Panelekî bi berbijêrên meclîsa Ewropa ya Danîmaraka re!

Îro 26.05.2024 Federasyona Komelên Kurdî li Danîmaraka ji bo berbijêrên parlamentoya Ewropa panelekî li dar xist.

Panel, bi bixêrhatina Moderatorê panelê Yimaz Yildiz destpê kir. Dû re serokê Federasyonê Adnan Axacan dubare bixêhatina panelîstan û guhdaran kir. Û kurte axaftinekî di derbarê armanca panelê de axifî.

Moderator Yilmaz Yildiz, yeko yeko panelîstan da nasîn ku ji van partîyan û berbijêran pêkdihatibûn; Ji Sosyalistisk Folkeparti-SF Kristine Amalie Rostgoord, Venstre – Alexsandra Sasha, Radikale Venstre – Lartey Lawson, Liberal Alliance – Martin Sibast Laguesen, Alternativet – Peter Socevic, Enhedslisten – Ibrahim Benli. Panelîst yeko yeko axifin û behsa ku werin helbijartinê ewê çi bikin kirin.

Di beşa pirs û bersivan de, serokê Federasyonê Adnan Axacan bi kurte şîroveyekî di derbarê rewşa Kurdistanê re çend pirsan kir. Herwiha ji beşdaran jî çend kes pirsên xwe kirin. Panelîst jî bi dorê bersiva pirsan dan.

Panel, bi sipasîya panelîstan ku Federasyon karekî wiha pêkanîye û sipasîya berpirsên federasyonê ku panelîst li ser banga wan hatine û sipasîya beşdarên civînê qedîya.

Piştê ku panel qedîya, Federasyon ji bo her panelîstekî li gel ala ya Kurdistanê diyarîyekî pêşkêşê wana kir.

Di 09.06.2024 de, dê ji bo parlamentoya Ewropa li Danîmarka hilbijartin pêkwere.

26.05.2024/Rûpela Nû

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *