Îranê 4 Kurd îdam kiribûn: ‘Divê cihekî kurê min hebe’

Dayîka Pijman Fatihiyê ku ji aliyê Îranê ve hatibû bidarvekirin termê Kurê xwe dixwaze.

Îranê, 29ê meha borî 4 girtiyên siyasî yên Kurd tevî hemû bangan jî îdam kirin.

4 girtiyên Kurd ên bi navên Wefa Azerbar, Muhsîn Mezlûm, Pijman Fatihî û Mihemed Feramerzî ku li Girtîgeha Qizilhîsara Kerecê dihatin girtin, hefteya borî hatin îdamkirin.

Îranê heta niha jî termên van çar kesan nedane malbatên wan.

“Divê cihekî kurê min hebe”

Efsane Yusifiya dêya Pijman Fatihî termê kurê xwe xwest û got:

“Komara Îslamî kurê min îdam kir, ez niha termê wî dixwazim.

Divê cihekî kurê min hebe û ez paşê wî nîşanî kurê wî Sebah bidim.”

Pijman Fatihî xelkê gundê Elkê yê bajarê Kamêranê yê parêzgeha Sineyê bû û kurekî wê pênc salî heye.

Li gorî agahiyên Saziya Mafên Mirovan a Hengawê, hêzên ewlehiyê yên Îranê ji malbatan re gotiye ku ew dê cenazeyan nedin û wan bi dizî veşêrin.

Îran gelek caran termên girtiyên siyasî yên ku tên bidarvekirin nade malbatên wan û ev jî dibe sedema gelek rexne û bertekan.

Li aliyê din, Hengawê ragihand ku di nava mehekê de 74 girtiyên ku di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de bûn hatine bidarvekirin.

Hengawê herwiha destnîşan kir ku 7 girtî bi tohmetên siyasî û olî û yên din jî bi tohmetên wekî dizî û madeyên hişbir hatine bidarvekirin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *