Dilovanekî Kurd Abit Gurses

Şeyhmus Ozzengin

Jîyan kurte û her mirov, di kurtaya emrê xwe de xwedî çîrokek dirêj e. Dixwaze serwext, pir tiştan bike, biafirîne û meramên xwe bîne cîh. Lê pir caran, ev fersend nakeve destê mirovan û nivco, xatir ji me dixwazin û koça xwe bardikin, diçin ser dilovanîya xwe û hezkirîyên xwe jî di nav êş û xeman de dihêlin. Abît Gurses yek ji wan bû.

Van deman, qadroyên sîyasî, ku emrê xwe di ber têkoşîna doza Kurd û Kurdistanê de dane, dilsoz û fedakar; di armancên xwe de nivco, yek bi yek koç dikin û ji nav me bardikin. Vê barkirinê du êşan bi hev re ji yên mayîn re dihêle.

Yek; bê ku kurdan xwedî dewlet û azadîya Kurdistanê bibînin, bi çavekî vekirî ji nav refên têkoşeran koça wan, jîyanek nivco dihêle û em bi dû wan de dibêjin “heyf e ku zû çû!”.

Duyem jî; ewe ku dilê yên mayî bi dû wan de, bi êş, wan yek bi yek bi rê dikin û li benda dora xwe dimînin. Di virde jî em bi dû wan de dibêjin “heyf, hîn dikarî xizmetên hêja bikira. Lê me hişt û çû!”

Abît Gurses, yek ji wan kesan bû, ku bi koça xwe dilê me, hestên me birîn kir û di nav refên têkoşîna welat de welahîyek derxist holê û ket nav kerwanê nemiran. Abid, em nav xem û gumanan de hişt û Çû.

Abît Gurses; di sala 1957an de, li Bilîsê ji dayîk bû. Bi destpêka xortanîya xwe re, xwe di nav germaya têkoşîna Rizgarîya Kurdistanê de dît. Ji 1977an û virde wek têkoşerekî doza welatê xwe hinbêz kir û di nav refên Komal-Rizgarî de cîhê xwe girt.

Abît Gurses, têkoşer, dost, henûn û civathez bû. Kedkar û jîr bû. Bi hemû hewlên xwe, ew jîrbûn û keda xwe xistibû xizmeta miletê xwe û  welatê xwe. Şev û roj di kelecanekê de, dixwest ku ji kurdan re du keviran deyne ser hev.

Wexta ku min Abît naskir, yek gotin bi Kurdî nizanîbû. Wek bajarîyên Bilîsê ew jî asîmîle bibû. Lê di demek kurt de hînî Kurdî bû û bû ewîndarê zimanê xwe. Bi Kurdî, pênûsa wî ket xizmeta Kurd û Kurdistanê.

Piştî kudetaya 1980 a 12 Êlûnê, rêxistinê ew bi çend hevalan re şandibû Roavayê Kurdistanê. Di navbera salên 1982 û 1984an de nûnertîya Rizgarî a Rojavayê Kurdistanê û Sûrîyê dikir. Ez jî di payîza 1982 an de derbasî Roavayê Kurdistanê bûm. Qederê salekê em bi hev re xebitîn. Ji civat, henek û germîya Abit mirov têrnedibû. Paşê ez bi grûbek heval re vegerîyam bakurê Kurdistanê. Piştî demekê ez hatim girtin û bi salan di zîndanan de mam. Ew jî di 1984an de derdikeve Swêdê û li Stokholmê bicîh dibe.

Di sala 1986an de çalak, di damezirandina Rojnameya Kurdistan Press û Ajansa Nûçeyên Kurd (ANK) de wek têkoşerekî doza Kurdistanê cîhê xwe digire. Bi rahmetlî Orhan Kotan û birêz Çetin Çeko û hinek hevalên din re di Kurdistan Press û ANK de xizmetên hêja meşand. Bi hevalên xwe re arşîvek hêja ji miletê xwe re tomar kirin.

Abit Gurses, bi rojnamegerîya xwe dabû dû girêkên pêşîya doza Kurd û Kurdistanê. Îmza xwe avêt bin pir belge û roportajên hêja. Bi Kek Mesûd Barzanî re, bi Mam Celal Talabanî re, bi Îbrahîm Ehmed re, bi helbestvanê hêja Hejar re, bi xanima Qazî muhamed Mîna Xanim re, bi xanima Celadet Bedirxan Rûşen Xanim re, bi Hesen Hîşyar û pir kesayetîyên dîrokî û navdar re roportaj çêkirin û di Kurdistan Press de wek belge ji me re tomar kirin.

Di demek pir zahmet de derbasî başûrê Kurdistanê bû. Xwe gîhand refên pêşmergan û bi rêznivîsên belgesel û kamera xwe re, ew tecrîta ser têkoşîna milî a kurdan û Pêşmergên qahreman û miletê Kurd rakir û dengê wan gihand qada navnetewî. Bû berdevkê wan, doza wan û jîyana wan. Zor û zahmetîyên wan bi rêka Kurdistan Pressê û ANKê gîhand raya giştî. Êş û enfalên ser miletê xwe belge kir.

Abît Gurses, ji roja ku di nav refên têkoşeran de cîh girt û doza Kurd û Kurdistanê hinbêz kir û heta roja ku çavên xwe girt û ji nav me koç kir, bêşik doza miletê xwe meşand.

Piştî ku înternet û medya civakî ava bû, di pir malper û rojnameyan de nivîsand. Piranîyên wan nivîsên xwe bi navê “Kultureke Politîk û Paradîgmayeke Nû” di pirtûkekê de tomar kir û berî ku koç bike, di demek kurt de pirtûka xwe danasîn. Lê mixabin doza Abît Gurses, armanc û xizmetên cenabê wî nîvco man. Bi çavê xwe Dewletek Kurd, îlankirina serxwebûna Kurdistanê nedît û ev wek kul bi xwe re bir. Vê jî dilê me kurdperweran dax da, ku çiqa zor û zahmete ev rewş.

Abît Gurses, endamê Sendîkaya Rojnamevanên Swêdî bû. Bi Keça Mecît Haco Henderîn re  zewicî bû û du kurên wî Mîran û Goran hene.

Abît Gurses, wek stêrkek Hezîranê, di 12 Hezîran a 2022 an de ji ezmanê çiksayî, ji nav refên xwe şemitî, şopek dîyarde li pêy xwe hişt û rijîya. Di 22ê Hezîrana a 2022an de dost, heval, malbat û hezkirîyên cenabê wî, ew sipartin axa cemidî. Şopa wî, ramanên wî, doza wî doza me ye. Heta mirinê emê dozdar û sozdarê vê dozê bin. Di gora xwe de rehet be ezîzê ber dilê me, ez soz didim te, heta nefesa dawî, emê wek te xwedî li doza te, doza milet û welatê te derkevin. Doza te, welatê te, doza me û welatê me ye.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *