Ji BÎRANÎNÊN ZÎNDANA DİYARBEKİR, RÛPELEK (1)

Îşev li ser tora ragihandê min hinek nûçe xwend û li ser medyaya sosyal daxuyanîyên hinek sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd şopand.

Parastina mafê dewletbûnê, mafê netewîbûnê û mafê serxwebûnê weke tawanbarîyek giran nîşan didin û bi tundî li dij derdikevin. Rexnên giran li welatparêz û Kurdîstanîyan digirin. Dîrok û keda şehîdên Kurdîstanê derxistine bazarê û dest bi şebaşê kirine.

Ez bawerim her kurdekî bi xîret ji van daxuyanî û gotaran aciz e û şermezar dike. Lê belê darê zorê û bingeha çêrandinê, derî li ber qeşmeran vekirîye her diçe vedike!

Şîrovên li bin nivîsên wan “camêran” hatibûn nivîsandin bala min kişand, li alîyekî min şîrove û nîrxandinên cûda xwend, lê li alîyê din jî ketim nav giloka xeyalan, derûdorên min bi mij û dûmanê hatîbû xemlandin. Îşev, di nav deryaya fikir û ramanan de, di nav daristana dirîyan de, ezê çiqas bi meşim, nizanim? Êdî di nav sîyaseta gemarî de, kî nêçîr e, kî nêçîrvan e? Xuyaye, ne dîyare!

Rewşa em îro dijîn û rewşa salên 1980 an hat bîra min. Gengeşî û hemberîyên sîyasî, ji tûrikê bîranînên min derketin û min xistin nav xewn û xeyalên 36 sal berê. Ez dixwazim wan bîranînê xwe, bi dost û hevalan re par bikim. Ka em binherin, dibin pirê de çiqas av herikîye! Kî li ku ye? Kî li dijî hebûna xwe û ya gelê xwe ye? Jîyan û ked çiqas erzan e!? Bawerîyên teng û îdeolojîk çiqas korin!?

Di salên 1977 an û 1980 an de, alîgir û endamên hemû hêzên Kurdîstanî, çapemenîya hev di şopandin û di nav wan de li ser pirs û pirsgirêka Kurd û Kurdîstanê munaqaşên dijwar didomîya. Gelek jê, li ser pirsgirêkên dunyayê û heremê radiwestîyan. Emperyalîzm, Sosyalizm, Sosyal emperyalîzm, Revîzyonîzm û di nava şorbenîska “îzm”an de kezeb li hev reş dikirin.

Ev têr nedikir, ji DOFAR, ERÎTRE, MOZAMBÎK, AFRÎQA, AMERÎKA LATÎNÎ û heta ASYA NAVÎN û YA DÛRÎN, çiqas welatên bindest hebûn, di navenda munaqaşan de cîh digirtin. Ew têr nedikir înca kîbla Sosyalîzmê kîjan paytext e? Ev munaqaşa di nav me de dibû bingeha nakokîyan. MOSKOWA, PEKÎN, TÎRAN Û HAVANA weke benîştekî tahl di dev me da bû! Me her dicût awirên me tirş dibû, weke dîkên li ber pefçûnê me li ser hesabê wan bêbextan hevdû diêşand…

Lê belê di wan deman de, munaqeşên herî mezin û dijwar li ser daxwaz û statuya Kurdîstanê di meşîya. Ji xencî Rîya Azadî ku wan federasîyon diparast, hemû partî û grûbên Kurd, Serxwebûna Kurdîstanê di parastin.  Hinek jê serxwebûn digotin lê pişt re digotin li gor şert û mercên demê em dikarin federasyonê jî bi kar bînin.

Hinek jê digotin: “Bijî têkoşîna me ya serxwebûn, azadî û sosyalîzmê”, Hinek jê digotin: “Bijî têkoşîna me ya serxwebûn, Kurdîstana yekgirtî û sosyalîst.”  Hinek jê jî digot: “Bijî têkoşîna me ya serxwebûn û Kurdîstana demokratîk.” Bi kurtayî hemû rêxistinên Kurd hevdû rexne dikirin û daxwaz û bernameyên hevdû kêm didîtin.

Lê belê di wan deman de, daxwazên herî tûj  ji alîyê PKKê ve dihat parastin. Di wan deman de, partî û grûbên qala mafê perwerda zimanê dayikê dikirin an jî grub û partîyên di bernamên xwe de, di daxwazên xwe yên nêzîk de behsa mafên demokratîk dikirin ji alîyê PKK`ê ve bi tundî dihatin rexnekirin û dibû sebebên pefçûnan.. Xebatên demokratîk û karên ji bo perwerda bi zimanê dayîkê weke daxwazên reformîst dihatin tawanbarkirin. Lewra jîyan li ber bayê cîwanîyê û di bin sîya sîstemên serdest de ketibû nav avjenîyekî bê aso! Tu kes, tu hêz nikarîbû pêşî li ber bayê cîwanîyê bigire. Şoreşa kurdî, qalikê xwe çirandibû; êdî li seranserê Kurdîstanê bi hemû deng û rengên xwe cıvata Kurdî şiyar kiribû. ….(wê dom bike)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir