Heyeta PWKyê îro (31.05.2024ê) jî ji bo piştgirîyê seredana Pîne Cafeyê kir

Heyeteke Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) ku ji rêvebirên PWKyê pêk hatibû, îro (31.05.2024) jî, ji bo piştgirîyê li Amedê seredana Pîne Cafeyê kirin.
Heyeteke din a PWKyê jî roja 30.05.2024ê seredana Pîne Cafeyê kiribû.
Xwedîyê Pîne Cafeyê Ramazan Şîmşek hîna jî li Emnîyeta Dîyarbakirê di bin çav de ye, nehatîye berdan.
Birayê Ramazan Şîmşek, Vedat Şîmşek pêşewazîya heyeta PWKyê kir.
Heyeta PWKyê girtina xwedîyê Pîne Cafeyê Ramazan Şîmşek dubare protesto kir û heyetê got ‘’Em li gel Pîne Cafeyê, li gel rêzdar Ramazan Şîmşek in. Divê Ramazan Şîmşek di demildest de bê berdan. Pîne Cafe li zimanê kurdî xwedî derdikeve, divê em jî li Pîne Cafeyê xwedî derkevin’’.
31.05.2024
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
Bir 6 kişi ve yazı görseli olabilir
 
 
 
All reactions:

Mustafa Özçelik, Mirza Akar and 5 others

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *