Komîteya Birevebirîya Navendî ya PAKê li Amedê civîna xwe li dar xist:

Divê li ser bingehê daxwazên asgarî yên netewî û demokratîk, em tifaqa hilbijartinê pêk bînin
Komîteya Birevebirîya Navendî(KBN) ya PAKê di rojên 21-22.04.2018an de li Amedê civîna xwe ya bi beşdarîya beşek ji endamên meclîsa PAKê li dar xist.
KBN ya PAKê rewş û xebatên PAKê nirxand û bal kişand pêwîstîya xebateke hîn rêk û pêktir, hîn organîzetir.Herweha ji bo ku PAK bikaribe rola xwe ya pêwîst ya di doza azadîya Kurdistanê de bi cîh bîne,biryarên pêwîst wergirt.
KBN ya PAKê rewş û rûdanên li welatê me û li herêmê bi berfirehî nirxand û sîyaset û nexşe rêya PAKê ya di derbarê hilbijartinên pêşwext yên li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê di roja 24.06.2018an de dê li dar bikeve,tesbît kir.KBN ya PAKê di derbarê sîyaseta PAKê ya di derbarê hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de dixwaze van agahdarîyan bi raya giştî re parve bike:
–Li gorî biryara Parlamentoya Tirkîyeyê di roja 24.06.2018an de li Tirkîyeyê û li Bakurê Kurdistanê dê hilbijartinên pêşwext yên ji bo Parlamento û Serokkomarîyê li dar bikeve. KBN ya PAKê careke din dîyar dike ku girîngîyeke mezin dide , hevditinên di navbera partîyên Kurdistanî yên ji bo hilbijartinan. KBN ya PAKê dibêje, girîngî û pêwîstîya pêşnîyarîya partiya me ya di derbarê Bloka Kurdî de û wan xalên esasî yên ku me destnîşan kiribûn,îro hîn zêdetir derdikeve pêş . Ji bo ku gelê Kurd û Kurdistanê bikaribin wekî alîyekî tevbigerin, KBN ya PAKê bangî hemû alîyên peywendîdar dike da ku em zûtirîn dem li ser bingehê dazwazên asgarî yên netewî û demokratîk yên gelê Kurdistanê tifaqa hilbijartinê pêk bînin. KBN ya PAKê dibêje heger aliyê Kurd û Kurdistanê tifaqa xwe ya netewî û demokratîk ya hilbijartinê pêk bînin, wê gavê em dikarin bi ew alîyên Tirkîyeyî yên sîyasî, sivîl, demokratîk yên azadîxwaz, demokrat, edaletxwazin , yên ku li dijî ÅŸer û RewÅŸa Awarte ne,yên ku piÅŸtgirîya dawxwazên asgarî yên netewî yên gelê Kurdistanê dikin re jî hevkarîyên hilbijartinê pêk bînin. Heger em hêza xwe bikin yek , emê di tayîn kirina qedera hilbijartinê de bibin aktorekî esasî.
–KBN ya PAKê di wê bawerîyê de ye ku pirsa Kurd û Kurdistanê ne ew pirse ku bi hejmara parlamenterên li parlementoyê ve bê çareser kirin.Ev pirs pirseke sîyasî û netewî yê, pirsa welatekî û miletekî ye û bi hevdîtin û mitabaqata herdu alîyan dikare bê çareser kirin.Lê nabe ku em girîngîyê nedin hilbijartinan jî. Divê wek alîyekî, em doza azadî, demokrasî û adaletê ya gelê xwe bi rêya hilbijartinê jî bikaribin biparêzin, pêşde bivin. AÅŸkere ye ku Qanûna Bingehîn, qanûn din, sîstema hilbijartinê gelek astengî, qedexe û bendan derdixe pêş gelê me . Lê astengî bi van jî naqedin; bi RewÅŸa Awarte, bi vê biryara hilbijartina pêşwext ya ku Hikûmet dixwaze hemû alîyên din bê amadeyî, bi ÅŸerpezeyî bixe hilbijartinan, ev helwesta li dijî demokrasîyê û astengîyên li ber me derketîye asteke herî bilind. Lê dîsa jî divê heta ku ji destê me bê em gelê xwe bê alternatîf nehêlin. Bi vê hiÅŸmendîyê û li ser daxwazên asgarî yên gelê me, ji bo ku em bikaribin tifaqeke herî berfireh pêk bînin, divê em hewlên xwe germtir û bileztir bikin.
–KBN ya PAKê dibêje, em bangî hemû alîyên peywendîdar dikin da ku tifaqeke netewî û demokratîk ya ji bo hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an em pêk bînin û dibêje, ev tifaqa dikare ji bo hilbijartinên ÅŸaredarîyan yên ku di Adara 2019an de dê li dar bikeve jî bibe bingeheke xurt û divê em ji nuha ve xwe ji hilbijartinên ÅŸaredarîyan re amade bikin.23. 04.2018
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

PAK MYK Diyarbakır’da Toplandı:
Asgari Ulusal Demokratik Taleplerimizi Kabul Eden En Geniş Kesimlerle Seçimlerde İttifak Yapmalıyız
PAK 21-22 Nisan 2018 tarihinde Diyarbakır’da genişletilmiş MYK toplantısını gerçekleştirdi.
PAK MYK, partinin faaliyetlerini değerlendirerek, daha örgütlü, organize ve aktif bir çalışmanın gerekliliğini ve bunun gerçekleşmesi için atılması gereken adımları belirledi.
Ülkemizde ve bölgemizde yaşanan süreci değerlendiren PAK MYK, 24 Haziran 2018 Günü yapılacak olan Erken Genel Seçimler ve Cumhurbaşkanlığı Seçimleri ile ilgili olarak şu temel perspektifi kamuoyuyla paylaşmayı gerekli görmektedir:
–Alınan erken seçim kararıyla, Türkiye ve Kuzey Kürdistan’da 24 Haziran 2018 Günü Parlamento ve CumhurbaÅŸkanlığı seçimleri yapılacaktır. PAK MYK, Kürdistani partiler arasında sürdürülen seçim ittifakı görüşmelerine büyük önem verdiÄŸini belirtmektedir. PAK MYK, daha önce de partimizin kamuoyuyla paylaÅŸmış olduÄŸu prensipler temelinde Kürt Seçim Bloku’nun bugün daha bir yaÅŸamsal önem arz ettiÄŸine dikkat çekmektedir. Asgari ulusal demokratik prensipleri içeren ve en geniÅŸ katılımı hedefleyen Kürt Seçim Bloku’nun oluÅŸturulması ve bu yolla , Kürt ve Kürdistan halkının bir taraf olarak duruÅŸ sergilemelerinin tarihsel bir öneme sahip olduÄŸunu belirten PAK MYK, böylesi bir ittifakın en kısa zamanda oluÅŸturulması için ilgili tüm kesimlere çaÄŸrı yapmaktadır. PAK MYK, Ulusal Demokratik Seçim Ä°ttifakı’nın halkımızın asgari ulusal taleplerini kabul eden , destekleyen; özgürlüğü, demokrasiyi, adaleti savunan, savaÅŸa, OHAL’e ‘hayır’ diyen en geniÅŸ Türkiyeli siyasal, sivil, demokratik kesimlerle de seçimde iÅŸbirliÄŸine girmesi gerektiÄŸinin önemine dikkat çekmektedir. Bizler birlik halinde davrandığımızda, seçimlerin kaderini belirlemede en önemli aktör olarak öne çıkacağız.
–PAK MYK, bir millet ve ülke sorunu olan Kürt ve Kürdistan sorununun parlamentodaki milletvekilli sayısı ile çözülemeyeceÄŸinin, taraflar arası görüşme ve mutabakatla çözülebileceÄŸinin bilinciyle, seçimleri özgürlük, demokrasi, adalet mücadelemizin bir platformu olarak deÄŸerlendirmektedir. Türkiye’deki mevcut seçim sitemi, yasalar ve Anayasa’daki tüm anti demokratik uygulama ve yasaklara, OHAL’in ve iktidarın kendi dışındaki tüm kesimleri hazırlıksız yakalama amaçlı baskın erken seçim kararının de eklenmesiyle , çok daha zor ve anti-demokratik koÅŸullarda seçimlere gidileceÄŸini belirten PAK MYK, yine de seçimlerde olabilecek en geniÅŸ ittifak ile halkımızın alternatifsiz bırakılmaması gerektiÄŸini önemle belirtmektedir.
–PAK MYK, halkımızın asgari taleplerini kabul eden en geniÅŸ ulusal demokratik potansiyeli, 24 Haziran seçimlerinde Ulusal Demokratik Seçim Ä°ttifakı’nı oluÅŸturarak, 2019 yılında yapılacak olan Belediye Seçimleri’nde halkımızı alternatifsiz bırakmamak için ÅŸimdiden kolları sıvamaya çağırmaktadır.
23.04.2018
PAK Basın ve İletişim Bürosu

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *