Ji derveyî HAK-PARê, hîn siyaseta rêxistinên Kurd-Kurdistanê ji bo hilbijartinê ne diyar e

Îbrahîm GUÇLU

Li Tirkiyeyê du sal in ku hilbijartina serokkomar û hilbijartina giştî ya parlamenteran rojane bûye.

Di navbeyna Tîfaqa Komarî û Tîfaqa Milet-Gruba 6 Qolî  de rekabeteke mezin heye.

Tîfaqa  Komarî  ji serî de bi her awayî ji hibijartinê re amade ye. Ji bona hilbijartinê projeyên xwe pêk tîne. Berhilbijêrê wan yên serokkomarî diyar e. Ew jî Recep Tayyîp Erdogan e.

Tîfaqa Milet, her çiqas hêza xûrt ya mixalîf e û li hemberî Tîfaqa Komarî Alternatîf e jî, lê hîn siyaseta wan jî ji alî gel ve ne diyar e. Berhilbijê wan ne diyar e. Di vê mijarê de gelek niqaşe hene. Lê nûha tiştekî aşkere heye ku ew dê bi hev re beşdarî hilbijartinê bibin.

Serokkomar diyar kir ku hilbijartinê dê di 14ê Gulana 2023 an de bê li dar xistin.  Diyar bû ku ew dîroka hilbijartinê bû zehmetiyek. Lê ew pirsa Tirkan bi xwe ye.

HDPê jî ji bona hilbijartinê, di esasî de xwediyê siyaseteke diyar e. HDPê dixwaze ku bi Gruba 6 Qolî ve di serokkomarî de tîfaq pêk bînin. Lê ji bona HDPê di nav Gruba 6 Qolî de nêrînên cûda hene. HDPê bazariyeke xurt dimeşîne. Loma jî mixalefeta alternatîf ya 6 Qolî raste rast nikare bi HDPé re danûstandin bike.

HDPê bi gelek partiyên çep yên marjînal re “Tîfa Ked û Azadiyê” ava kir. HDPê heger bi Gruba 6 Qolî re di derbarê serokkomar de tîfaq neke, dê ji bona swerokkomarî berendamê xwe diyar bike û bikeve hilbijartinê. Hîç şık tune ye ku opsîyonên din jî hene. Dûr nîne ku DEVA jî bi HDPê re beşdarî hilbirtina parlamenterî bibe.

 

JI DERVEYÎ HAK-PARÊ, SIYASETA RÊXISTINÊN KURD-KURDİSTANÊ JI BO HILBIJARTİNÊ NE DIYAR E

Li Bakurê Kurdistanê, piştî ku li Tirkiyeyê rejîma pirrpartîtî hat pejirandin, ji bona kurdan di mijara hilbijartinê de rewşeke taybet heye. Li Bakurê Kurdistanê heta salên 1965 an kurdan raste rast, bê qeyid û şert ji partiyên dewletê re piştgirî kirin û deng dan partiyên Tirkan û dewletê.

Lê pişitî salên 1965 an kurdan bi qeyid û şert ji partiyên Tirkan û dewletê re piştgirî kirin.

Lê piştî salên 1974an li Bakurê Kurdistanê, partî û rêxistinên Kurdistanê  pêwendiyên xwe bi giştî ji partiyên Tirkan û Dewletê qetandin. Rêxistin û partiyên Kurdistanê siyaseteke taybet ya hilbijartinê meşandin. Bi taybetî jî di hilbijartinên giştî û herêmî de, ji berendamên kurd yên welatparêz re piştgirî kirin.

Piştî salên 80’yî yanî piştî darbeya Leşkerî ya 12ê Îlonê, demekî dirêj di hilbijartinê de rewşeke zelal ji bona kurdan nebû.

Lê di vê qonaxê de ji bona rêxistinên Kurd-Kurdistanê rewşekî zelal heye. Divê di hilbijartinê de siyaseta xwe bixin xizmet û pêşxistina Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê, li hemberî sîstemê helwesta kurdan zelal nîşan bidin.

Hezar mixabin ji hilbijartina serokkomar û hilbijartina giştî ya parlamenteran re 140 roj maye, lê siyaseta rêxistinên Kurd-Kurdistanê, ji derveyî HAK-PAê, di derbarê hilbijartinê de ne diyar e. HAK-PAR dixwaze ku partî û rêxistinên kurdistanê bi hev re Blokekê ava bikin û bi hev re beşdarî hilbijartinê bibin.

 

CIVÎNA 20-Ê ÇILEYA 2023 AN DE BÊ ENCAM MA?

HAK-PARê ji bona hilbijartina serokkomar û hilbijartina giştî ya parlamenteran di 20ê Çileya 2023-an de civînek li darxist. HAK-PARê ji bona civînê bang li PAKê, TEVGERê, Partiya Kurd a Demokrat, PDK-BAKUR, Tevgera Azadî, PSK kiriye, ew partiyan demên dawî bi hev re xebatên mişterek dimeşînin. Gor agahdariya min girtiye, hemû rêxistin beşdarî civînê bûne. Bes PSKê beşdarî civînê nebûye. Sedema wê jî diyar nekiriye.

HAK-PARê diyar kiriye ku bi hev re beşdarî hilbijartinê bibin. Di civînê de diyar e ku minaqeşeyên hêja hatine rojevê. Lê di vê civînê de ancamek nehatiye girtin.

Ez hêvîdar im ku hemû partî-rêxistinên navên wan derbas dibin, bi hev re tîfaq bikin, beşdarî hilbijartinê bibin.

Divê di tîfaq çêkirinê de dereng nekevin/nemînin ku bikarin xebateke xûrt ya bi plan bi hev re bimeşînin.

Hemû kurdperwer jî piştgiriya wan bikin.

Diyarbekîr, 27. 01. 2023

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *