Plana mezin ya ji dijî kurdan “KUM” a PKKê tê bîra me kurdperweran?

Parêzer Faiq Candan beriya 27 salan bi destê dewletê hat kûştin. Lê şertên kûştina wî PKKê amade kir. Ew jî, endamê eşîra me bû. Dema ku hat kûştin 32 salî bû. Xwediyê 2 zarokan bû. Li Enqereyê jiyana xwe didomand. Di salên 1991-1993an de li Enqereyê serokatiya HEPê kir.

Faîq Candan piştî ku ji leşkeriyê vegeriya, di Kovara “2000’e Doğruyê” de hevpeyvîneke wî hat çap kirin. Ew hevpeyvîna wî di derbarê orduya Tirkan de bû. Gor bawerîya min, ev hevpeyvîn plana Dogu Perînçek bû. Piştî wê hevpeyvînê bala hêzên dewleta kûr yên tarî kişand ser Faîq Candan. Dema ku bû serokê Şaxa Enqereyê ya HEPê, zêdetir balkişand ser xwe. Loma jî dema ji HEPê re serokatîyê dike, ji nêzik ve tê şopandin.

Ew di 02.12.1994an de wenda bû. Diyar bû ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatîye revandin. Piştî 12 rojan, di 14.12.1994an de li Zozana Ergîn ya Balaya Enqereyê ji aliyê şivanekî ve hat dîtin.

Berîya çend rojan min bi birazîyeke Faîq Candan re qise kir. Kûştina wî em dîsa xemgîn kir. Wê demê carek din mijara KUMê hat bîra min. Min got ku PKKê ewqas tiştên xirab dike ku gelek tiştên stratejîk yên di paşerojê de plankirî û zirar dane kurdan, binperde dike û ji çav direvîne. Gelek bûyerên stratejîk û girîng bi mirovên kurd dide jibîrakirin.

Ez nûha dixwazim mijara KUMê bînim bîra kurdperweran. KUM planeke çewa bû, çi encam da?

Baş tê zanîn ku PKKê projeya dewleta kolonyalîs ya Tirk a Kemalîst e. Armanca PKKê jî tunekirina kurdan, pêşiya serxwebûna kurdistanê girtin, tasfiyekirina Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê, partî û rêxistinên Kurdistanê ye. Loma jî aparateke operasyonel e.

Hîç şik tune ye, armanceke PKKê ya sereke jî tasfiyekirina hêza entellektûel û rewşenbîr ya Kurdistanê ye.

PKKê ji bona ku ev armancên xwe yên piralî pêk bine, gelek planên, rêbazên, babetên, platformên qirêj bi kar tîne.

PKKê, di sla 1992an de ji bona tasfiyekirina rewşenbîrên Kurd projeyek çê kir. Navê vê projê bi Tirkî KUM û bi kurdî (Meclîsa Neteweyî a Kurdistanê) bû, di esil de meclîseke derewîn û meclîsa Ocalan a ku desthilatdarîya wî xurt bike û fireh bike.

PKKê ji bona ku Meclîsa Derevîn ava bike, di şertên gelê kurd di zehmetîyê de bû û  PKKê, şerê gerîllatî bi piştigiriya Sûriyeyê, Îranê, Iraqê (Sedam) dimeşand. Dema ku PKKê, diviya ku xwe bi her awayî veşêre û hişk îllegal be, ji bona meclîsê gelek vekirî xebat kir.

PKKê li gelek herêmên Kurdistanê, li bajarên metropolê, li Ewrûpayê aşkere îlan kir ku wê ji bona meclîsê hilbijartin çê bike. Ji bona vê jî divê kesê bixwaze xwe wek berendam pêşkêş bike. Kesan xwe pêşkêş kir. Dewletê jî ew kesan nas kirin. Beşekî wan bi talîmatê hatin hilbijartin, beşek jî nehat hilbijartin, lê hatin deşîfre kirin.

Ew kesên hatin hilbijartin jî, wek mirîşka deveyê serê xwe xistin bin kûmê, derxistin derve û birin Başûrê Kurdistanê. Dewlet jî ji van hemû karan û xebatan agahdar bûn. Rasterast ji nav PKKê agahdarî digirt.

Serokê vê Meclîsa Derewîn jî Selîm Çurukkaya bû. Civîna Meclîsê jî li Herêma Federe ya Kurdistanê civiya. Ew kesên beşdarî civîna meclîsê bûn, şoke bûn û rastîya PKKê ji nêzik ve nas kirin. Dîtin ku  Meclîsa PKKê ji meclîsa Tirkan gelek paşvetir e. Lewra Civîna Meclîsê ji aliyê Osman Ocalan de tê vekirin. Ew jî serleşker bû. Ew ji bona rewşenbîran, xwendevanan, parêzeran, mamosteyan gelek ecêb bû. Li Tirkiyeyê ev yeka çê nedibû.Heger çêbibûya, bi cûntayên leşkerî, desthilatdarî dihat guhertin û leşkeran hikûm û desthilatarî digrin destên xwe.

Beşek kesan xwestin li wir li dijî vê rewşê derkevin. Faîq Candan yek ji van kesan  bû. Lê ew kesên di mijara PKKê de xwedî ceribandin bûn û PKKê bas nas dikirin, pêşîya mixalefetê girtin. Lewra heger mixalefet bikirina, dê ya bihatana kûştin û an jî dê bihatana hepis kirin. Loma jî gelek kesên wek endamên meclîsê çûbûn Başûrê Kurdistanê, li wir biryar dabûn ku li vegerê dest ji PKKê berdin. Li karên xwe binêrin.

Faîq Candan û gelek kesên din jî dihatin naskirin û dihatin şopandin. Encama planeke xirab jî hatibûn deşîfre kirin. Wek parêzer bi dehan rojan ciyê wan xwedêgiravî nedîyar bû. Gelo parêzerek xwedîyê gelek diruşmeya ne, dê çewa ji karên xwe ewqas dûr bikeve? Vê yekê bi serê xwe deşîfrasyon pêk anî.      

Ew kesê ji aliyê dewletê de ji nêzik ve dihat şopandin bi awayekî aşkere bûn ku  endamê “KUM” ê ne, yanî endamê “Meclîsa Ocalan” nin.

Ev jî diyar dike ku di destpêkê de dewlet û hêzên dewletê ji KUMê agahdar in..  Bi zanatî îzin daye PKKê ku ev kara bê meşandin.

Piştî vegerê, gelek ji wan kesan, ji aliyê dewletê ve hatin girtin. Di derbarê wan de lêpirsîn hatin kirin. Gelekên wan ji dewletê re diyar kirin ku poşman in, ku çûne civîna PKKê. Lê PKKê ji nêzik ve nas kirine.. Nûha jî dê dest ji PKKê  berdin.

Diyar e ku beşekî mezin jî ji aliyê dewletê de hatin qane kirin ku bi wan re bixebitin.

Dema ku ew şertan bê şirove kirin, gelek baş tê diyar kirin ku ew kesên kurd, rasterast ne PKKê yî û ne jî hevalên dewletê ne, beşek bi destê dewletê û beşek jî bi destê PKKê hatin kûştin. Hejmara kûştîyan tê gotin ku 25-30 kes in. Ew kesan jî beşek ji aqlê kurdan e.

Divê ku kurd hesabê vê qetlîamê jî ji PKKê bipirsin.

Diyarbekîr, 14. 05. 2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *