn û dewletbûna Kurdîstanê diparastin.

Di wê demê ez xortekî çeleng, dilsoz û alîgerê xeta netewî bûm. Bi rastî, fikir û ramanên min, kelecana min di pêlên zarokîyê de derbasî xortanîyê dibûm. Ji sala 1980 an heta sala 2000 an, min di nav 20 sal dîlbûnîya xwe de – zîndanîya xwe de gelek serok, rêvebir û kadroyên rêxistinên Kurd û Tirk dîtin. Ez bi wan re di qawîşan de, di berxwedan û rojîya birçîbûnê de, di rojîya mirinê de, di surgûn û dema lêdanan de bi hevra mam. Me hevdû nas kir. Gelek hêjayî hebûn lê gelek jê mirov matmayî dima, bê ka çewa bûbûn rêvebir. Hinek jê weke zarokan bûn, ne bi xwe û ne jî bi derûdora xwe re li hevbûyî bûn. Di dema tengasî û zehmetîyan de, ne pêşkêş û rêvebirbûn. Lê hinek jê, bi rastî egît bûn: di dema tengasîyan de bi seknandin û helwestên xwe bawerî didan mirov. Fikir û ramanên me ne yek bû, lê mirov bi hev bawer dikir. Weke kevirên giran, di cîhê xwe de giran bûn; bawerîyek didan dora xwe.

Piranîya rêvebirên wê demê xort bûn, temenê wan di nav 24 sal  an 32 salîyê de diçû û dihat, tecrube û zanîna wan li gor temenê wan kêm bû. Lê bawermendbûn, hemal bûn û xîzmetkarê doza xwe bûn.

Bi gotinên pêşîyan dost û heval, mêrxas û tirsonek di dema tengasîyê xuya dibe. Rojên giran weke laboratuvarekî ye. Di rojên xweş û di nav hebûnê de, herkes egît e, dilsoz e û bawermend e, durist e(!) Lê belê, gava di nav tunebûnê de, li ber derîyê tengasîyê, di rojên giran de, egîtî ne bi pere, ne jî bi gotinên gilover û vala dernakeve holê. Jiyan, wargeha ezmûnên rasteqînî ye, divê tu bijî û encamên wê jî bi serfirazî di pratîkê de, bidî peyitandin!

Zîndan, sengerên şer, penaberî û jîyana di nav hebûnê de, wargehên ezmûnê ne!  Di hemû wargehên jiyanê de, rêhevaltî, parkirin û xwedîtî cîhê bîr û bawerîyê ye, destpêka gavên pîroz in.

Îro hinek kes rabûne li ser navê gelê Kurd, li dijî dewletbûn û serxwebûna Kurdîstanê sîyaseta serdestan diparêzin. Gellek jê, haya wan ji dîroka wan tune ye. Doh çi diparastin îro çi diparêzin? Çima 180 derece vegerîyan? Berîya ku li dijî serxwebûna kurdîstanê derkevin, divê zûtirîn lêborîna xwe bixwazin! Lewra 180 derece vegerandin, înkara hebûnê ye. Rastî û derew di tûrikekî de çênabe! Her dû li dijî hev in. Daxwaz, bername û kiryarên we yên do rast bûn an yên îroyin? Kîjan derew e, kîjan rast e? Berîya hûn rê li ber daxwazên serxwebûnê bigirin an mafê dewletbûnê binpê bikin, berîya her tiştî, li keda xwe û li şehîdên Kurdîstanê rêz bigirin.

Tu pêwîstîyek tune ye, xortên Kurd ji bo berjewendîyên dewleta Tirk, Ereb û Eceman xwîna xwe birijînin!

Ji bo demokratîkbûna dewletên dagirkeran, hûn ne mecbûr in berjewendîyên netewa xwe binpê bikin!?

Ma qey, hûn mecbûr in hêjayî û pîrozwerîyên xwe, dîroka gelê xwe bixin bin lingê dijmînê xwe!?

Mafê we hey e, ji bo berjewendîyên şexsê xwe û rêxistina xwe daxwaza tiştekî bikin an nekin! Lê belê tu mafê we tune ye ku hûn li ser navê gelê Kurd, mafê dewletbûnê û serxwebûnê red bikin.

Tu mafê we tuneye sembol û hêjayên dîroka doza Kurdîstan bin pê bikin, kêm nîşan bidin.

Sedemên damezrandina rêxistin û partîyên Kurdîstanê dagirkerî û bê statutî ya Kurdîstanê ye. Ger pirsgirêka Kurdîstanek bê statu û perçekirî nebûya, îro hûn û yên din li ser dikê nedibûn! Sedemên derketina partîyên Kurd, bê dewletbûn û bê statutîya îro ye!

Dîroka serhildan û berxwedanên Kurdîstanê yên 100 salên dawî, di bin sîya xapandin û bê yomîyê de, di nav lîstîk û bêbextîyê de fetisî ye!

Hewldan û xebatên netewî her dem, rastî encamên xirab bûye û bi trajedîyên mezin dawî bûye!

Di heman deman de, berjewendîyên şexsî rê li ber berjewendîyên netewî girtîye. Îro jî ev nexweşî weke penceşêrê, li hemû perçên Kurdîstanê belav dibe. Ger sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurdîstanê rojekî zûtirîn rê li ber vê nexweşîyê negirin û rêya dermankirinê peyde nekin, ji bo gelê Kurd metirsîyek mezin hey e!

Îro li kîjan perçê kurdîstanê desthilatdarîyek – statuyek Kurdîstanî hebe, wê feyde bide hemû partî û rêxistinan û li hemû perçên Kurdîstanê rê û rêbazên çarenûsî bi hêsanî bidest bikeve. Gava tu ji dîwarên dagirkerîyê kevirekî bikişîne, yên din bi hêsanî tê. Problem û zehmetî ew e ku mirov karibe kevirê yekem ji dîwar bikişîne.

Derfet û şertên hene, konjektura sîyaseta dunyê û dînamîkên navxwe, gellek firsatên zêrîn radixe ber gelê Kurd.

Li Başûrê Kurdîstan û rojavayê Kurdîstanê ev hewldan her diçe pêş dikeve, lê mixabin sîyaseta li ser berjewendîyên hîzbî dimeşe, gellek astengî û zahmetîyan derdixe holê. Li şûna sîyasetek Kurdîstanî û netewî bê meşandin, li ser daxwaz û berjewendîyên dewletên dagîrker, sîyasetek teng, yekreng û ya têkbirin û perçekirinê tê meşandin. Di plan û projekirina vê sîyasetê de, dewletên dagirker hene.

Alozî û qeyranîn di nav qada sîyaseta Kurd de, didome, bi tevayî berhemên dewletên dagirker in. Tirk, Ecem û Ereban her dem hevkarîya hev kirine. Weke îro;  ev dewletên dagirker di hemû deman de nakokî xistine nav gelê Kurd û nav rêvebirîya sîyasî! Problemên şexsî rê li ber cûdabûnên bê bingeh avakirîye, ji bo rê li ber berjewendîyên gelê Kurd bigirin, wan probleman, weke cûdayîyê sîyasî bi nav kirine.

Gelek caran hinek partî û rêxistin li ser navê Kurdan, li gor berjewendîyên Tirkîyê, Iraq, Sûrî û Îranê tevgerîyane. Berjewendîyên wan yê demkî û hizbî, rastî û haqanîyet ji holê rakirîye.

Hêz û qeweta rojane, hûqûqa civakî binpê kirîye. Bi darê zorê û bi sîyaseta derewîn civatek nû ava nabe, lê bi derew û fesadîyê, bi şerê ragihandinê sitûnên civatê xirab dibe û rê li ber têkçûnê vedike.

Ez hêvî dikim, ew alîyên sîyasî ku li ser berjewendîyên dewletên dagîrker li dijî dewletbûn û serxwebûna Kurdîstanê tevdigerin, qeyran û alozîyan geş dikin, rojekî zûtirîn vegerin ser xeta netewî û di bin ala Kurdîstanê de, erkên xwe yên netewî bi cîh bînin. Ger naxwazin navê wan di rûpelên dîroka Kurdîstanê bê reşkirin; divê rojek zûtirîn ji bandora dewletên dagîrker derkevin.

Divê em hemû baş zanibin, dewletên dagîrker tu carî dostanîya gelê Kurd nakin. Îran, Tirkîye, Sûrî, Iraq û piştgirên wan her demê li dijî gelê Kurd, di nav îtifaqek genî de ne. Ew kêsên bawer nakin, bila rûpelên dîrokê bizivirînin. Ka bê çi hatîye serê serok û pêşkêşên gelê Kurd? Şêx Abdulselam Barzanî, Şêx Mahmûd Berzencî, Şêx Seîd, Xalid Begê Cibran, Yusuf Zîya, Doktor Fûad, Simko yê Şikakî, Alîşêr, Seyîd Riza, îhsan Nurî Paşa, Mele Mistefa Barzanî, Doktor Abdulrahman Qasimlo, M. Sadiq Şerefekendî û yên min navê wan nenivisîye hemû rastî fen û lîstîkên Acem û Tirkan bûne.

Ew kesên weke zarokan, di bin fermandarîya Qasim Silêman û Ayetullahan de, dixwazin komikên heremî avabikin xwe dixapînin.

Divê berîya herkesî sîyasetmedarên Kurd zanibin: tu carî, du şaşî nabe rastîyek!

Cano Amedî

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *