Çareseriyeke navîn ji rewşa Kerkûkê ya xitimî re

Arif Qurbanî

Eger rast be ku hilbijartina encûmenên parêzgehên Îraqê giyanekî nû bide rêveberiyên xwecihî yên parêzgehan û desthilateke çalak û xizmetguzar û saziyeke çavdêriyê derxe holê, ji bo Kerkûkê lap berevajî ye.

Ne tenê nayê pêşbînîkirin ku bibe sedema zayîna rêveberiyeke nû li Kerkûkê lê tê texmînkirin ku hilbijartina Kerkûkê ji aliyekî ve nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên pêkhateyên cuda de kûrtir bike û ji aliyê din ve jî hikûmeta xwecihî ya bajêr ber bi rewşeke xitimî ve bidehifîne.

Herçiqasî Parêzgeha Kerkûkê ne parêzgeha tenê ye ku pêkhateyên cuda lê hene lê ya ku Kerkûkê ji bajarên din cuda dike yasaya hilbijartina encûmenên parêzgehan bi xwe ye, ji ber ku di wê yasayê de ev taybetmendî bi Kerkûkê hatiye dayîn ku (desthilat bi awayekî dadmend tê dabeşkirin bi rengekî ku bêyî li berçavgirtina encama hilbijartinê, hevpariya pêkhateyên parêzgehê misoger bike).

Zêdebarî ku yasayê bi tekst teqez kiriye ku di pêkanîna rêveberiya xwecihî ya parêzgehê de encamên hilbijartinan li ber çav nayên girtin lê dawiya dawî yên ku dê beşdarî pêkanîna rêveberiyê bibin divê hêzên beşdar û serketî yên pêvajoya hilbijartinê bi xwe bin.

Loma, ev benda yasayî dikare wekî celebekî parêzvaniya mafê beşdariya her pêkhateyekê were şîrovekirin lê nayê wateya ku ti taybetmendî bi encamên hilbijartinê nayê dayîn.

Lê belê ev benda yasayî dikare were bikaranîn da ku pêşî li paşguhxistina pêkhateyeke din li ser bingeha piranî û hindikahiya çend alî yan çend pêkhateyan bigire. Ev yek piştrast dike ku divê hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê nûnerên serketî yên hilbijartinan ên her çar pêkhateyan li xwe bigire.

Encamên hilbijartinan û dabeşbûna kursiyan li ser pêkhateyan, digel hebûna vê benda yasayî mîna qeydekê li ser pêkanîna rêveberiya Kerkûkê, pêşî li wê yekê digire ku pêkan be bi avakirina hevpeymaniyeke siyasî di navbera çend lîsteyên serketî de, hikûmeta xwecihî bê çêkirin ku berevajî Kerkûkê hemû parêzgehên din li ser vê bingehê rêveberiyên nû pêk tînin.

Di demekê de ku bi hebûna vê metna yasayî, pêkan bû bi hevpeymaniya piraniya kursiyan, rêveberiya Kerkûkê bihata pêkanîn, eger dabeşbûn ne bi vî awayê niha bûya, wekî mînak ger Tirkmenekî Şîe û Erebekî Şîe kursî bi dest bixistana, wê demê dê Kurd, Xirîstiyan, Tirkmen û Erebên Şîe bi hev re bibûna piranî. Wî çaxî ne Tirkmenên din û ne jî Erebên din mafê wan tunebû ku serî li Dadgeha Federal bidin û bibêjin ku mafên pêkhateyên me hatine paşguhkirin.

Yan ger berbijêrê Mesîhî ne li aliyê YNKyê bûya, wê çaxê Ereb, Tirkmen, PDK û kursiyê Mesîhiyan dikarîbû rêveberiyê ava bikin û YNKya ku piraniya kursiyan biribû jî nedibû xwediya wê rewatiya qanûnî ku serî li dadgehê bide.

Lê niha kursiyê Mesîhiyan dikare wekî rehîne ji aliyê YNKyê ve were bikaranîn ku bi piraniya kursiyên Ereb, Tirkmen û PDKyê jî nikaribin hikûmetê pêk bînin, ji ber ku di wê rewşê de berbijêrê Mesîhiyan beşdar nabe û bi serîlêdana dadgehê, dikare rêveberiyê hilweşîne. Ango heta radeyekê her alî parastî ye û nikare were paşguhxistin.

Ji bilî vê qeyda yasayî, dabeşbûneke din jî heta radeyekê ji bo Kerkûkê kelemekî din e, ew jî ew dabeşbûna siyasî ye ku piştî rûxandina Sedam Hisên Kurd û Xirîstiyan li aliyekî rêz bûn û Tirkmen û Ereban jî li aliyê din cih girt. Niha jî encama dabeşbûna kursiyan cure hevsengiyek di navbera van her du eniyan de çêkiriye. Ereb û Tirkmenan nîvê kursiyan bidest xistine û nîvê din jî Kurdan û Xirîstiyanan bidest xistine.

Di nav Kurdan de jî tevî hebûna pirsgirêk û nakokiyên kûr di navbera PDK û YNKyê de ku hîna jî ti nîşaneke zelal nîne ku dikarin xwe wekî fraksiyoneke Kurdî ya hevgirtî birêxistin bikin an na, herwisa dabeşbûna aliyên siyasî yên pêkhateyan jî li ser bereya Tirkiye û Îranê dê helbet bandorê li ser çêkirina rêveberiya Kerkûkê bike, loma bi her pîvanekê ne pêkan e ku di wê dema yasayî û asayî de ku ji bo pêkanîna hikûmetên xwecihî yên parêzgehan hatiye destnîşankirin, hikûmet li Kerkûkê were pêkanîn.

Hêla xerab a vê bipaşxistinê jî ew e ku heta rêveberiya nû neyê çêkirin, desthilat di destê vê rêveberiya niha de dimîne ku vêga rêveberî ji aliyê pêkhateya Ereb ve bi awayekî xerab tê birêvebirin û Kurd û Tirkmen ji van cihêkariyan dilgiran in.

Tew berê dema ku îdare di destê Kurdan de bû jî wê demê Ereb û Tirkmen dilgiran bûn. Sedem jî ew e ku mekanîzmayek nehatiye dîtin ku di ketwarê de hemû pêkhateyan beşdarî desthilatê bike. Parêzgar ji kîjan pêkhateyê be desthilata wê pêkhateyê li ser bajêr tê sepandin û pêkhateyên din tên paşguhxistin.

Lewra li şûna ku seba pêkanîna hikûmeta xwecihî ya Kerkûkê li senaryoyên cuda cuda were fikirîn û gotûbêj li ser hîmê wê yekê bin ka kîjan alî û kîjan pêkhate dikarin bi hev re bixebitin û li hev bikin, wekî niha tê gotin ku Ereb û Tirkmenan di nav xwe de li hev kiriye ku posta parêzgar bi awayê du sal bi du salan bi rê ve bibin an jî hewldanên ku Kurd didin ji bo ji wergirtina posta parêzgar piştrast bibin ku bi teksta yasaya hilbijartinan ev post bi dengdan, serketin û binketinê nayê çareserkirin.

Loma ez dê li vir çareseriyeke navîn û pêşdem pêşniyar bikim. Li hêlekê ji bo cureyekî ji çêkirina hevsengiya rastîn di birêvebirina bajêr de ji aliyê pêkhateyan ve û li hêla din jî wekî alîkariyekê ji bo ku çav ne bi tenê li ser wergirtina posta parêzgar bin û ev rewşa xitimî ku li Kerkûkê tê çaverêkirin were derbaskirin. Ez pêşniyar dikim ku desthilatên Kerkûkê bi raçavkirina rengekî hevsengiyê di xişteyekê de bên bicihkirin û gotûbêj li ser wê yekê bên kirin ka her pêkhateyek kîjan lîsteyê ji vê xişteyê werdigire.

Wekî mînak, postên parêzgarê Kerkûkê û cîgirê serokê encûmena parêzgehê li gel rêveberê giştî yê tenduristî û çandiniyê lîsteyek bin. Heke ev ji bo pêkhateya Kurd bin, li hemberî vê yekê, postên sê qaymeqaman (navenda Kerkûkê, Dubiz û Daqûqê), rêveberên giştî yên şaredariyan û perwerdeyê ji bo pêkhateya Tirkmen bin û postên serokê encûmenê, cîgirê parêzgar, qaymeqamê Hewîce û rêveberiya polîsên Kerkûkê ji Ereban re bin.

Herwisa postên şaredarê Kerkûkê, alîkarê parêzgehê û biryarderê encûmena parêzgehê jî bi pêkhateya Mesîhî bên dayîn.

Heta radeyekê, dabeşkirineke bi vî rengî dibe sedem ku desthilata tevahî ya ti pêkhateyê li ser Kerkûkê nebe û di birêvebirina hikûmeta xwecihî ya bajarê Kerkûkê de jî ti pêkhateyeke wî bajarî neyê piştguhkirin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *