Ji ber “servekirî bû” Îranê 74 qamçî li çalakvana kurd Roya Hîşmetiyê xistin

Çalakvana kurd Roya Hîşmetî ji ber fotografekî xwe yê servekirî, li Îranê hate cezakirin. Dadgehê Hîşmetî bi 74 caran qamçîkirinê ceza kir.

Di dema pêkanîna cezayê qamçîkirinê de, xavika serê Hîşmetiyê ji sere wê ket û gefa cezayekî din lê xwarin. Her weha di dema qamçîkirinê de Hîşmetiyê slogana “Jin, Jiyan, Azadî) berz kir.

Hîşmetiyê ji rêxistina mafparêz Hengawê re nameyek nivîsand û behsa rewşa xwe kir. Roya Hîşmetiyê destnîşan kir ku  “Fermanberên Beşa Birêvebirina Sizayan ji ber rakirina xavikê, gef li min xwarin ku bi tundî derbeyên qamçiyan li min bixin û dosyeyek nû ji bo min vebikin.” 

Navbiriyê di beşeke din a nivîsa xwe de cihê cîbicîkirina sizayê xwe bi “îşkencexaneya serdema navîn” penase kir.

Hîşmetiyê di nameya xwe de got ku qamçî li mil, pişt, simt, ran û pêyê wê xistine: “Min qamçî nedihejmartin, min di bin lêvên xwe de digot, bi navê jin, bi navê azadî, cilên koletiyê hatine dirandin, şeva me ya tarî dibe sibêdeh û hemû qamçî dibine tewr.” (RT/FD)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *