HRW: Hêzên Îranê destdirêjî li girtiyên Kurd kiriye

Li gorî rapora Human Rights Watch/Rêxistina Navdewletî ya Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW) hêzên Îranê li girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê destdirêjî li xwepêşanderên “Şoreşa Jîna Emîniyê” kirine.

Rêxistina Navdewletî ya Çavdêriya Mafê Mirovan (Amnesty Internatonalê) di rapora xwe de piştrast kir ku hêzên ewlehiyê yên Îranê di dema xwepêşadanên “Şoreşa Jîna Emîniyê” de xwepêşanderên desteserkirî şkence kirine û destdirêjî li wan hatiye kirin.

HRWyê ragihand ku herî zêde şkence û destdirêjî li herêmên Kurdistan, Belûçistan û Azeriyan bûye.

Çend xwepêşanderên Kurd û neteweyên din ên hatine desteserkirin ji HRWyê re behsa wê demê kiriye ku ew hatine şkencekirin û çawa destdirêjî li wan hatiye kirin.

Jin û mêrekî Kurd ê di wê demê de li Girtîgeha Urmiyeyê hatine girtin ji Amnestyê re axivî.

Li gorî wê raporê, piraniya kesên rastî destdirêjiyê hatine ji bajarên Rojhilatê Kurdistanê ne.

Bi taybetî xwepêşanderên Girtîgeha Urmiyeyê rastî destdirêjiyê hatine.

“Destdirêjî li 2 zarokan jî hatiye kirin”

Li gorî raporê 2 zarok jî wê demê hatine girtin û belgeyên bijîşkî nîşan dane ku destdirêjî li wan hatiye kirin.

Amnesty Internationalê di rapora xwe de amaje bi wê yekê jî kir ku ew kesên destdirêjî li wan hatiye kirin, piştî hatine berdan dixwazin xwe bikujin.

Şoreşa Jîna Emîniyê

Polîsên Îrşadê yên Îranê, 13ê Îlona 2022yan li Tehranê bi hinceta pabendî yasaya hîcabê nebûye şkence li keça Kurd Jîna Emîniyê kiribû.

Jîna Emînî piştî şkenceyê li nexweşxaneyeke Tehranê canê xwe ji dest dabû.

Piştî mirina Jîna Emîniyê li seranserî bajar û bajarokên Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanan dest pê kiribû ku ji aliyê gelek medyayên cîhanê wekî “Şoreşa Jîna” hatibû binavkirin.

Xwepêşandanên Şoreşa Jîna zêdetirî salekê berdewam kir.

Li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê pevçûn di navbera hêzên ewlehiyê yên Îranê û xwepêşanderan de derketin.

Li gorî rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê di xwepêşandanên Şoreşa Jîna de 537 kes hatin qetilkirin û zêdetirî 10 hezar kesan jî hatin desteserkirin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *