Ji Alî Partî Azadî Kurdistan (PAK) Civîna 120 Salîya Rojnamevanîya Kurdî

 

Partî Azadî Kurdistan Rêvebirîya Hollanda, îro li bajarê Arnhem, bi egera 120 salîya Roja Rojnamegerîya Kurdî civînek li darxist.

Ji bo bîranîna vê roja girîng, Komîta Amadekar ya PAK’ê, ji hin welatên Ewropa û bi taybetî ji tevahîya Hollanda bangî kesayetên Kurd yên pispor, rewşenbîr, nivîskar û lêkolînerên girîng kiribû.

Di vê civînê de, pisporên cuda, rewşa rojnamegerî, weşan û medîya Kurdî li her çar perçê Kurdistanê ya 120 salî bi berfirehî û hûrgilî pêşkêş kirin. Li kîjan beşê Kurdistanê di kijan demê de, di çi astê de çi weşan hatine kirin, îroj rewşa weşana beşên Kurdistanê di çi astê de ye, bi giranî hat pêşkêşkirin û şîrovekirin.

Di derbarê weşanên rêxistin û partîyan û sîyaseta weşanên wan yên ne objektîf û reşkirina hevdû jî bi mînakan rexne hatin kirin. Pê re ji alî pisporan, kêmanî û şaşîyên rojnamevanî û weşangerîya Kurd bi giştî hat şîrovekirin û rexnekirtin.

Di dema Komara Kurdistan ya Mahabad de rewşa weşana Komarê bi dia û mînakên balkêş hat pêşkêşkirin.

Ji alî komîta amadekar ya Partî Azadî Kurdistan, mafê axaftinê ji herkesekî re bi firehî hat naskirin. Ji her kesekî beşdar re, her xizmetek pêwîst hat pêşkêşkirin. Bi girseyî û serfirazî civîn bi dawî hat.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *