Hin Helbestên Ehmedê Xanî 

Siddik BOZARSLAN

Li gora lêkolîna  H. Mem, ji dervayê eserên E. Xanî yên Nûbara Biçûkan (1683), Eqîda Îmanê (1687) û Mem û Zînê (1695), 74 şiîrên (helbestên) wî hatine tespîtkirin ku ew wek pirtûk çap nebûye û bûye hedef ku ew şiîr di Dîwanek da werin komkirin û çapkirin. Çend şiîrên ku di Salnama Ehmedê Xanî da derçûne, ez dixwazim wan li jêr pêşkêşî we xwendoxên hêja bikim. (Salnama Ehmedê Xanî, Hazırlayanlar: Mehmet Gültekin, Bahar-Nihat Gültekin, Belge Y 2010 s. 234-235, 239,  270-273, 317-319 İstanbul)

 

Baxê Sorgulan

Ez çûme baxê sorgulan

Weqtê sehergahê bi xef

Min dî sedaya bilbilan

dagirtibû her çar teref

Sewta hezar û qumrîyan

dengê ribbab û muxnîyan

teşbîhê bezma bengîyan

hevdeng bûne çeng û def

Manendê mest û serxweşan

ez çûme bezma mehweşan

Ebrûkevan û çavreşan

cerg û dilê min kir hedef

Peykan û cerg û dil perî,

Ten bûye sindoqa berî

Sindoq ji husnê ey perî

hêja li min bû kerb û gef

Hêja li min bû kerb û kîn

Xahîr xezeb, hatin kenîn

Lê xemzeyek da min nehîn

Aqlê me dîsa kir telef

Dîsa hebîba çavbelek

Îhsan digel min bû gellek

Lewra digel zulfên helek

Alûz me tînin qişt û lef

Şetrî û qişt û zulf û xal

hem´yan li ser ruxsarê al

vêkra hebûn ceng û cîdal

lêk alîyan bûn sef bi sef

Sef sef me dî vêk ra bi ceng

hindek Hebeş, hindek Fireng

Têk rabirandin wek xedeng

vêkra hebûn wan laf û lef

Têkra hebûn dawa û şer

Der bûn li min tîpa Teter

vêkra kirin qelb û ceger

rêtin ji dil xwîna bi kef

Rêtin gellek xwîna dilan

şehmarê zulfa ser milan

bêrehm û mestê qatilan

meyxwerê fîncana sedef

Wan weyxuran ebter kirim

Bêqût û bêenter kirim

Welleh ji dil ker ker kirim

Xanî bes e ah û esef

  1. Sazê Xweşawaz

Seydê çinqala serê zulfa şeha şehbaz im ez

Mestê cama işweya şehnazî nazik naz im ez

Remz û i´cazê di xûban bê îbadet seh dikim

Murşîdê kamil ez im îrohe sahib raz im ez

Beydeya ez tê ´ebes bû aşîyana min qefes

Gerçî dil pir hewes bû bê per û perwaz im

Vê heyata îbretê çi bikem beqa nînin jibo

Lew şehîdê xemzeya wê dîlbera ten û nazi m ez

Derdmendek im divêtin hemnefes bit Xanîya

Ku me hemdestek hebîtin sazê xweş awaz im ez.

Ey Derîxa 

Ey derîxa mame tenha ez ji şemsê xawerê

Xan û man têk bûne zulmet paşî wê dêm xawerê

Paşî lêvêd wê venaxwim mutleq ava kewserê

Bêqerar im şibhê zîbeq bê ewê sîmenberê

Ger bizanim ez di heşrê dê nebînim dîlberê

Cennetê ez çi bikim ez pê wer bikim xagusterê

Sed mixabin çû li ba min ew hebîba çav belek

Ah û fîxanim şev û rojan diçin hetta felek

Wê ji feryadê di min aciz bûyîn îns û melek

Mam di qeyda dax û derdan paşî wan zulfê helek

Ger bizanim ez di heşrê dê nebînim dîlberê

Cennetê pê çi bikim ez pê wer bikim xagusterê

Hîcreta yarê bihar tim şibhê finda şû´ledar

Ketme halê îhtîraqê ji îftîraqê bûme nar

Ez wucûdê bê wucûd im sotî têk da bû xubar

Min nevê dinya bi carek paşî wan çavêt xumar

Ger bizanim ez di heşrê da nebînim dîlberê

Cennetê ez çi bikem ez pê wer bikim xagusterê

Ger di hîna ez wefa bim bête ser min Ezraîl

Mujdeya Xuldê di wê gavê bidet min Cebraîl

Xidir ferxê pê ji min ra bit di wê rê da delîl

Dê bêjim; Min nevêtin Xuld û Kewser, Selsebil

Ger bizanim ez di heşrê dê nebînim dîlberê

Cennetê ez çi bikem ez pê wer bikim xagusterê

Çerxê kec reftare û ew bala ku ez heyran kirim

Serfîraz bûm ez welêkin zêde sergerdan kirim

Bê dil û bê aqil û bê huş û bê îz´an kirim

Paş ku wê bêmurwetê ev renge ez talan kirim

Ger bizanim ez di heşrê da nebînim dîlberê

Cennetê ez çi bikem ez pê wer bikim xagusterê

Zinhar ey dostan! Weqtê bikim ez hîcretê

Van du misraan kîtabet kin li berg? kaxetê

Da di dest min da sened bîtin di beyta hesretê

´Erzî hala min ev mezmûn di hîna hezretê

Ger bizanim ez di heşrê dê nebînim dîlberê

Cennetê ez çi bikem ez pê wer bikim xagusterê

Xanîya ev herzegoyî w xeta û nasewab

Çend ji te sadir bibin ey bêedeb ey malxerab

Ev qezaya Barî ye razî bibe ey bêhîcab

Belkû bêtî mucîbê narî jibo te ev cewab

Ger bizanim ez di heşrê da nebînim dîlberê

Cennetê ez çi bikem ez pê wer bikim xagusterê

  1. Dilo

Dilo carek xwe hişyar ke

Hilo da çin bo seyranê

Bi carek bes xwe bêpar ke

Were seyra gulistanê

Gulistana bi sorgul tê

Semen nisrîn  û sunbul tê

Hezar – bilbil bi xulxul tê

Di hîva mahê nîsanê

Di fesla çardehê nîsan

me dîbû dîlberek dîsan

Di dil meşe´l çira îsan

Me can da şubhê perwanê

Me dil da dîlberek sade

letîf û şêx û begzade

Ji qeydan kir´me azade

nihanî bir´me dîwanê

Ji le´lan şerbetek da min

Bi weslê suhbetek da min

Kirim bende di fermanê

Di fermanê ku hazir bit

Ê naxwaze munafiq bit

Divê her dem muwafiq bit

Wekî Şêxê di Sen´anê

Wekî şêxê di hazir bit

Li fermanê ku nazir bit

bi emrê dostê kafir bit

Bisojit suhfê Qur´anê

Disojim suhfê mektûbê

Bi emrê yar û mehbûbê

Dema dil dim bi metlûbê

Didim ez dîn û îmanê

Eger dîlber mecazî bit

Ji rengê lebsê xazî bit

bila sofî nerazî bit

Bimînî ew di hîrmanê

Binê, sofî qewî dîn e

Wekî xeffaşê miskîn e

Li nik wî roj, çu reng nîne

Xwe nebîne ji emyanê

Dilê wî kor e e´ma ye

Ji weslê dûr- î da maye

Li ber wî derge dadaye

Nehişte bête dîwanê

Di dîwana ku qerqef tê

Di nêv bezma ney û def tê

Melaîk sed hezar sef tê

Ez im ê heta meydanê

Ez im serxweş li wê camê

Ez im enqa ketim damê

Bi zulfa ser xalan danê

Bi zulfa hate ser xalan

Binefşa fîtek û alan

Dil û canê me ebdalan

Dibir dîsa bi talanê

Bi talana ku serxweş çûn

Hezar qenc û xwe gewher çûn

Dilê sed pare, ker ker çûn

Tu Xanî bes ke efxanê

  1. Fate Umrî

Fate umrî fî hewake ya hebîbî kulle hal

Ah û nalem hem demem şud der fîreqet mah û sal

Ger benim qanim dilersen çoqdan olmuşdur helal

Dîn û ebter bûm ji işqê, min nema aql û kemal

Ente fikrî fî fuadî, ente rûhî fî cesed

Leşkerê xemhayê to mulkê dilem wêranî kerd

Dade geldim işq elinden isterim senden meded

Wan Tetaran birne yaxma aql û dîn û milk û mal

Tale hemmî zade xemmî şae sirrî fîl mela

Teşneê camî wîsalem çun şehîdî Kerbela

Yoqsa sen dîwane oldun, nice halin ey dîla

Yan ji nû ve îşweyek da min hebîba çavxezal

Bittûhicranen hebîbî lestî minnî alîmen

Her dem ez derdê firaqet, xafilî ez helî men

Can û dilden arz-i qildim halimî canane ben

Erzihala min tu xafil, qet napirsî erzê hal

Hel-lena min nî´metî wesili-hebîbî minnesib?

Ufîtadem ber deret, bîçare, sergerdan, xerib

Derdimiz çoq, lêkî senden ona yok hiç bir tebîb

Ey tebîbê min, dewaî derdê Xanî her wîsal

Mutribê Demsaz 

Hêdî li îbrîşim bide ey mutrubê demsaz

Sed dil bo vîn beste her yek bi dused naz

Ey badê saba pirr mehejîn turmê dîldar

Uşşaq binalîne ji merxule û şehnaz

Saqî bigerîn badeê engûr bi tenbûr

Cana bide min bûseyekê her we bi dilxwaz

Rûha min û sirra di rexê yar bi yek ra

Roja ezelî bûne bi dil hemdem û hemraz

Xelaqî teedded bi me zahîr kire î´caz

Xanî te xelet zanîye ew her ji xwe yek bûn.

Ey Ayîne 

Ey ayîne, dil bi cemala te mucella

Wek sed sefhe bi yek zerre ji nûra te mutella

Însan te jibo alemê kubra kire nusxe

Lew medfîyekê jê tu dikî ´erşê mu´ella

Wehdet bi heseb kusretê e´yan- î muzahir

Her sû di sîfetan diketin keşif û tecella

Lew muxtelif´l- qewl û ´emel bûne xelaîq

Kafir ji senem bûne bi navê te tesella

Sirra xwe nihanî te ku da Ahmedê Xanî

Ez xeyrê berî şud be to awerd tewella

He (r) Dinalim

He (r) dinalim şev û rojan, meger Eyyub im ez

Hêstiran her vedimalim, meger Ye´qûb im ez

Bi kerem dest ji me birîn gul û werdan yek in

W´er bipêçin bi cefayê xwene mektûb im ez

Hindekî xem heye daîm li min ew vêk dikevin

Ez nizanim ku bi çavê wan qewî mehbûb im ez

Xem telebkarê me yîn, em xwe telebkarê di yar

We tilsimê telebê talib û  metlûb im ez

Eceb îqbalî ji min nebe Xanî ku li bal

Padîşahê xem û derdan wihe merx´ûb im ez”

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *