Platforma Zimanê Kurdî 3 kom ava kirin

Platforma Zimanê Kurdî 3 kom ava kirin

Ji aliyê RÛDAW

Platforma Zimanê Kurdî li Amedê komxebatek birêve bir

Amed (Rûdaw) – Platforma Zimanê Kurdî li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê komxebata ziman birêvebir. Platformê biryar da, ku bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê 3 komên xebatê ava bike, ku ev komên hatin peywîrdarkirin dê bala raya giştî bikşînin ser vî karî, daxwazên xwe ji hikûmetê re ragihînin û li gor peymanên navdewletî xebatan birêve bibin.

Platforma Zimanê Kurdî, ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP), Hereketa Azadî, Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Demokrat a Kurdistan-Tirkiye (PDK-T), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Bakur (PDK-B), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) pêk tê, bi diruşmeya “Îro zimanê me sibe neteweya me” komxebatek birêve bir, daku zimanê kurdî bi pêş keve, bibe zimanê fermî û li dibistanan bibe zimanê perwerdehiyê.

Komxebat li Otela Plaza ya navçeya Yenîşehîr a Amedê birêve çû û têde rêveber û nûnerên hemû partiyan, nivîskar, helbestvan, zimanzan, seyda, çalakvan û gelek xebatkarên zimanê kurdî amade bûn.

Ji bo hilbijartina dîwana komxebatê di destpêkê de Cîgirê Serokê Giştî yê PDK-T Şerefxan Cizîrî axivî û behsa armanc û naveroka komxebatê kir. Piştî axavtina Şerefxan Cizîrî endamên dîwana komxebatê hatin hilbijartin.

Li ser navê dîwanê di destpêkê de parlamentera berê ya Qersê û zimanzan Mulkiye Birtane axivî û behsa birêvebirina komxebatê û armanca wê kir. Birtane di axavtina xwe de kêfxweşiya xwe ya bo karekî wiha derbirî û da zanîn, ku ev xebat bo pêşvebirin û fermîkirina zimanê kurdî ye.

Piştî Mulkiye Birtane Berdevkê Hereketa Azadî Ayetullah Aşitî axivî û bal kişand ser girîngiya zimanan a di ola Îslamê de û behsa pîrozbahiya ziman ir. Ayetullah Aşitî destnîşan kir ku ziman yek ji pêdiviyên herî girîng ên gelê Kurd e û got, qedexekirin û nenasîna zimanê Kurdî wek binpêkirina sînorên Xweda bi nav kir.

Hevserokê Şaxa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Îbrahîm Çîçek piştre axivî û got: “Peywîra me ya herî ehlaqî û mirovî ew e ku em zimanê xwe azad bikin û yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin. Ji çar aliyan ve êrîş bi ser gelê Kurd û destkeftiyên wan de tên kirin. Divê em jî wek neteweya Kurd li dijî her cure êrîşan yekîtiya xwe ava bikin.”

Uca:  Bila ev pêngav bibe bingeha yekîtiya me ya siyasî

Di komxebatê de li ser navê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî Parlamentera HDPê ya Êlihê Feleknas Uca axivî û wek HDPê hemû partiyên beşdar ên komxebatê pîroz kir.

Feleknas Uca da xuyakirin ku 2-3 salên vê dawiyê de asîmilasyon, zext û qedexeyên sîstematîk ên nû li ser zimanê kurdî zêdetir bûne û wiha got: “Em dikarin bibêjin ku, polîtîkayên li ser gelê me, beriya her tiştî xwe di polîtîkayên li ser zimanê me de nîşan didin. Ewên ku hebûna Kurdan qebûl nakin, beriya her tiştî êrişî zimanê Kurdan dikin û zimanê Kurdî qebûl nakin.”

Parlamentera HDPê ya Êlihê ev komxebata wek “pêngaveke dîrokî” û got: “Berpirsyariya me ya partiyên siyasî, ji duhî zêdetir e. Em jî bi vê gavê îlan dikin ku em ji bo berjewendiyên gelê xwe neçarî yekitiyê ne, em mecbûr in ku yekîtiya xwe pêk bînin û hêvî dikim ku ev pêngava me ya zimên, bibe bingeha avakirina yekîtiya me ya siyasî. Di vî warî de tişta ku em ê esas bigirin berjewendiyên rêxistinî nîn in, berjewendiyên civaka Kurd in. Zimanê me jî di vî warî xerca civaka me ye û em bi xwedîderketina zimanê xwe, dikarin bibin mîmarê dîwarê xwe.”

 Çiftyurek: Ev platform hişê me yê hevpar e

Yek ji axêverên komxebatê Serokê Giştî yê OSPê Sinan Çiftyurek bû û wî ragihand, ku herî zêde li Bakurê Kurdistanê axaftina zimanê kurdî qels e û divê ew li ser vê yekê bisekinin. Çîftyurek got îro zimanê tirkî li her deverê qada jiyana wan belav bûye û ev jî asimilasyona li ser kurdî zêdetir dike û lê dema ew bi kurdî biaxivin dê zimanê kurdî geştir û xûrtir bibe. Çîftyurek 3 pêşniyarên xwe aşkere kir û got: “Em dikarin di her warî de ji bo zimanê xwe çi bikin? Em dikarin ji saziyên fermî yên Tirkiyeyê çi bixwazin? Em ê qêrîna gelê xwe ya ziman û çandê çawa ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin? Ev her sê xal girîng in.”

Çîftyurek diyar kir ku divê ew qîmeta vê platformê baş bizanibin û got: “Ev platform hişê me yê hevpar e. Divê em bi girîngiya vî hişê hevpar bizanibin. Bila xebata me her tim berdewam bike.”

Aba: Em zarokên xwe ji asîmilasyonê xelas bikin

Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahit Aba jî destnîşan kir ku li Bakurê Kurdistanê ev 95 sal in zimanê Kurdî di bin zextên asîmilasyon û siyaseta tunekirinê de ye û got: “Xwedî derketina zimanê kurdî, xwedî derketina nasnameya kurdîniyê ye. Ev xebat di meşa hûnandina hişmendiya netewî û niştîmanî de gaveke dîrokî û birûmet e. Werin em xwedî li zimanê xwe derkevin û ku bi sedhezaran zarokên xwe ji asîmilasyonê xelas bikin û wan û zimanê wan azad bikin.”

Bucak: Ji bo fermîbûna zimanê Kurdî divê em nesekinin

Di komxebatê de Serokê Giştî yê PDK-Bakur Sertaç Bucak jî axavtinek kir û anî ziman ku li her qada jiyanê zimanê Kurdî tê qedexekirin û tenê zimanê serdestan li ser axa wan fermî dibe. Bucak li ser fermîbûna zimanê kurdî rawestiya û got: “Hêj bi zimanê kurdî perwerde qedexe ye. Zimanê Kurdî yê bi milyonan kesan ne fermî ye. Dixwazin bi astengî û polîtîkayên pişaftinê zimanê Kurdî ji dinyayê rakin. Li dijî tunekirina zimanê Kurdî biryara me partiyên Kurd dîrokî ye û ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî divê em nesekinin. Kurdistan ji Amedê mezintir e û divê platform ji bajaran heta gundan xebatê birêve bibe.”

Sertaç Bucak herwiha derbirî ku zimanê Kurdî zimanê hemû Kurdan e û divê nûnerên her kom û partiyan di vê platformê de cih bigirin.

Serokê Giştî yê PDK-T  Mehmet Emîn Kardaş jî diyar kir ku zimanê kurdî bi axa xwe ve girêdayî ye û got: “Heke beriya her tiştî em zimanê xwe nekin zimanê axa xwe em ê nikaribin bikin zimanê fermî û perwerdehiyê. Red û înkara kurdan dikin. Divê em ewil sazî û dezgehên xwe yên netewî ava bikin ku em karibin zimanê xwe bikin zimanê fermî û perwerdehiyê.”

Cîgirê Serokê PÎA Sedat Dogan jî anî ziman ku Kurd jî wek her neteweyên din xwedî hemû mafên ziman in û got: “Dagirkeran welatê me dagir kiriye û zimanê me jî qedexe kirine. Tevahiya cîhanê li dijî vê dagirkerî û qedexekirina zimanê me ker û lal maye. Lazim e cîhan hêzên dagirker hişyar bike. Divê em zimanê xwe bixin rojeva her kesî.

Sedat Dogan aşkere kir ku divê zimanê Kurdî li mezgeft û hemû saziyên din were bikaranîn.

Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Hasan Dagtekîn jî ragihand, ku dive ew li her deverê bi Kurdî biaxivin û  destnîşan kir, ku divê kar werin kirin, daku Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê û girîng e bo perwerdehiya Kurdî seferber bibin û herwiha divê Kurdî bibe zimanê navmalê û her qada jiyanê.

3 komên xebatê hatin avakirin

Piştî axaftinan bo xebatên li ser zimanê Kurdî 3 kom hatin avakirin û peywirên wan hatin diyarkirin.

Koma yekemîn dê dê daxwazên partiyên siyasî bigirin rojeva xwe û bo fermîbûn û perwerdehiya zimanê Kurdî bibin daxwaza civakê dê di nav raya giştî de kar bike.

Koma duyemîn dê hewl bide, ku daxwazên xwe yên di derbarê zimanê Kurdî de bo hikûmet û burokrasiyê ragihîne.

Koma sêyemîn dê li ser rêkevtinên navdewletî yên ku dewleta Tirkiyê bûye alîgirên wan, kar bikin û dê mijara zimanê Kurdî veguhezîne rojeva Neteweyên Yekgirtî (NY).

Komxebata Platforma Zimanê Kurdî dê 2 rojan berdewam bike û encama komxebatê dê roja sêşemê (13-11-2018) li Civata Rojnamegeran a Başûrêrojhilat (GGC) di civîneke rojnamevanî de were belavkirin.

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/101120187

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir