Pêwîst e Neteweya Kurd Dewleta Xwe Ava bike!

Tenê, bi serxwebûn û dewletbûna gelê Kurd, wê ji gelê Kurd û yê herêmê tevî re azadî, demokrasî, aramî û aşitî were!

Dewlet her ji bo çi derketibe holê; ger wek pêwîstîyek geşbûna serjimar û aborîya civatê, ji bo parastin, rêxistinkirina parvekirina kar û rêvebirina civatê û ger ji bo parastin û ewlekarîya çînên maldar û dewlemend derketibe holê, hebûna wê pêwîstîyek civatî, sîyasî û dîrokî ye.

Îro dewlet sazîyek, li ser erdnîgarîya welatekî, ji alî gel an neteweyekê yan zêdetir ji gel û neteweyekê, wek sazîyek sîyasî ku ji beşê dadwerî, rêvebirî û yasayî pêktê.

Dewlet, li gorî kê bi çi şêweyî bê ravekirin jî, di dema me de dewlet, rêxistina herî modern û herî bilind ya di warê civatî, sîyasî, aborî, çandî, dîplomasî û parastinê de civatekê diparêze, bi rêxistin dike, bi rêve dibe û geş dike.

Gelek şêweyê dewletê hene:
Dewletên unîter ku otorîta sîyasî li yek navendê dicive û bi yek makezagonê tê rêvebirin. Qanûnên ku ji alî organa yasayî tê danîn, li hemû welat tê pêkanîn.
Dewletên yekgirtî: ji dewletekê zêdetir ku bi peymanek li hevkirî bûbin yek dewlet:
Dewleta federal: ji dewletên ku li ser makezagonek hevpar li hev kiribin pêk tê û her dewlet, di nava xwe de xwedîyê makezagon, parlamento û huqûqê xwe ye.
Konfederasyon: ji alî dewletên serbixwe, bi şertê ku serwerîya xwe biparêzin û kengî bixwazin, xwedîyê mafê qetandinê bin.

Li gorî bingeha serwerîyê şêweyê dewletê hene: mîna Monarşîyê ku ji alî yek kesî, Olîgarşî, ji alî sinif an komekê, Teokrasî, ji alî olekê, Demokrasî, ji alî berpirs an meclîsa gel ve bê rêvebirin û vana jî di nava xwe de bi gelek şêweyan dertê holê…

Gava em behsa “Demokratîk Dewlet”ê dikin, em behsa şêweyekî dewletê dikin. Dewletek federal, konfederal jî kare demokratîk be. Dewletek mêtinkar ya antî demokratîk, otorîter û totalîter jî kare xwe wek `dewletek demokratîk`(!) bi nav bike.

Dewletek, heta nebe dewleta gel, mafê wî gelî heye ku li hemberî wê dewletê tekoşînê bide û îdareyek demokratîk û adil avabike.

Neteweya Kurd, bê daxwaz û îradeya xwe hatîye perçekirin; piştî perçekirinê ji nû de hatîye dagîr kirin û îlhaq kirin.

Piştre jî van dewletên mêtinkar, tevlî hebûna netewa Kurd, hemû mafên gelê Kurd yên sîyasî, aborî, çandî û civatî înkar kirine û bi polîtîkayên çavsorî, bişaftin û qirkirinan xwestîne civata Kurd bi tûmî ji holê rakin. Loma her tim mafê gelê Kurd heye ku serwerîya van dewletên mêtinkar yên ne meşrû red bike, dawî li sazîyên wan bîne û karmendên wan ji welatê xwe biqewirîne û dewleta xwe ava bike.

Bi çi şêweyî be qebûlkirin û hevkarîya bi van dewletên mêtinkar re, meşrûkirina van dewletên sunî û mêtinkar in ku Kurdistan dagîr kirine û misêwa li hember gelê Kurd, sîyaseta înkar, bişaftin û tunekirinê dimeşînin.

Di mînaka Iraqê de jî tê dîtin ku gel û hêzên Kurd, bi yên Iraqê re, li ser makezagonek federalî li hev kirin; lê ev deh sal in ku nêta Ereban tune ye ku bi Kurdan re bi yekrêzîya du neteweyên hevpar û xwedîyên yek mafî bijîn. Mîna ku heta îro nehîştin mercên maddeya 140 ya Makezagonî pêk bê, berpirsîyarîyên xwe yên di warê aborî, parastin û xwe rêvebirina netewa Kurd jî heta îro pêk neanîne.

Tevlî van hemû pirsgirêk û kêmanîyan Kurdistana Başûr, li gorî perçê Kurdistanê yê din, xwe azad û xwedîyê hukumranîya xwe dibîne, gelê Kurd li vî perçî, di warê parastin û aborî de, xwe di bin ewlekarîya hêza pêşmerge û Hukumeta Herêmê de dibîne…

Ji bo Kurdistan bi çar perça ve hatîye parvekirin, gelê Kurd him ji bo xwe û him jî ji bo gelên neteweyên serdest, hêza xwe ya ku li van welatên serdest, desthilatê bi alî azadî û demokrasîyê de, bi tûmî biguherîne û dewletên nuh ava bike wenda kirîye!..

Ger wek ku îro PKK diparêze Kurd bi serê xwe, bêyî hevkarî û pêşkêşîya netewa serdest, têkeve nava tekoşîna guhertina rejîmên van welatan, tenê wê bêtir ciwanên Kurd bidin kuştin, gelê Kurd bidin eciqandin û ji taqet xistin û tu carî tu fêdê ne li gelê Kurd dike û ne jî li yên serdest dike…

Mînaka Başûrêrojavayê Kurdistanê jî li ber çava ye: ji dêvla ku PKK/PYD bi hêzên Kurd re hevkarîyê bike, ji bo perçê xwe doza mafên pêwîst bike û alîkarîya hemû Kurdan wergirin, tevlî ku rejîma Baas, resmen tu mafê gelê Kurd nasnekirîye, “hevkarî” bi rejîma nîjadperest û dîktator ya Baas û hêzên Ereb yên neteweperest re dike.

Ji dêvla ku ji bo rakirina sînorên nava xaka Kurdistan ya çar perçan biparêze û ji bo vêya tekşînê bide, çenek axa Başûrêrojava dike sê paran! Sebeba vêna jî ji bo hebûn û hêza partîya xwe biparêze, pêwîstîyên angajman û taşerontîya dewletên mêtinkar pêk tîne…

PKK, bi vê helwesta xwe, ji yekîtîya hêz, civat û rizgarkirina Rojhilatê Kurdistan re jî asteng e. çimkî ji xwe pê ve tu hêzê nas nake û dixwaze her hêz wek daxwaza wê tevbigere û bide dûv wê. Loma ji hebûn û serketina Kurdistana başûr re jî gef û tahlûkeyek mezin e.

Dewletbûn ji bo çi ji Kurdan re pêwîst e?

Hemû dewletên ku Kurdistan parve kirine, him aborîya ku pê Kurdistanê talan dikin û him jî keda aborî û hêza gelê Kurd ya leşkerî ji bo armancên xwe yên kirêt, him li hember gelê xwe, him li hember gelên herêmê û bi taybet li hember gelê Kurd wek hêza êrîş, şer, dîktatorî, otorîter, totalîter û antî demokratîk û rûxandinê bi kar tîne. Heta vê hêza wek malê mîratê û bêpîvan di dest wan de be, wê bi xerabî bi kar bînin.

Li ser navê neteweyên serdest, bi salan e ku gelê Kurd ji alî deweltên mêtinkar ji azadîya xwe bêpar hatîye hîştin û beramberî her tade û zordarîyê maye. Loma tu rahm û rûmeta van gelan ji hev re nemaye. Ji bo tesîskirina biratîya gelan, divê gelê Kurd serbixwe bibe!

Sîyasetmedar, rêvebir û hêzên neteweyên herêmê, ne xwedîyê rêxistin, çand, zanîn, ûjdan û îdraqa wekhevî û demokrasîya nav gelan bi rastî biparêzin û saz bikin. Gelo wê yên mîna Erdogan, Esed, Malikî û sofîkên Îranê biratîya gelan tesîs bikin!?

Hêza PKK ku `demokratîk cûmhûrîyet`an diparêze, di warê demokrasîyê de ji van dewletan jî bi şûndetir e. Tehamula wan ji demokrasîya nav wan bi xwe re tune ye, wê çawa ji hêz û gelekî din re hebe!

Ji bo civata Kurd li ser xaka xwe serwer nebûye û nebûye xwedîyê aborî û desthilata xwe, ji civatên hemû cîhanê xizantir, nezantir û di her warî de bi şûndetir maye.

Ji xwe nîrxên dîrokî, çand û zimanê Kurdî ewçend lawaz bûye ku di gelek waran de li ber qedandinê ye. Ji bo vejîna van nîrxan, sazî û aborîyek xurt yê dewletek Kurd pêwîst e.

Pêwîstîya gelê Kurd bi parastina tu biyanîyan tune ye; ciwanên Kurd têra hemû alîyên esayîş, polîs û artêşekê hene.

Pêwîstîya civata Kurd bi zimanê Kurdî, bi dibistan û zanîngehên parastin, perwerde, sihet, civakî, huner, aborî, huqûq, sîyasî, meslekî, teknolojî, sinaî, elektronîk, çandinî û xwedîkirina tariş û her şêwê jîyanê û hemû sazîyên vana hene. Ji bo vana dewletek Kurd pêwîst e!

Ji dêvla mirovên neteweya serdest bê li welatê me hukum bikin û karmendîyê li ser serê civata me bikin, endamê civata Kurd bê perwerde kirin, têra xwe û zêdeyî xwe jî hey e.

Gava em dibêjin bila dewleta me çêbibe, em nabêjin bila em û neteweyên serdest, gel û hûrgelên din ji nava hev derkevin, dîwaran li nav xwe lêkin û bibin neyarên hev.

Divê em bi her netewe, gel û hûrgelê ku nîjada wî, mezhebê wî, bawerîya wî çi dibe bila bibe, em bi bira û dost bin!

Divê ji her gel, hûrgel û bawerîyê re azadî bê naskirin û hemû mafên wan yên demokratîk bê qebûlkirin û pêk were!

Divê li nav gelan û dewletan sînor, vîze û pasport rabin! Her mirov xwe li ku azad û aram hest bike, divê li wê derê bijî. Dunya yê her mirovî ye…

Danîna sînoran, ji ber berjewendî, çavbirçîtî, hovîtî, dagîrî û zordarîya hin kes, zumre û çîna ye. Lê vê xedra, li ser navê nîjad û netewe dewletan li gelan hatîye kirin.

Herî zêde zerara parkirin, talankirin û çavsorîya hêzên êrîşkar, dagîreker û zordar li gelê Kurd hatîye. Hêvî heye ku vê sedsalê dawî li vê neheqîyê jî bê!

Tenê, bi serxwebûn û dewletbûna gelê Kurd, wê ji gelê Kurd û yê herêmê tevî re azadî, demokrasî, aramî û aşitî were!.. 17-7-2014

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir