QEYRANA LI ROJHELATA NAVÎN Û PİRSGİRÊKA KURD

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 63 Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike.

Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ya 63an ji bajarê Moskovayê ez, Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Çawa hûn pê dizanin, her du heftê carekê, zaniyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û sîyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemû parçeyên Kurdistanê û li cîhanê.

Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernameya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Guhdaren delal, xelqên cihanê bi hatina sala 2020an hêvîyên nû girêdidan.
Lê em dibînin sala nû bi xwe re kirîzên nû anîn; Têkçûna jîngehê û aloziyan li cîhanê.

Bê guman em di serdemekê de ne ku kes nikare kirîzekê ji kirîza din cuda bike.

Di nava du mehan de ji ber karesetên xwezayê, lêhî, erdhej, koronavîrûsê, ketina balafiran bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan, kuştina Qasim Sulêymanî, Fermandarê Supaya Quds a Supaya Pasdaran ya Iranê.

Ji ber kuştina Qasim Sulêymanî, gefên tolhildanê Îranê li Amerîkayê û bombebarankirina barêgehên Amerîkî li Iraqê û hwd.

Şerên Rojhelata Navîn piştî serhildanên Bihara Erebî rewşeka ne aram li çend welatan peyda kir, îro jî li Sûrîye, Iraq û Libyayê alozî ye.

Alozîyên sala 2011 komên radîkal wek Daîşê û Nusre el-Cebhat û komên din li pey xwe anîn.

Hemû kirîzên Rojhilata Navîn bi hev re girêdayî ne û her diçe diha xurt û kûrtir dibe, piştre jî ewqasî mezin dibe ku êdî bi xwe nikarin çareser bikin û vê carê meydan bo hatina hêzên cihanî vedibe.

Di Rojhilata Navîn de Kurd, ên ku di navbera Îraq, Îran, Tirkiyê û Sûriyê de hatine parvekirin, mezintirîn gelê bê dewlet in û di nava wan alozîyan de zêdetir zehmetê dibînin.

Me gelek caran dîtiye ku çawan welatên derdora me bi salan e, di navçê de ji kirîzên demdirêj sûdê werdigrin û bo berjerwandîyên xwe yên siyasî tevdigerin.

Rojhilata Navîn dîsa bûye meydana lihevketina dewletên bihêz.

Ev çend meh in li Iraqê xwepêşandan berdewam in û niha serokwezîrekî nû hatiye kivş kirin.

Herwiha daxwaza hilbijartinên pêşwext tê kirin.

Tê gotin ku nakokîyên li Iraqê pir kûr in û metirsiya hilweşandina Iraqê gelekî mezin e.

Di vê rewşa aloz de kurd çawa tevbigerin, ew pirs pirseke giring e bal gelek pisporên sîyasî yên kurd.

Dibe ku ev dem di rastiyê de, derfetek be da ku helwest û armancên herî baş ji xwe nîşan bidin.

Kî dizane? Ji Tirkiyê heta Sûriyê û Îraqê, alozîyên ku herêm dane ber xwe, her diçe rewş xirav dibe.

Leşkerê Tirkiye ketine di nav Sûrîye û Libiyayê.

Gelo Tirkiye çi qezencî ji destêwerdanên xwe dibîne? Tirkiye herêmek berfireh ya axa Sûriye dagîr kiriye û Enqere piştgirîya terorîstan dike.

Di van rojan da, rewşa Îdlibê zêdetir aloz dibe, bi taybet piştî ku bo cara yekê di şerê nêzî 9 salan da li Sûriyê şer û pevçûn di navbera leşkerên Sûrî û yên Tirkîyê de derket.

Piştî 9 salan artêşa Sûriyê yekem car dest danî ser rêya navdewletî ya Heleb û Şamê.

Leşkerê Sûrî di çend rojan da, gelek cih û bajarên stratejî kontrol kirine ku berê di destên grûbên çekdar da bûn. Ev yek jî bû sedema alozbûna peywendiyên Tirkiyê û Rûsyayê, Tirkîyê û Sûrîyê.

Vê carê Bernameya Civak û sîyaset ji bo zêdetir zelalkirina mijara derbarê guhertin û pêşhateyên dawî yên Rojavayê Kurdistanê ye, û bi taybet jî sedem, encam û êrîşa Tirkiyê bo ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û divê di vê qunaxê de Kurd çi bikin û herwiha çarenivîsa Kurdan û herêmên wan di paşerojê de mêhvandarîya nivîskar û pisporê siyasî, karmendê malpera Netewe Birêz Cano Amedî kir.

Birêz Cano Amedî re ji stûdyoya radyoya Ria taza bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê re em bi radîotêlêfonê hatin girêdan.

Femo, guhdarîya pirsên me û bersivên Cano Amedî bikin.

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.


Copyright © 2016 by Krd.RiaTaza.com

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *