Îran – 2 girtiyên din ên kurd hatin darve kirin

Cezayê darve kirine yê 2 girtiyên kur dli girtîgeha Qizilhesar a Kerec hat cîhbicîh kirin. Ew du girtiye bi tometa pêwendiya wan bi madeyên hişber hebûye cezayê darvekirinê li ser wan hatibû sepandin.

Cezayê darve kirina Kiyomers Xulamî yê girtiyê temen 41 salî yê xelkê Serawle ya parêzgeha Îlamê û Mihemed Husên Gerawend ê girtiyê xelkê Koyeştî ya Loristan, li girtîgeha Qizilhesar a bajarê Kerec a Îranê hat cîhbicîh kirin.

Ew herdu girtiyên kurd roja 17.10.2023yê li girtîgeha Qizilhesar bi armanca cîhbicîh kirina cezayê darvekirinê ji bo odeya takekesî hatibûn veguhestin.

Mihemed Husên Gerawend û Kiyomers Xulamî berê li ser tometa pêwendiya wan bi madeyên hişber ve heye hatibûn girtin û piştre ji aliyê Saziya Dadweriya Îranê ve cezayê darve kirinê ji wan re hatibû dayîn.

Medya fermî ya Îranê darve kirina wan herdu girtiyên kurd piştrast nekiriye û ev nûçe hîn belav nekirine.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *