Ji Amerîka daxuyaniya Sûriyê: Rûsya Komîteya Destûrê asteng dike

Balyozxaneya Amerîka ya Şamê radgihîne, derbarê civînên Komîteya Destûrê ya Sûriyê de ku demek dirêj e nayê civandin daxuyaniyek belav kir.

Balyozxaneya Amerîka di daxuyaniya ku îro 24ê Adarê belav kiriye de, bal kişand ser rola Rûsyayê ya parastina rêjîma Esed û diyar kir, Rûsya Komîteya Destûrê asteng dike ku ev gava yekem a ber bi çareseriyeke siyasî li gorî biryara 2254  a Neteweyên Yekbûyî ye.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Di dema ku cîhan Roja Navdewletî ya Rastiyê derbarê Binpêkirinên Mafên Mirovan de pîroz dike, Dewletên Yekbûyî piştgirî dide hewla Sûriyan ji bo bicihkirina berpirsiyarî û dadmendiyê.”

Balyozxaneya Amerîka ya Şamê diyar kir: “Em rola Rûsyayê ya berdewam di parastina rêjîma Esed ji berpirsiyariya binpêkirinên wê yên mezin ên mafên mirovan, şermezar dikin ku ev yek karê Komîteya Destûrê asteng dike, ku ev gava yekem a ber bi çareseriyeke siyasî li gorî biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Navdewletî ye.”

Di dewamê de hate destnîşan kirin: “Rûsya berdewam e li ser belavkirina zanyariyên derew û propagendeyan ji bo şêlokirina dengê qurbaniyên tawankariyan li Sûriyê û astengkirina hewildanên ji bo çareserkirina binpêkirinên berdewam, herî dawî jî deng li dijî damezrandina Saziya Neteweyên Yekgirtî ya Serbixwe bo Kesên Winda li Sûriyê da, ku taybet bû bi eşkerekirina çarenivîsa bêtirî 155 hezar kesên winda.”

Komîteya Destûrê ji 150 kesên ji aliyên rêjîma Sûriyê, opozîsyona Sûriyê û civaka sivîl pêk tê. Herwiha komîteya biçûk ji 45 kesan hatiye avakirin ji bo destûrekê amade bikin ku di dawiyê de dengdan li ser were kirin û krîza Sûriyê were çareserkirin. Komîte 8 caran civiyaye û ji sala 2022yan ve jî civîna nehemîn nehatiye kirin.

PK

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *